
Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, şêx û rûspiyên Kurd û Ereb jî di nav de bi hezaran kesî salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê pîroz kir. Şahî bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkerî û terorê têk bibin û Sûriyeke demokratîk û nenavnedî ava bikin ” hat lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên TEV-DEM, Rêveberiya Xweser, QSD, YPJ û YPG’ê hatin daliqandin û pankarên bi dirûşma şoreşê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatin vekirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho û Telet Yûnis axivîn.
Viviyan Beho a bi zimanê suryanî axivî, salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gelan û ya jinan e, şoreşa parastina nasnameya gelan û têkbirina pergalên serdest e.”
Telet Yûnis jî di axaftina xwe tevahî şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr anîn û salvegera şoreşê li malbatên şehîdan, gaziyên şer û têkoşerên azadiyê pîroz kir.
Yûnis di dewama axfatina xwe de got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hêmanên azadî, demokrasî, edalet û jiyana hevbeş dest pê kir. Li ser van hêmanan jiyana hevbeş ava bû û ji bo pêkanîna armancên hevbeş têkoşîn hat meşandin. Di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat ragihandin û destkeftî hatin bidestxistin.”
Yûnis diyar kir ku gelên herêmê têkoşîna li gorî xeta sêyemîn hilbijartin û wiha got: “Yanî li dijî pergalên serdest me xwe spart hêz û îradeya xwe ya xweser. Me xwe nespart tu hêzî. Têkoşîna me li dijî êrişên dagirkerî û çeteyan dewam dike.”
Telet Yûnis destnîşan kir ku dê gavan ber bi pêkanîna armancên şoreşê û hêviyan gelan ve bidomînin. Her wiha bang li tevahî hêzên demokrat ên nîştimanî yên sûriyeyî kir ku ji bo avakirina sûriyeke demokratîk a nenavnedî diyalogên navxweyî pêk bînin.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê jî di pîrozbahiyê de axivî got, tifaq û yekitiya gelan wê serketina şoreşê, jiyaneke azad û bi rûmet mîsoger bike.
Ubeyd Etê soza şopandina xeta şehîdan da.
Di pîrozbahiyê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo wiha got, Rêberê ku bê navber 25 salê li hember tevahî hişmendiyê dagirker li hember tevahî hişmendiyên desthilatdar berxwedaneke dîrokî dide meşandin.
Rîhan Loqo anî ziman ku ji bo avakirina civakeke demokratîk ji bo avakirina malbateke demokratîk ji bo avakirina netewa demokratîk berxwedaneke dîrokî dimeşîne ji ber vê yekê jî bi felsefeya jin jiyana azadî îro roj şoreşa jin bi berxwedan û rêxistinbûyîna xwe kêliyên azadiyê jiyan dikin , û wiha xpêde çû : ev şoreş ji her demê bêtir bihêztir bûye “Şoreşa me ji tevahî cîhanê re bûye îlham. Wekî jinên Kurd, EReb, Suryan, Ermen û tevahî pêkhate em soz didin şehîdên xweyî pêşeng rêheval Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan rêhevalên meyî tekoşînê Yusra û Rîhan ku em ê li qadên têkoşînê bin ta azadiyê ji bo tevahî gelan pêk bînin û dagirkeriyê têk bibin.
Şahî bi siloganên jin jiyan azadî,bijî şoreşa 19 ê Tîrmehê bi dawî bû.




