KomxebatNûçeSlide

Kongra Star bi dirûşmeya “Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” frumek li darxist

Bi dirûşmeya “Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” jinan komxebatek li dar xist.

Kongra Star bi duruşmeya“Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” li xwarîngeha Semerqend li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê komxebatek li dar xist. Gelek jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakurê Efrîqayê û her wiha bi riya dîmen ji Efganistan, Lubnan, Iraq, Misir, Fîlîstîn, Sûdan, Tûnis û Mexrib beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi 5 sernavên ‘Pêşketinên siyasî’, ‘Qirkirina jinan tê çi wateyê’, ‘Deskeftiyên ku şoreşa jin bidestxist’, ‘Parastina deskeftiyên şoreşa jin’ û ‘Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên şoreşê biparêzin’ hate lidarxistin.

Beşa yekemîn a komxebatê ya bi sernavê pêşketinên siyasî ji aliyê Endama navenda Furat a lêkolînan Çinar Salih ve hate nirxandin.  Çinar Salih wiha got: “Hemû cîhan di nava aloziyek mezin de ye. Herî zêde jin ji vê aloziyê bandor dibin. Şoreşa Jin guhertinek dîrokî bi xwe re anî û di her qadê jiyanê de cih girt, bû mînak ku jin îro di qada siyasî de rolek mezin dilîze û guhertinan pêk tîne. Çareseriya hemû aloziyan rêxistinbûyîne. Divê jin li tevahî cihanê bi tekoşînek hevpar xwe birêxistin bikin da ku em bikaribin ji van aloziyan re bibin bersîv.”

Piştre nivîskar, rojnemevan û rêveberiya Edîtora Rojnemeya Ehram a Misir Esma Hisênî bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bû û derbarê di qada siyasî de rola jinan û bandora guhertinên siyasî li ser jinan nîqaş da meşandin.

Beşa dûyem de ‘Wateya qirkirina jinê’ ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer hate vegotin. Emîna Omer wiha mijarê nirxand: “Zihniyeta baviksalarî dibe sedema ku jin digihe asta qetilkirinê. Ev bi xwe qirkirinek li dijî hebûna jinê ye. Hişmendiya ku li ser civakê tê ferzkirin jinan dike hedef. Civaka ku jin têde kole be ew civak kole ye. Lewma ji bo ku em rê li ber cureyên qirkirina li ser jinê biseknînin pêwistî bi guhertina hişmendiyê heye. Em civakek bi hişmendiya jina azad bidin avakirin . Ev hişmendî wê jin û civakê ji qirkirinê biparêze. Rêjeya qetilkirina jinan li tevahî cihanê 54 hezar jin in. Di sala 2022’an de nêzî 133 jin bi destê malbata xwe hatine qetilkirin û 82 jin ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin.”

Her wiha nivîskar û çalakvana Sûdanî Bijîşk Sediya Îsa bi riya Zoomê derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Sediya Îsa diyar kir ku qirkirina jinan yek ji rêbazên bingehîn ê qirkirina civakê ye û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevbeş a li dijî qirkirina jinan.

Xala sêyem bi sernava ‘Bidestxistina deskeftiyên şoreşê’ ji aliyê Kordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed ve hate nirxandin. Remziye Mihemed 12’emîn salvegera Şoreşa Jin pîroz kir û got: “Deskeftiyên Şoreşa Rojava bi ked û fedekariya bi hezaran jinên tekoşer û berxwedêr hate bi destxistin. Jinan di Şoreşa Rojava de li hemberî sîstem û hişmendiya baviksalarî serî hilda û xwe birêxistin kir. Bê guman ev gav di bin sîwana fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hate avêtin. Şoreşa Rojava gelek qad sipast xwe û berfireh bû. Hemû qad jî jin tê de pêşengtî kir û heya roja îro jî ev tekoşîn û berxwedanî berdewam dike. Şoreşa Rojava ji bo tevahî jinên cihanê bû mînak.”

Paşê niqaşê derbarê mijarên ‘Çawa jin di Şoreşa Rojava de xwedî rol e û ji bo parastina civakê li dijî  terora DAIŞ’ê şer kir’ nîqaşên girîng hatin meşandin. Her wiha Seroka komela Werda Bitris a Wekhevî ya Lubnanê Marî Nasîf Dibis ku bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bû girêdayî mijarê nirxandin kir û salvegera 12’emîn a Şoreşa Jin pîroz kir.

Beşa çarem ya bi sernavê ‘Parastina deskeftiyê şoreşê’ ji aliyê Berdevka Yekîneya Paratina Jin YPJ’ê Rûksen Mihemed hate nirxandin. Rûksen Mihemed mijarê wiha nirxand: “Dema em bêjin şoreşa jin divê em berxwedan û tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bînin ser ziman. Şoreşa Rojava şoreşek guhertin û veguhertinê pêk anî, şoreşek guhertina zihniyetê ye. Rêjîma Sûrî hewl da ku di navbera pêkhateyên herêmê şer bide çêkirin û tevliheviyan çeke, lê ji ber ku şoreşa guhertina zihniyetê cihê xwe girt, nikarîbûn armancên xwe pêk bînin. Bersiva wê yekîtiya gelên herêmê ye, dema êrişek li ser herêmê pêk tê hemû pêkhate dibin yek û xaka xwe diparêzin.Avakirina YPJ’ê yek ji deskeftiyên herî girîng yê vê şoreşê ye ku her jin ji her pêkhate di nava xwede hembêz dike û li hemberî êrîşan şerek yê berxwedaniyê dide meşandin. Sîstema Hevserokatiyê, zagonê jin di Rêveberiya Xweser de ji bo tevahî cîhanê sîstemek nû û mînak e. Şoreş bi pêşengtiya jina Kurd destpêkir û xwe sipart dîrokek xwedî tekoşînek salan e. Lewma deskeftiyên şoreşa jin mîrasa ked û tekoşîna jinên pêşeng yê di dîrokê de ne. Ji bo em bikaribin deskeftiyên xwe biparêzin, divê em xwe baş birêxistin bikin. Em bi tekoşînek hevpar kar û xebatê xwe bikin da ku em bikaribin xwe biparêzin. Jin li ku derê mafê wê were xwarin erka her jinekê ye ku xwedî li mafê xwe derkeve.”

Piştî nirxandinên Rûksen Mihemed niqaş li ser girîngiya parastina deskeftiyên şoreşê hate kirin. Rêveberiya Têkliyên Giştî Komela Jin a Alîkariyê Suad Ebid Rehman a ku bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bû nirxandinan li ser mijarê bipêş xist.

Di beşa pêncemîn a komxebatê de têkildarî mijara ‘Bi tekoşîna hevpar çawa deskeftiyên şoreşê biparêzin’ endama Komeleya Jîn a jinan Buşra Elî ya bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bûbû nirxandin kir. Buşra Elî wiha got: “Deskeftiyên Şoreşa jin bi tekoşînek hevpar wê were parastin. Şoreşa Jin bi tekoşîna jina Kurd nav û deng bû. Şoreş şoreşek ne tenê leşkerî ye, şoreşek xwedî fikirek û rêxistinbûyînek e. Ger ev şoreş xwe li ser fikir û rêxistinek xurt ava nekiriba nekarîbû bigihîje vê astê. Lewra xwedî derketina li vê şoreşê di pêşxistina fikir û rêxistinbûyîna jinan li tevahî cihanê ye. Şoreşa Rojava ji bo her jinek hêz û çirûska azadiyê ye.”

Komxebata Kongra Star bi daxuyaniykê bi dawî bû

daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya têkîliyên Siyasî û Demokrasî Rûken Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Komxebat di demek hesas ku jin di rewşa şer de rastî zor ,zehmetî û tundiyê tê. Armanca sereke ji komxebatê ku yekîtiya jinan û tekoşînek hevpar bidin avakirin. Dem dema parastina deskeftiyên şoreşa jinê ye lewma peyamên me ku em jin hemû bibin yek û li hemberî zihniyetên qirkirina hebûna jinan di bin çi navê de be em bisekinin. Di riya vê komxebatê em piştgirî didin tekoşer Bexşan Ezîzî ku biryara ji aliyê dewleta Îranê ve biryara darvekirinê derheqê wê de hatiye dayîn. Em biryara wan şermezar dikin û dibêjin sîstema Melalî li Îran sîstemek xetere li ser hebûna jin û civakê. Bi navê olî dixwazin jinên pêşeng, azadîxwaz tune bikin.

Di komxebatê de ev biryar hatin girtin:

-Rêxistinbûyîn û tekoşîna ji bo pêşxistina îdeolojiya azadiya jin.

-Jin li rastiya xwe vegere da ku em deskeftiyên şoreşê biparêzin û deskeftiyên nû bidestbixin.

.Piştgirî ji bo tevlîbûn û mezinkirina hêza leşkerî da ku em deskeftiyên şoreşê biparêzin.

-Hemû sazî û dezgehên jinan xwe erkdar bibînin ji bo pêkanîna hevpeymana civakî a jinan ji ber ku di riya wê de pêşerojek azad were avakirin.

-Hemû sûcên şer yên li dijî jinan û qirkirina wê werin belgekirin.

-Em bighêjin wê baweriyê ku hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina jinan e.

-Hedef girtina pêşengê şoreşê qirkirina jinan û civakê ye.

-Pêşxistina hişmediya jinan li ser esasê zanista jinê û danasîna zagona malbatê.

-Vekirina dewreyan ji bo pêşxistina jinan di qada leşkerî taybet erka xwe parastin.

-Rastiya ol were nasîn û dûrî hişmendiya olperestî parastina mafê jin.

-Tekoşîn ji bo parastina ekolojî ji ber ku qirkirna xwezayî bi qirkirina jinê ve girêdayî ye.

-Rêgirtina li ber cureyên tundiyê û ji bo jinên ku tundî li ser wan pêk tê navend û cihên pêwist ji bo wan werin vekirin.

-Kesên sûncên qetilkirina jinan pêk tîne were cezakirin û ev sûc bi nave namûs û hwd… neyê dîtin.

-Pêşxistina jin di qada siyasî de, gerek jin di qada siyasî xwedî hêz be da ku wekhevî û demokrasî were avakirin.

– Di tevahî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pêwistî bi hevpariyek jinan heye. Gerek çalakiyên hevpar werin kirin.

-Avakirina konfederalîzma jinan a demokratîk ku jin bikaribe ji her welatî cih bigre û niqaş bike.

-Em bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bawerin û li ser vê bingehê emê xwe birêxistin bikin û tevahî civakê bidin rêxistinkirin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “ Jin, Jiyan, Azadî “ bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button