DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Hiqûqa navneteweyî binpê dike,divê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin

Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, mafên mirovan û bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê kirin ku pêşî li êrîşên dewleta tirk bigirin û hesap jê bixwazin.

Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhialtê Sûriyê şermezar kirin û daxwaza xwe ji raya giştî ya demokratîk û bi taybetî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê kirin.

Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha ye:

“Bangawazî ji bo raya giştî ya demokratîk, hemû rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan û mafên jinan: Ji 4’ê Cotmeha 2023’an û vir ve dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, giran kiriye.

Dewleta Tirk êrîşa 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê ya ji hêla PKK hate darxistin ji bo rewakirina sûcên xwe yên mafên mirovan ên li dijî gelê Kurd û îdîayên xwe yên dagirkirina herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anî. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja Çarşemê di daxuyaniyek fermî de şer li dijî gelê Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Wî gef li êrîşên berfireh, nemaze li ser binesaziyê û avahiyên xizmetguzarî. Êrîşên bi vî rengî, wek mînak li ser ceyran, av û nexweşxaneyan, di serî de bandorê li ser gel dike, ezmûnek bi êş e ku gelên herêmê rast tên.

Polîtîkaya qirkirinê

Bi armanca avakirina tirsê û têkbirina aramiyê li herêmê, dewleta Tirk bi dijwarî êrîşên hewayî zêdeyî 40 hedefên li seranserê Bakurê Sûriyê pêk anîn. Ji aliyekî ve bi taybetî cihên niştecihbûnê yên wekî wesayîtên bajarên mezin, parkên giştî û derdora kampa Waşokaniyê ku penaberên bajarê Serêkaniyê ku di Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin dihewîne, kirin hedef. Ji aliyekî din ve, êrîşan bi giranî çavkaniyên girîng ên wekî kargeh, navendên petrolê, ceyran û avê kirin armanc. Bi taybetî êrîşî li ser cîhên ya peydakirina avê ya gel dikin û bi vî rengî şert û mercên jiyanê yên bingehîn hilweşînin. Ji aliyekê ve ev êrîş di çarçoveya stratejiya dewleta Tirk de ye ku bi taybet gelê Kurd ji ber hilbijartina rêyeke alternatîf û ji bo xwerêveberiyê ceza dike. Li aliyê din jî li herêmê polîtîkaya xwe ya qirkirin û valakirina gel didomînin. Her çend Tirkiye di civaka navneteweyî de xwe weke dewleta ku herî zêde penaber dihewîne nîşan dide jî, bi êrîşên xwe re gelek caran bi zanebûn bi xwe sedemê koçberiyê ye.

Dixwazin şoreşa me bifetisînin’

Weke Rêxistina Jinê ya Kongra Star, em gefên şer a heyî û êrîşan bi tundî şermezar dikin. Me beriya 11 sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinê da destpêkirin. Me rêxistin û meclîsên jinan ên xwerêveberiyê ava kirin û di nava gel de gihiştin wê hişmendiyê ku civakek ku jin tê de, ne azad be cîvak azad nabe. Ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, ekolojîk a li ser esasê azadiya jinê her roj me têkoşînek mezin da û li hemberî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê me bi berdêlên mezin destkeftî û nirxên ku hatin bidestxistin parastin.

Îlankirina şer û êrîşên dewleta Tirk a niha li dijî Reveberiya Xweser û binesaziya wê, beriya her tiştî êrîşa li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ye. Armanca wan ew e ku hêviyên xurt ên jinên herêmê yên ji bo azadiya xwe û sîstemeke civakî ya demokratîk li tevahiya Sûriyeyê bifetisînin. Ev berdewamî û gurkirina şerê balafirên keşfê yên Tirkiyê ne, ku bi mehane berdewam dike, bi armanca êrîşên li ser kesayetên pêşeng ên jin û pêkhateyên jinan.

Divê hemû jin şoreşa jinê biparêzin’

Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiya şoreşa jinê û destkeftiyên wê dizanin ku em ê dest ji van bernadin. Ev ne tenê rêyeke alternatîf ji bo jinên Kurd û civaka Kurd vedike, di heman demê de îlhamê dide jinên hemû pêkhateyên herêmê. Hêviyê dide hemû jinên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo azadî û aştiyê têdikoşin, li dijî pergala desthilatdariya baviksalarî ya li ser bingeha şer, mêtîngerî ava bû, divê em bi hev re vê hêviyê biparêzin!

Ji ber vê yekê em weke Rêxistina Jin Kongra Star bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, mafên mirovan û bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê dikin ku piştgirî bidin şoreşa jinê û Rêveberiya Xweser re, ji bo rawestandina êrîşên hovane di raya giştî de helwestek bidin xuya kirin, ji ber sûcên şer ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin hesab bixwazin, ji bo pêşî li pêlên êrîşan bê girtin, piştgirî bidin daxwaza me ya girtina hawaye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Back to top button