
Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêbeveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdarî salvegera 4`emîn a bîranîna şehîdên komkujiya gundê Helincê ya bajarê Kobenê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Dûre Koodînasyoona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir di cîvînê de axivî û seraxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Zozan balkişand li ser komkojiya 23`ê Hezîrana 2020`an ya ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirê bê mirov ku her sê hevalên me li gundê Helincê di malekê de hedef girtin û got : Dewleta Tirk ji hêz û vîna jinê hedef digre. Em ê tu carî xeta wan şehîdan bernedin û em ê her tim tê bikoşîn.”
Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şiha Xelîl ji wiha got: “Kobanê şoreş dest pê kir û berxwedana şervan û şehîdên me bi ser ket. Berxwedana ku di Kobanê de hate kirin ji cîhanê tev de re bû mînak û di dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Arîn Mîrkan, Evesta Xabûr û Barîn Kobanê û bi sedan jinên pêşeng bûn sembol.”
Bavê şehîd Habûn Remedan Mele Xelîl selvegera her sê şehîdan li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de pîroz kir û got: “Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihiştine vê astê. Em bi saya berxwedana şehîdan li vir in. Em bi şehdên xwe serbilind û serfiraz in.”
Di dawiyê de sinevizyonek li ser berxwedana her sê şehîdan hate pêşandan û mûm li ber wêneyên wan hatin vêxistin.
Civîn bi dirûşma” Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.







