
Şahî bi dirûşma “Bi rihê 19‘ê Tîrmehê em ê mafên gelê Kurd mîsoger bikin û Sûriyeya demokratîk bikin” li Parka Şehîd Zevîn hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Dirbêsiyê, tevî endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Asayîşê û tevgerên jin û ciwanan beşdar bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a PYD‘ê ya bajarê Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî. Ebîr di axaftina xwe de salvegera şoreşê pîroz kir û bi bîr xist ku şoreş bi pêşengiya jin û ciwanan li Kobanê dest pê kir û belavî herêmên din ên Rojava bû.
Ebîr Hesen destnîşan kir ku tevî êriş û hewldanên têkbirin, şoreş bi saya rêxistinbûyîna civakê û rola ciwanan û berxwedana şervanan dewam dike.
Ebîr Hesen got, têkoşîna ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd û jinan di destûra Sûriyeyê dê bidome û banga xurtkirina rêxistinbûyînê, yekitî û parastina destkeftiyên şoreşê kir.
Piştre Koma Şehîd Xebat a Tirbespiyê, hunermend Comerd û Selman Îbrahîm stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.




