ÇalakîNûçe

Rêzesemînerên xweser ji aliyê komîteya tendirustî ya Kongra Star û saziya Ol û bawerî hatin vegotin

li herêma firatê semînerên têgihiştinên hişmendiya ku xizmeta civakê dike herwiha rê li ber nexweşiyan girtin di semîneran de hat nîwaşkirin

Kongra star ya Herêma firatê Îroj Sêşem Dîrok ,1,8,2023 an de du semîner hatin dayîn yek ji aliyê komîteya Tenduristî ya  Kongra Star ya Herêma Firatê û ya din ji aliyê ol û bawerî ve hatin dayîn ,beriya ku semîner destpêbike bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên azadiyê rawestiyan,

Semîner li komîna kaniya kurdan ji jinên komînê re semîner li ser nexweşiya pêsîran ji aliyê Endama tenduristî ve ji aliyê Hîva Birahîm ve hate dayîn ku Hîva di semînerê de behsa nexweşiya pêsîran kir û çawa ku mirov xwe jê biparêze her wiha çawa ev nexweşiya bi mirovre çêdibe û di dawiya semînerê de gelek nêrîn hatin girtin ji aliyê jinên ku beşdar bibûn û semîner bi dawî bû.

Her wiha ya din jî ji aliyê saziya ol û bawerî ve ya girêdayî qada civakî  hate dayîn ku ev semîner di derbarê ji rê derketinên  exlaqî û çawa rê li ber bê girtin  li weqfa jin ji hemû mamoste û endamên weqfê re hate dayîn ,û piştre jî ji aliyê Berdefka ofîsa jin di kongreya islama demokratîk de ya kantona kobanê ji aliyê Sîham ismaîl ve hate dayîn Sîham di semînera xwede bal kişand ku civak berê çawa bû û niha çawa ye û em gihiştine çi astê ku dewleta tirk ya dagirker dixweze di her milîde civaka me xerab bike lê divê em hişyar bin û semîer di gelek nîqaşan de hate berfireh kirin  .

Back to top button