ÇalakîNûçe

Di berdewama hemleya ji bo piştgiriya jinên Efxanistan û Şengalê li Herêma Firatê meşeke girseyî hate li darxistin

Kongra Star ya herêma Firatê Îroj Pêncşem Dîrok 10,8,2023 an de Kongra Star ya herêma Firatê meşeke girseyî ji bo piştgiriya jinên Efxanistan û Şengalê  ku bi hezaran şeniyên herêma Firatê tevlî meşê bûn

Kongra star ya herêma Firatê Îroj Pêncşem Dîrok 10,8,2023 an de Kongra Star ya herêma Firatê meşeke girseyî ji bo piştgiriya jinên Efxanistan û Şengalê  ku bi hezaran şeniyên herêma Firatê tevlî meşê bûn meş li qada jina azad hat li dar xistin ku ev meş ji hemî saziyên herêmê ku bi hezaran şêniyên herêma Firatê tevlî bûn, saziyên ku tevlî meşê bibûn , Kongra Star, Desteya jin, Rêverberiya xweser, Partiyên siyasî, Saziyên civaaka sivîl, Saziya malbatên şehîdan, Komîn, Meclis,Jinên ciwan. û hêza cewherî, û her wekî din her wiha kesên ku tevlî vê meşê bibûn di destên wande alên Kongra Star,alên saziya Malbatên Şehîdan ,alên Rêbertî,alên Hêza cewherî û pankartên ku li ser hatibû nivîsandin BI RÊXISTINA XWE EMÊ KUMKIJIYA LI SER JINAN RAWESTÎNIN Û JIYANEKE NÛ AVA BIKIN, û gelek fîlêksên din hebûn ku wiha li ser hatibûn nivîsandin ,EM LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN JIYANEK AZAD DIAFIRÎNIN , BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JIN VE, bilind kiribûn û bi siloganên Jin Jiyan Azadî, bijî Serok Apo, bijî berxwedana jinên Efxanistanê û Şengalê ta gihiştin qada Aşîtiyê piştî ku şênî gihiştin qadê deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên şoreşa azadiyê rawestiyan û piştre li ser navê tevgera jin axaftin ji aliyê Firzay Berkel ve hate kirin

Firiyazê wiha axaftina xwe dest pê kir û got, li warê berxwedanê li sembola azadiyê Kobanê emê bi xêrhatina hemû gelê ku li vir hazir piştgiriya vê meşê ya ku di bin diruşmeya li dijî qirkirina jinan em  jiyanek azad Diafirînin  ev jî soza tevahî jinane jinên Bakur û Rojhilatî Suriyayê jinên KJKê ev diruşmeya ji bo tevahî jinên cîhanê ye  gelê Kobanê ku li vir hazir tevahî dezgeh û saziyên rêverberiya xweser saziyên civaka sivîl tevgera jin û her wiha partiyên siyasî em dibêjin wê li vê derê di vê sahê da wê peyama me bigihêje cîhanê em hatin peyama xwe bigihêjin dewleta tirk ku rastî nikarê me qir bikê û her wiha em tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîrtînin û bi rêzdarî li ber keda wan em bejna xwe ditewînin, û her wiha êrîşa ku di 3, meha ,8 2014 li ser şengalê bi taybet li ser şexsê jin em şermezar û nelet dikin bi rastî jî di 3,8,2014 an dema ku Daişê êrîşî  Şengalê kir mesaca wan û hedef û armanca wan tunekirina jinan bû qirkirina jinan bû avakirina sîstemeke dijî azadiyê bû ji ber ku di şexsê jin de azadî û edalet û wehevî tê hewandin lewma jî Daişê bi her cureyên terorîzmê êrîşî ser Şengalê kir her wiha 15,8,2021 an de jî careke din talîban êrîşî ser Efxanistanê  û jin kirin hedefa êrîşên xwe wekî ku  bi êrişkirina Daişê re jin li bazaran hatin firotin li ser bedena wan bazar hat kirin, lê  îroj jî careke din serî  jinên Efxanistanê serî hildan, ji ber ku dest pêkê Talîban êrîşî li ser wan kir xwestin wê ji mafê wê yê azad û wê tune bike lê dîsa heta roja îroj jî jinên efxan li berxwe didin û peyama xwe ji bo tevgera jin û Kongra Star dan.û meş bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî bijî Serok Apo bi dawî bû.

Back to top button