ÇalakîNûçe

Çalakiya konvedanê ya li Hebebê bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya li Helebê di roja duyemîn de bi dawî bû. Beşdaran diyar kirin ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk û azadiya gelan e. Her wiha ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî jî bang kir.

Li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê, çalakiya konvendê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî ya di roja duyemîn de bi dawî bû.

Çalakî duh bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye′′ ji aliyê Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ve hatibû destpêkirin. Nûnerên partiyên siyasî, dayikên şehîdan, endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Yekitiya Parêzeran, Akademiya Hêzil Rizgar û rûspiyên eşîran herikîn bin kon.

Endamên PYD′ê jî xelek li ser siyaseta demokratîk a li gorî Rêber Abdullah Ocalan da.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd-Sûriyeyê (Konferans) Remzî Şêxmûs destnîşan kir ku siyasetên dewletan li ser esasê berjewendiyan e û nakevin xizmeta gelan û got: “Lê siyasteke cuda  heye ku li dijî siyasetên dewletên kapîtalîst û perglên serdest e. Em dikarin vê siyasetê bi siyaseta xwezayî û demokratîk bi nav bikin ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.′′

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Nercis Bekir bal kişand ser êrişên pergalên serdest ên li dijî jinên şoreşger û got: “Rêbertî erka temakirina şoreşê daye jinan, ji ber ku jinên rêxistinkirî û perwerdeirî dikarin şoreşan serbixin.”

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatima Hesen rola jinan di civaka xwezayî de, serkeftinên ku jinan di dîrokê de bi dest xistine û gavên ku jinan bi saya Rêber Abdullah Ocalan avêtine, vegot.

Di çalakiyê de endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiay Rêber Abdullah Ocalan Zeyneb Hebeş armancên avakirina însiyatîfê şîrove kir û diyar kir ku armanca wan a sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.

Her wiha endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Edaedîn Xalid Kalo got, projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, li xweşiya dewletên kapîtalîst nehat, ji ber vê yekê komplo li dijî wî pêkanîn, tecîrdê giran dikin û cezayên giran li wî dibirin. Kalo anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye û ramanên wî neteweyî ne.

Rûspiyan jî di bin kon de li ser ol û biratiya gelan axivîn û gotin, hevgirtina pêkhateyên herêmê ya di bin sîwana projeya demokratîk de berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Tevgera Hîlala Zêrîn stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan gotin.

Çalakiya konvedanê bi encamnameyekê û girtina kon bi dawî bû. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojiyan Hisên  encamname xwend û çalakiyên du rojan ên di bin konê de hatin lidarxistin, vegot û got: “Di dawiya çalakiya konvedanê de me gelek armanc danîn pêşiya xwe. ji wan, ji bo parastina mafên Rêbertî şebeyeke parêzerên xwecih ên ji Sûriyeyê were avakirin. Bi rêya saziyan, bi taybetî saziyên jinan ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê werin belavkirin. Her wiha xebatên di qadên çandî, parastin, zanistî, rêxistinî, siyasî, hunerî û hwd de werin xurtkirina ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin.”

Back to top button