
Şandeya Kongra Star li bajarê Qamişlo îro serdana malbata Mihemed Ela Saed û Azad Ebdulkerîm, yên ku nû ji girtîgehê hatine berdan. Her du kes di sala 2019an de hatibûn girtin û piştî 7 salan di girtîgehê de, roja Înê, 17ê Tîrmeha 2026an de, hatin berdan.
Şandeya partiyê ji endên koordînasyonê û Rêvebirên rêxistina Kongra Star pêk dihat.
Di dema serdanê de, şandeyê pîrozbahî li Mihemed Saed û Azad Ebdulkerîm kir bi boneya serbest berdana wan û vegera wan li nav malbatên xwe. Herwiha, şandeyê hêviya jiyaneke bi ewle, aram û serkeftî ji wan re xwest,û hêviyên xwe ji bo berdana hemû dîlgirtiyan dan diyar kirin.
Di serdana şandeya Kongra Star de behsa îrade û berxwedana wan a di dirêjahiya salên girtîgehê de kirin û tekezî li ser girîngiya mijara girtiyan kirin. Şandeyê bang kir ku mafên mirovan bên rêzgirtin û hemû girtiyên siyasî bê şert û merc serbest bêne berdan , da ku nirxên dadwerî, azadî û mafên bingehîn werin parastin.
Di dawiyê de her du di serdana malbatên herdû rêhevalan de spasî û rêzdariya xwe ji bo serdana şandeyê kirin,



