
bi wesîleya roja astengdaran ya cîhanî îro li bajarê Qamişlo daxuyaniyek ji aliyê rêxistina Nûdem ve li ber navenda xwe dan û ev daxuyanî ji aliyê endama rêxistina Nûdem Newroz ehmed ve hat xwendin , ku di daxuyaniyê de wiha hat eşkerekirin ,bi şîara her mirovekî taybete , ‘ Astengdarî ne asteng e ‘ em wekî rêxistina Nudem ji bo Roja astengdariyê ya cîhanê li hemu astengdaran pîroz dikin.Em hemleya xwe a 27 meha 11 heya 03 meha 12 e didin destpêkirin.bi vê hemleyê emê gelek bajaran (Qamişlo,Dêrik, Girkê Legê, rimeylan ,Çilaxa, tilberak, Tilkoçer, Amûdê, Hesekê, Tiltemir, û kampên penaberan)de ji bo ên pêwistiyen taybet
Belavkirina broşûr , suretên lezaq , çalakî , şahî , seminer, perwerdehî ji bo hişyarkirina civakê li hember mirovên astengdar bidin destpêkirin.her wiha vekirina navendên nû li qampa waşûkanî û kobanê dê pêk were.
di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin ,Wekî hun dizanin di civaka me de hêjmarekî gelekî zêde astengdar hene.gelek pêdiviyên taybet yên astengdaran henin.ji ber rewşa dorpêçê a li herêmên me herî zêde kesên astengdar rastî zor î û zehmetiyan têne.gelek mirovên astengdar bi salane ji xwandin , dibistan , kar û gelek pêwistiyên jiyanê hatine durxistin.her mirovekî taybet e. Her astengdarî rengeke.jibona hişyarkirina civakê li hemberî taybetmendiyên astengdaran Kar û xebatên me wê her berdewambike.jibona astengî pêşiya wan nemîne bi her awayî em dixwazin Kar bikin , bibin alîkar , bi alîkariya civaka me a ku hemberî astengdaran wê astengî kêmtir bibe.em dixwazin bexçe(gulîstan) , dibistan , kargehên me li gorî pêwistiyên taybet werin avakirin.ji bo her mirovekî en pewistiyen taybet em wekî rêxistina NUDEM êmê Kar û xebatên xwe hîn dewlemendtir bimeşînin.careke din em Roja cîhanê a astengdaran li hemû civaka xwe hemû cîhan û her mirovekî astengdar pîrozdikin.




