GotarNûçeSlide

Ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan:Şoreşa19 ê Tîrmehê li Rojava bi Serket

Leyla Amûdê

Ez di serî bi rêzdarî , minnet û qedirbilindî ji tevahî şehîdên şoreşa Rojava re, bejna xwe ditewînim û qehremanî, fedayetî, wêrekî û çelengiya wan bibîrtînim û dibêjim: Şehîd ewin ku ji serkêşî û pêşengtî ji şoreşê re kirin û bi serkeftinê tacîdar kirin. Wan şehîdên canbexşane bi berxwedan û fedayetiya xwe şoreşa Rojava gîhandin, serkeftinê û gelê xwe parastin. Em jî weke hevrê û şervanên wan bi mebesta vê rojê careke din, sozdariya xwe ji wan re nu dikin û dibêjin emê têkoşîna we berdwam bikin û we bidin jiyan kirin. Cardin jî ez vê roja bi wate, roja berxwedana netewî û gelerî, ku li ser banga Rêberê netewî Abdullah Ocalan seferberiya gelê Kurd ji bo parastina; xelkên Kurd li Rojavayê Kurdistanê da destpê kirin li Rêber Apo xwediyê kedê û berxwedana, bêhempa ya 27 salan li girava Îmraliyê pîroz dikim.

Ez salvegera şoreşa Rojava li tevahî xelên Kurd û tevahî xelkên, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pîroz dikim xelkê me yê ku dinava van 14 salan de gelekî; liberxweda û têkoşîn kir û hîna jî li ser wê sozêye ku wê destkeftiyên xwe, biparêze û wê xeyalên xwe yên civaka demokratik û wekhev avabike. Caridn ez vê roja malûm, roja têkoşîn û kedê, roja berxwedana dîrokî li tevahî jinên têkoşer û azadî xwaz, xwediyê nêvê kedê û serkeftina şoreşê li tevahî jinên çalakvan û fedekar pîroz dikim. Her kes dizane ku şoreşa Rojava binavê şêre jinên çalakvan û berxwedêr hate bilind kirin; ew jinên diler û fedayî ku bêhempa bûn, jinên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zehra Penaber, Amara, Barîn, Rusyar, Rojbîn, Hêvîdar, Şîlan, Nalîn, Ruken, Hêlîn, Nuda, Ronahî û bi dehan jinên weke wan çeleng k udi çeperên şer de pêşengtî kirin û heyanî hinasa xwe ya dawiyê li berxwedan.

Şoreşa Rojava li bajarê Şîlanan Kobanê destpê kir û li tevahî Rojava belav bû, gelê Kur dli her deverê li vîn û rumeta xwe xwedî derket û şer kir ji xwe di gelek; malbatna de bav, kûr, keç û bûk beşdarî nava şer bûn û gelek xwiş û bira, bira û bira jî beşdarî nava şer bûn, ji bo ku hebûn, vîn û rumeta xwe biparêzin. Weke ku tê zanîn gava yekem ya berxwedana şoreşa Rojava, li bajarê Kobanê destpê kir û wiha şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşket û bi seferberiya çar perçên; Kurdistanê re bû berxwedana netewî û gihaşte serkeftinê. Kurdên ji çar perçên Kurdistanê weke volqanekê keliyan û berê xwe, dane Rojavayê Kurdistanê û ciyê xwe di şerê li dijî çetên tundrew; ên DAÎŞ ê girtin û bi fikir, dil, wijdan û sekna xwe bûn yek û gihaştin serkeftinê.

Gaziyên şer jî ên weke şêre jin û mêrxasên dîlawer di eniyên, herî pêşde şer kirin û bedelên pir giran dan û ew bedel jî perçên canê wan bûn. Gaziyên şoreşê bibîr û bawerî şer kirin û gel û xaka xwe parastin û niha jî, bi fikir, dil, hest, widan û peyvîn û pênusa xwe gel, xak û destkeftiyên xwe yên şoreşa Rojava diparêzin. Ez gaziyên şer û berxwedana rumetê jî hemûyan pîroz dikim û her ciyê, ku lêne jî ez silavê xwe ji wan re dişinim û dibêjim: Hun ji bo me pir qedirbilibnd û bi watene, hun şehîdên me yên manewî û pîrozin, careke din ez cejna we hemûyan ya şoreşa 19 ê Tîrmehê pîroz dikim.  Çirûska yekemîn ji têkoşîna hebûnê li Kobanê pêşket. Rawestgeha dawî ya tüne kirine zivirî serkeftin û azadiyê, dîsa weke ku çawa li bajarê, kevnar Kobanê serkeftin hate qezenc kirin, li hemû Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryê jî serkeftin li dijî çeten DAÎŞ ê hate qezenc kirin.

Weke kut ê zanîn di gava yekem de li bajarê Kobanê li dijî pergala, partiya Baas a tundrew serhildan pêşketibûn û li wir gava yekem hatibû avêtin û şoreş li wir pêş diket. Pêwajo ji demê xwe bileztir pêş diket û hevsengiyên siyasî û statîko ser û bin bibûn. Li her devera Sûriyê li dijî dagîrkeriya rejîma Baas muxalefet difuriya. Serhildanên li dijî rejîmê li her derê berxwedanên nû pêş dixistin. Bajarê Kobanê û li giştî Rojava gel rabibûn ser piyan. 19’ê Tîrmeh 2012’an ku weke destpêka şoreşa gel dihat bi nav kirin kêliyek avakirinê jiyan dikir. Guhertinên ku di wan demên kinde çêdibûn, biryarên dihatin girtin pêşeroja gelên Rojava bi temamî diguhertin. Di serî de gel li dijî tevahî unsurên rejîma Baas radibûn serhildanê, deste xwe datanîn ser hemû saziyên rejîmê û bermahiyên wan yên; dawiyê jî ji Rojava tên derxistin. Ev gelê ku weke lehiyekê diherike, kelheyên zulim û zordariya rejîma Baas bi erdê ve dikir yek.

Ji xwe her tişt ji berê ve hatibû pilan kirin. Bi ketina dest ya Cerablûs û Şêxler ya Artêşa Azad ya Suriyê û gefên ku komên cîhadîst û Selefî û heyanî Îxvanî bikevin şûna rejîma Sûrî destpê kiribûn pêwîstiyek jê neveger bû ku gele Kurd jî li Rojava derkevin ser dikê. Hêza YPG’ê û YPJ ê jî dibin fermandariya Şehîd Jînda de, bi şiklê tîmên heremî, bi komên biçûk lê bi desteka mezin ya gel ve wê; li her derê dawî li rejîma Sûrî baniya. Bi ser her derê de dihat girtin gel kelheyên rejîmê û saziyên wan weke, emin siyasî û emin eskerî û gerêmên emin dewlê dihatin bi nav kirin; dorpêç dikirin û dijminên sereke li wir teslîm digirtin. Xwezayî ye ku ew der nedihatin talan kirin û ji esîran re nêzîkatiyên dijexlaqî nedihatin kirin. Ji ber pêwîst bû rêbazên têkoşîna azadiyê paqij bin. Şoreşa Rojava wisa pêşket. Hemû çekên dijmin û xaka ku ya gele dihat destgirtin.

Ji hêzên rejîmê ku esîr girtibûn re hat gotin: “Bibînin, em weke we nînin. Tevî ku em hêzin û me her der girtiye bin serweriya xwe jî, lê me tu nêzîkatiyên şaş li we nekir û emê nekin jî.” Tu zulim nehat kirin, tu nêzîkatiyek ku mirov bêşîne û zorleme bike nehat kirin heta ji wan; êsîran re xwarin û çay jî hate îkramî kirin. Lê tevî mêvanperweriya xwe jî, fermandar û şervanên azadî xwaz û gel nedixwestin ku di bajar de wan bihêlin. Ji leşkerên dijmin re wiha hate gotin: “Em dawîyê li dagîrkeriya we ya li ser xaka xwe ya Kurdistanê bînin. We rejîma Baas bi salan xaka Kurdistanê dagîr kir. Niha jî emê we ji voir derxînin ji ber ku ciyê we nema û em we naxwazin. Wiha rejîm ji Kobanê hate derxistin. Li Rojava cejna yekem a azadiyê wisa pêş ket û hate pîroz kirin. Her kesê ku bi evîna Kurdistanê dişewitî alên kesk û sor û zer rakirin ezmanan. Û nişana serkeftinê çêdikirin careke din cejna we hemûyan pîroz be.

 

Related Articles

Back to top button