LêkolînNûçeSlide

Civaka Kujer a Qestîk û Şopandina Mîrateya Çanda bavıksalarî

Têgeha Kujerê Qestîk

Têgeheke nû ye ku Rêber Apo di nivîsên xwe yên dawî de aniye rojeva me. Di zimanê Kurdî de wateya têgeha Qestîk, bi şêweyê “qestîka kir; ango bi mebest û bi zanebûn kir” tê ravekirin.

Her çiqas ev têgeh bi awayeke sereser bê gotin û derbaskirin jî Rêber Apo eşkere dike ku ev têgeha kujerê qestîk ne têgeheke ewqas normal e û ji dîrokê û heta niha çavkaniya bingehîn a hemû hilweşîn û pirsgirêkên jiyanî û pergalî ye. Helbet ev yek ji mijarên sereke ye ku divê demên pêş gelek bê nîqaşkirin bi awayeke herî baş bê analîzkirin. Ya ku em ê li vê derê bikin, tenê bi kurtebêjiyek balê kişandina ser mijarê ye.

Di zimanê Tirkî de jî bi şêweya qestê can û malê mirovan kirin; ango bi zanebûn kuştin û talankirinê tê ravekirin.

Refleksa Xwe-Parastinê û Şoreşa Neolotîk

Refleksa xwe parastinê ya ku bi çêbûna zindiyên destpêkê re pêş dikeve, nêzîkatiyeke xwezayî ye. Nêzîkatiya têkoşîna jiyanê ya klan û qebîleyên seretayî, di çarçoveya mêjiyê hisî de parastina canê xwe, dabînkirina pêdiviyên jiyanî yên weke xwarin, vexwarin, xwe bi cihkirin û zêdekirina hebûna xwe de ye. LÊ BELÊ EW BI TUNDIYEKE TUNEKIRINE TEVNAGERIN; HEWL DIDIN DI NAVA AHENGA XWEZAYÊ DE HEBÛNA XWE BIDOMININ.

Di salên 10.000’an ên B.Z.’ê de mirovahiyê bi Şoreşa Neolotîk a bi pêşengiya jinê re dest bi jiyana xwecihî kir. Ji ber xisleta jinê ya zayînê li derdora wê klanên ku ji zarok, xal û xaltîkan pêk dihatin ava bûn.

Jinê, di klane de ji terkirin, xwedîkirin ji her cure xeteriye parastina zarokan xwe berpirsiyar dit. Bi vî rengî gundên ku bi berhevkirina pincarê û çandiniyê debara xwe dikirin ava bûn.

Qlûbeya Kujerê Qestîk û Şikestina Zayendî

CÎHANA ME SERDEMA XWE YA HERÎ XWEŞ A DESTPÊKA JIYANA KOMÎNAL, BI ŞOREŞA NEOLOTIK A JINA DAYÎK RE PÊK ANÎ.

Qlûbeya kujerê qestîk a zilamê nêçîrvan ku bi demê re di nêçîrkirina lawiran de pispor bûbû, çav berdide jiyana komînal a li derdora jinê kombûye. Dibîne ku jin zarok tîne, xwedî dike, mezin dike, diparêze, li gorî demsalan avahî lêdike, di warê berhevkirina pincar û çandiniyê de pêş dikeve û civakek dayîksalar ava dike. Kujerê qestîkê ji qlûbeya nêçîrvan, li hemberê jiyana komînal a di pêşengiya jinê de pêk hatiye dikeve nava hesûdiyan û bi rêbaza tundrew û kujer a ku tekane qabiliyeta wî ye, êrîşê civaka jinê dike. Nexasim bi çekên xwe yên ku ji kevirê obsîdyenê çêkiriye, her kesê ku derdikeve pêşberê wî dukuje. Tirs û xofa kujeriya xwe nîşan dide û bi xesp, bi talan û bi tund û tûjiyê dest datîne ser berhem û jiyana civaka jinê. Di dîroka mirovahiyê de bingehê tevahiya xerabiyên weke rûxandin, talan, wêranî, xesp, tecawiz, koledarî, zilma li ser mirov û xwezayê bi vî rengî tê avêtin.

Helbet jin hema yekser berhemên xwe radestê zilamê kujerê qestîk nake. Çanda dayîka xwdavend bandora xwe bi hezaran sal didomîne.

Bajar-Dewlet û Serdestiya Kujerê Qestîk

Jina dayîk çiqas aqil û hêza xwe ji bo jiyana civaka komînal bi kar anî be, zilamê kujerê qestîk jî aqil û hêza xwe ya fîzîkî bi milyonên qat zêdetir ji bo pêşxistina amûrên kuştinê, ji bo dabînkirina rêbazên kolekirinê û ji bo pêk anîna dizî û talanê bi kar aniye.

Li gel berdêlên giran û pevçûnên dijwar jî di kesayeta jinê de yekemîn şikestina zayendî pêk tê. Serkeftina kujerê qestîk ne tenê ji ber qabiliyeta wî ya kuştinê ye; ji ber pêşxistin û baş bi kar anîna wî ya amûrên kuştinê ye jî.

Di navbera salên 4000-3500’ên B.Z. de kujerê qestîk bi pêşketina bajar dewletbûnê re sîstema xwe gihande asta fermiyetê. Kujerê qestîk xwe weke nûnerê xwedê û xwedayê qral îlan kir û di serî de jinan, tevahiya civakê ji bo xizmeta xwe weke kole bi kar anî.

Dîroka Kuştin, Talan û Şaristaniya Zorê

Destpêkê bi darê zorê vê yekê ferz kir, piştre jî di bin navê xizmetkariya xwedê de serdestiya xwe da qebûlkirin. Baş e, ev xwedayê qral kî bû ku rahibên zilam dibûn nûnerên kordînekirina zilm û xirabiyên wî. Her çiqas di kûrahiya dîrokê de mabin jî gelek dişibin kujerên qestík ên dîktator ku di roja îro de ji bo serdestiya xwe baweriyên olî bi kar tînin. Di roja îro de jî dema em li kela, sûr û dêrên ku bi destê koleyan hatine çêkirin dinêrin, em bawer nakin ku ev avahî bi hêza fîzîkî ya mirovî hatibin çêkirin.

Ji wê rojê şûnve navê dagirkeriyê bû fetih, navê xespê bû xenîmeya şer, navê kuştin û talanê jî bû serkeftina qral û fermandarên leheng. Tê gotin ku Qral Sargon bi serê mirovan kela û sûr daye avakirin. Li beramberê vê hovîtiyê jî ti kes pêwîstiya empatîkirinê nabîne û nabêje çima?

Her ku ev kiryar normalîze bûn, kujerên ku dan ser şopa kujerê qestîk jî bê navber hebûna xwe domandin. Bi pêşketina her serdemeke baviksalarî re jî kujeriya xwe derxistin asteke jortirîn û vê kujeriyê fermî kirin.

Serdema Modern û Kujerên Qestîk ên Nûjen

Hêdî hêdî bi serdema modern a medeniyên ne medenî ve, êdî kujerê qestîk ê qlûbeya nêçîrvan weke leşker, polês dîktatorê siyasî yên dewletê bi cil û bergên pîr û pak in, bi çekên modern û hîn kujer kemilandî ne û împaratoriya wan a tirsê bi parastineke xurt hatiye fermîkirin.

TÊ GOTIN KU DI 1. ŞERÊ CÎHANÊ DE LI GEL WENDAHIYÊN LEŞKER Û SIVÎL, 37 MILYON MIROV HATINE KUŞTIN.
DI 2. ŞERÊ CÎHANÊ DE JÎ tê texmînkirin ku 70-85 MILYON MIROV HATINE KUŞTIN.

Ji aliyê çavkaniyan ve hatiye tespîdkirin ku di encama bombeya atomê ya li Hîroşîmayê hate teqandin de hejmara mirî û wendahiyan gihîştiye 140.000’an. Di heman salê de li ser Nagazakiyê jî bombeyên kîmyewî tên barandin û tê gotin ku li vê derê jî 200.000 mirov jiyana xwe ji dest didin. Kî van komkujiyan pêk tîne? Va ye ew dewletên ku qaşo mezin in! Ango kujerên qestîk ên nûjen in.

Mînaka Mêtîngerî û Komkujiyên Li Ser Gelê Kurd

Tenê em ji civaka Kurd mînakek bidin: Dema ku Tirk ji Asya Navîn li ser pişta hespan hatin Rojhilata Navîn, gelê Kurd yek ji gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê bû. Gelê ku yekem car ji Tirkan re deriyê Kurdistan û Anatolyayê vekirin û wan weke mêvan pêşwazî kirin, gelê Kurd bû. Ji ber ku Kurd paqij û mêvanperwer bûn, mêvanê xwe kirin taca serê xwe. Tirkan jî piştgiriya Kurdan bi kar anîn, li ser tevahiya xaka welat bi cih bûn û dewleta xwe avakirin.

PÎŞTÎ KU KARÊ XWE BI KURDAN QEDANDIN JÎ DESTPÊKÊ KURDAN QETIL KIRIN.

Tenê li Newala Zîlanê 40.000, li Dersimê jî 30.000 Kurdan wekî ku avekî vexwin qetil kirin. Kurdistanê kirin çar perçe û xwişk û birayan ji hev qut kirin. Di 50 salên dawiyê de ji 40.000’î zêdetir Kurdên ku daxwaziya mafên xwe dikirin bi rêbazên cihêreng ên kujerê qestîk hatin qetilkirin, zêdetirê 30.000 gund hatin şewitandin û gelê li ser xaka xwe neçarê koçberiyê kir. Kurdên ku parastina mafên xwe dikirin jî weke terorîst bi nav kir û wisa ji cîhanê re îlan kir.

Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd û Dawîanîna Li Kujeriyê

Di salên dawî de hêzên hegemonîk çeteyên bi navê DAIŞ’ê yên ku li dijî tevahiya nirxên jiyanê ne kirin bela serê mirovahiyê. Van keriyên hov ên çeteyan li cihanê, li Rojhilata Navîn, nexasim jî li Kurdistanê kiryar û qetliyamên ji paşverûtiya Serdema Navîn wêdetir raber kirin.

LÊ BELÊ BERTEKÊN HEYÎ JI PARVEKIRINÊN MEDYA CIVAKÎ WÊDETIR NEÇÛN. HETA KU LI DIJÎ VAN ÇETEYAN QEDRÊ ŞERÊ CIWANÊN KURD, NEXASIM JÎ QEDRÊ ŞERÊ JINÊN KURD HATE ZANÎN. Ango zilamê kujerê qestîk ê ku di dîrokê de herî kirêt û herî hov e, bi destê jinên kurd ên ku ji bo nîşandina dîroka azadiya jinan sond xwarine; bi destê wan jinên herî adil, herî komînal, herî însanî û herî bedew ber bi dojehê ve hatin qewitandin. Cîhanê bi tevahî dit ku hata mirovên ku rûmeta mirovahiyê diparêzin hebin, wê kujerên qestik bi rihetî nejîn.

Kujerê Qestîk ê Malê û Qirkirina Jinan

Xaleke dîtir a herî girîng jî di lístoka xanîkan a kujerê qestîk de împaratoriya biçûk a bav, bira û mêr e. Ev kujer, di nava malê de bi awayê bavik dewletê tevdigerin. Ev zilamê ku qaşo bi navê hezkirinê û bi evîneke mezin bi jinê re zewiciye, dema ku ev jin carekî daxwaziya wî pêk neyne dikare bi hêrseke mezin û pir rihet wê bikuje. Ango ew zilamê li dijî kesên bi ser xwe de nikare tiştekî bike, hejar û belengaz e, di malê de dibe kujereke qestîk ê dirinde û jinê qetil dike. Li cîhanê di serê her 10 xulekan de jinek ji aliyê mirovên xwe ve tê qetilkirin. Hema tenê di sala 2023’yan de 51.000 jin hatine qetilkirin û mixabin ev hejmar her roj zêde dibe. Dewlet jî qetilkirina jinan weke rêzefîlman û nûçeyên magazînê dide pêş û ji bo teşwîqkirina kujeran her tiştî dike.

JIN NEÇARE KU HEM LI DIJÎ KUJERÊ BIÇÛK Ê LI MALÊ HEM JÎ LI DIJÎ MEZINTIRÎN KUJERÊ QESTÎK Ê LI DERVE TÊKOŞÎNEKE GERDÛNÎ BIDE MEŞANDIN. NAXWE PÊŞIYA FELAKETÊN MEZINTIR JÎ NAYÊ GIRTIN.

Krîza Ekolojîk û Banga Ji Bo Siberoja Mirovahiyê

KAPÎTALÎZM HEWL DIDE CIVAKEK AVA BIKE KU MIROVÊN WÊ DI MÊJÎ DE BÊN TEVIZANDIN, HER LI PEY BERCEWENDIYÊN ROJANE BIBEZIN, QET TÊR NEBIN, GIRÎNGÎ NEDIN TI NIRXÊN EXLAQÎ Û TENÊ TIŞTÊN HEYÎ XERC BIKIN.

Niha sîstema ekolojik jî ji ber kiryarên kujerê kastîk dinale. Her ku dem derbas dibe di cîhana me de av kêm dibe, erdhej çêdibin, daristan dişewitin, tên şewitandin, germahî zêde dibe, êdî rûyê erdê bi gemara plastîk, bi gazên bi zirar, bi hewaya qirêj tije bûye û derfeta jiyanê nema ye.

DIVÊ ÊDÎ HER KES BIZANIBE KU EM DI HEMAN KEŞTIYÊ DE NE; AN EM Ê BI HEV RE VÊ KEŞTIYÊ JI FELAKETÊ RIZGAR BIKIN, AN JÎ EM Ê VÊ RASTIYÊ JI NEDÎTÎ VE BÊN Û BI KEŞTIYA XWE RE NOQÊ AVÊ BIBIN. WÊ DEMÊ JÎ NE TEKNOLOJÎ, NE PERE, NE MAL, NE MALBAT, NE JÎ BI HÊZBÛN WÊ NIKARIBE JI KEŞTIYÊ KESEKÎ SAX RIZGAR BIKE.

Abdullah Ocalan bi têgeha ‘kujerê kastik’ datîne holê ku ev cinayet berhemên zîhniyeke binyatî, dîrokî û kolektîf e.

Related Articles

Back to top button