ÇalakîNûçe

Di der barê doza Rê,ber,tî de semîner li Qamişlo hat li dar xistin

Parêzerên Herêma Cizîrê der barê rastiyên qanûnî yên girêdayî doza Rêber Abdullah Ocalan de semînerek li dar xist û destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo doza wî bixebitin.

Parêzerên jin ên Herêma Cizîrê di 31’ê vê Tebaxê de plana semînerên der barê rastiyên qanûnî yên girêdayî doza Rêber Abdullah Ocalan de ragihandibû. Yekemîn semîner îro li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo da.

Di semînerê de bi sedan parêzerên Herêma Cizîrê, endamên saziyên sivîl, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Tevgera Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di serî de parêzer Neda Hisên El Melekî bixêrhatina beşdaran kir û der barê rastiya Rêber Abdullah Ocalan û jiyana wî de axivî.

Nede got: “Rêber Abdullah Ocalan ji zaroketiya xwe de rêberek bû û ji bo doza jinan tê koşiya. Em tev deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û divê ji bo azadiya wî ya fîzîkî xebatê bidomînin.”

Her wiha, hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Nisrîn Osman wiha axivî: “Di qanûnê de girtina kesayetek siyasî bi rêya komployekê sûcek e. Her wiha kelepçekirina destê girtiyê siyasî di dadgehê de jî sûcek e, ev sûc tev ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan li ber çavê cîhanê pêk hatin û hîna pêk tîn.”

Nisrîn wiha lê zêde kir: “Doza Rêber Abdullah Ocalan ji dozên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û ji bilî pêkanîna azadiya fîzîkî ya wî tu çareserî ji bo kirîzên herêmê nayên dîtin. Hemû hêzên navneteweyî ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan ditirsin ji ber ku çareseriyên wî dê kirîz û şerên li herêmê bi taybetî bi rêya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan çareser bike.”

Di dawiya axaftina xwe Nisrîn soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got: “Jin dikarin roleke mezin di vî alî de bilîzin ji ber ku azadiya me azadiya Rêber Ocalan e.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27