
Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê li taxa Nasra li navenda Kongra dewreyeke vekirî ya ku dê heya 10 rojan were bi rêvebirin hat vekirin .
Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser ruhê cangoriyên azadiyê destpê kir.
Piştî axaftina rêvebira Komîteya Perwerdeya Kongra Star a kantona Hesekê “Cenk Şêxo” bi giştî li ser dewreyê û sîstema wê axivî û diyar kir ku armanca kursê guhertina zihniyeta desthilatdariyê ye, di navbera jin û mêr de avakirina wekheviyê ye, avakirina civakeke azad û demokratîke..
Li gel wê, endama rêvebera Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî got, “Di destpêkê de şehîdên 19’ê Tîrmehê bi bîr anî û bi xêrhatina hemû beşdaran kir
di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir, “Em jinên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ne Rêbertî hebûna xwe îspat kiriye ku li dijî hemû êrîşên li hemberî jinan radiweste.





