DaxuyanîNûçe

Kom,kujiya Parîsê li dijî nirxên dayikê yên pênc hezar salan e’

bi armanca şerme,zarkirina duyemîn kom,kujiya parîsê li bajarê hesekê daxuyaniyek hat dayîn

Daxuyanî bi tevlibûna endam û rêveberên Kongra Star û saziyên civaka sivîl li ber navenda Kongra Star a Bajarê Hesekê ya li taxa Nasra hat dayîn û ji aliyê endama Kongra Star Nadîn Salih Remo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komkujiya 23’yê Kanûna 2022’an a li Parîsê ji aliyê pergala mêr dewletê ve êrîşek li ser çand û nasnameya Kurd bû, di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrîşeke li ser têkoşîn û nirxên jina dayik a pênc hezar sal bû.

Di 9’ê Çileya 2013 an de jî li dijî 3 şoreşgerên jin Sakîne Cansiz û rê hevalên wê komkujiyek pêk hatibû ew komkujî berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bû, bi armanca şikandina îrade û îsrara jina azad bû.

Em weke Rêxistina jinan komkujiyên Parîsê weke komploya li ser vîna jinên azad bi nav dikin û bi tundî şermezar dikin. Van komkujiyan rê li ber berxwedan û fedakariya jinan negirt. Îro jin li tevahî cîhanê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî pergala qirkirina gelan, li qadan in. Em bang li civaka navdewletî dikin ku rê li ber komkujiyên li dijî Kurdan bigrin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Back to top button