
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku çirûska wê ji Kobaniya berxwedêr bi pêşengtiya jin veda îro derbasî 14’saliya xwe dibe .
Di van salên dem dirêj de gelek bûyerên bi êş hem serkeftî derbas bûn , bi awayekî hêsanî gelê rojava li Sûriyê nedihişt armanca xwe .
Bi hezaran keç û xortên gelê Kurd ji çar parçê Kurdistanê can xwe ji bo parastina xak û gelê rojava kirin qurbanî .
Bi dehan komkujiyên bê serûber ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatin pêkanîn .
Bi sedan serkeftinên li dijî terora Daişê û gelek aliyên din hatin bidestxistin mîna şikandina xetertirîn terora cîhanê li Kobaniya berxwedêr .
Bi hezaran jinên ku di nav tarîtiya Daiṣê de hatibûn pêçandin hatin rizgarkirin .
Îro jî şoreşa rojava 14 salan li pey xwe dihêle , bi vê boneyê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo şahiyek hate lidarxistin
Şahî di saet 7’an de bi beşdariya sedan xelkê bajarê Qamişlo hate organîzekirin .
Di serî de bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Pıştre ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya PYD‘ê Foza Yûsif salvegera şoreşê pîroz kir û bi bîr xist ku şoreş bi armanca mîsogerkirina mafên gelê Kurd û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên herêmê ji bajarê Kobanê dest pê kir.
Foza Yûsif diyar kir ku şoreş derbasî qonaxeke nû an ku mîsogerkirina maf û destkeftiyan di destûra Sûriyeyê de bûye.
Piştî axaftina Foza Yûsif, hunermend Comerd, Deniz Deman û Koma Stêra Zêrîn stran pêşkêş kirin. Koma Şehîdên Qereçoxê jî hunerên xwe yên foklorîk nîşan da.
Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin û dirûşmeyên berdewamkirina têkoşînê qêriyan.
Di dawiyê de hin stran ji aliyê hunermendên navdar Xozan Cxozanû Deniz Deman ve hatin pêşkêşkirin .
Hherwih stran ji aliyê koma Stêra Zêrîn jî ve hatin pêşkêşkirin.




