
Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Qamişlo li Akademiya Şehîd Beng ya taxa Qeddorbek bi navê şehîd Sîwan Fatimê bi amadebûna rêveberî û endamên Kongra Star dewreyeke perwerdeyê ya vekirî ji bo 15 rojan hatibû vekir
Di kursê de dersên bingehîn hebûn,ji wan jî evbûn:
Jin û rêveberî
Girîngiya perwerdeyê
Şêwe-xitabet
Çand û exlaq
Neteweperestî
Zayendpererstî
Rastiya serokatiyê
Şerê taybet
Rêziknameya hundurîn ya Kongra Star
Jin û şoreş
tenduristî
Şerê Gel ê Şoreşgerî
Zanista jinê Jineolojî
Nirxandina di derbarê dewreya perwerdê de
waneya li ser jin û rêveberiyê ji aliyê rêveberiya Kongra Star a kantona Qamişlo Ibtîsam El-Hisên ve hat dayîn: “Armanca vê dewreyê bilindkirina zanista jinan di warê fikrî û rêveberî de û guherandina zihniyeta hezar salan û kevneşopiyên ku têde hene û zîhniyeta ku li ser civak û jinê serdest bûye, ji bo ku jin xwe di vê cudahiyê de nas bike û bikaribe xwedî îrade bibe û xwe pêş bixe.
Waneya rêziknameya hundirîn a Kongra Star ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star a kantona Qamîşloyê Şaha Xelîl ve hat dayîn Şaha di waneya xwede li ser rêziknameya Kongra Star rawestiya herwiha li ser esasê rêziknameya bingehîn û xwerêveberiyê bi hemû jinên gelan re bi birêxistin dike. çand, ziman û baweriyên cuda û rêxistinbûna wê li ser bingeha stratejiya neteweya demokratîk, derbaskirina navendîbûnê û bidestxistina azadiyê ye, herwiha ji bo jin û gelên cuda edalet û wekhevî pêk tê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî nêrîna jinê esas digire.
Şaha axaftina xwe wiha domand:
Armanca Kongra Star
Xebatên Kongra Star
bingehên giştî
Endamtiya rêxistinê û prensîbên tevlêbûnê:
Erkên endam
Di derbarê mafên endamtiyê de
Struktura rêxistinî û mekanîzmaya xebatê:
Komun, meclîs, akademî û kooperatîf
Komîte (Komîteya Perwerde û Akademiyan, Komîteya Civakî, Komîteya Siyasî, Komîteya Têkilî û Peymanan, Komîteya Parastina Cewherî, Komîteya Maf û Dadê, Komîteya Aboriya Komîn, Komîteya Dareyî, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Ekolojî)
Mekanîzmaya rêxistinî ya Kongra Star (Kongre, Meclîsa Kongra Star, rêveberiya Kongra Star, Koordînasyona Kongra Star)
Hikmên giştî.
Di axaftina bi dawîkirina dewreya perwerdê endama koordînasyona Kongra Star Sozdar Efrîn wiha xitabî beşdarvanên perwerdê û mêvanan herwiha malbata Şehîd Sîwan Fatimê û tevahî şehîdê tevgera azadiyê kir û wiha got:Dewreya di 30/7/2024an de bi amadebûna malbata şehîd Sîwan Fatemî bi dawî bû û Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo, herwiha Endama Koordînasyona Kongra Star Sûzdar Efrînê di dîwanê de cih girt û axaftina girtina dewreyê kiri û wiha got:Di 13ê Tîrmeha 2024an de dewreyek perwerdê ya vekirî li bajarê Qamişlo bi navê şehîd Sîwan Fatimê hatibû vekirin ku ev dewre bi tevlîbûna rêveber û xebatkarên Kongra star hatibû despêkirin ,herwiha Sozdar Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku jin bi xwe xwedî wateyeke pir giringe hebûneke jê negere,em dikarin vê pênaseyê ji bo Şehîd Sîwan jî bikin ku kesayetek û jineke bi her awayî xwedî berpirsiyartîbû di ber malbata xwe de di heman demê de di erk û xebata xwe ya di şoreşê de ,em dikarin bêjin ku dayik û hevrê Sîwan xwedî fedekariyeke mezinbû hem erka xwe di nava civakê û malbata xwede pêk dianî hem jî di nava kar û barê şoreşê de xwedî li berpirsiyartiyên xwe derdiket.
Sozdar wiha pêde çû û got:dayik û hevrê Sîwan li ciyekî wiha de kar dikir ku bi avakirin û sererast kirina insanan re mijûl dibû û dixebitî lewra em ji vê re dibêjin fedekarî ,jinên bê hêz û bê çare ew jin dikirin xwediyê hêz û vîn,da ku ew jin bikaribe ji pirsgirêkên ku ew û malbat û civaka wê pêre rû bi rû tê bibe hêza çareseriyê,hevrê Sîwan perwerdekarek bû kesayet avakerbû ,em jî niha di hizûra Şehîd Sîwan de weke jin ku îro li vir xwe li ser şopa we şehîdan perwerde dikin û kesayeta xwe ava dikin û em dibêjin ey şehîd Sîwan bila çavê we li pişt we nemîne bila dilê we şad be ku emê heya nefesa xwe ya dawî di kar erk û têkoşîna xwede xwedî li daxwaz û xewin û xeyalên ku we kiribû armanc li pêşiya xwe ,ji bo ava kirina jinên bê qisûr ku bibin pêşengên têkoşîn û bîrdoziya azadiyê emê bibin şopdarê rêya we û bi sedan jinên xwedî hêz û vîn ava bikin em vî erkî didin ser milê xwe heya serkeftinê dom bikin .
Endama Koordînasyona Kongra Star Sozda Efrîn di berdewamiya axaftina xwede bal kişand ser wate û giringiya perwerdê û wiha got:em her demê dibêjin ku pêwîstî bi xwe perwerde kirinê heye ji ber ku perwerde mîna nefesa jiyanê ye çawa ku insan nikare bê nefes jiyan bike di heman demê de mirov nikare bê perwerde jî jiyan bike ,herwiha ji bo ku insan bijî pêwîstiya bi nan û avê heye ewqas jî pêwîstiya bi perwerdê heye.perwerde ji bo insan di du mijaran de gelek girîng e ,yek jê perwerde dibe sedema bi hêz û nuhkirina agahiyan di aqlê mirov de û dibe derfetek ji bo ku insan xwe di aliyê gelek karan de li pêş bixe,ji bo nûbûn di warê hişmendî de were çêkirin,herwiha perwerde dibe sedema ku nêrîna mirov li li rastiya civakê û çareserkirina pisgirêkan re zêdetir nêzî rastiyê be ,ji ber ku dema insan di hişmendî de xwe nû neke û hêza xwe ya şîrovê û analîz kirinê kur nebe ewê nikaribe çareseriya rast dayne holê wê nikaribe xalê dayne ser tîpê ,wê ew dem nikaribe dermanê rast dayne ser birînê.
Sozdar di axaftina xwe de eşkere kiri :ku mijara duyek a ji giringiya perwerdê ewe ku kesayet xwe pê ava dike û dikare bibe xwedî ast ,ji bo ku kesayet xwe ava bike pêwîste xwe nas bike ,ji ber dema kes xwe nas neke ewê nikaribe derora xwe ne jî civaka xwe nas bike ewê nizanibe wateya jiyanê jî ,ji bo kes xwe bizane û xwe nas bike pêwîste ji xwe van pirsan bike
1-min çawa jiyan kir?
2-ez çawa jiyan dikin?
3-pêwîste ez çawa bijîm ?
Ji ber ku niha em jinên li vir amade xwedî erk û berpirsiyarin ji bo bi cih anîna erkên xwe pêdivî bi ji xwe pirs kirina van pirsan heye .
Endama koordînasyona Kongra Star Sozdar Efrîn wiha axaftina xwe bi dawî kir :di şoreşeke weke şoreşa Rojava Bakur û rojhilatê Sûrî ji bo paratina destkeftiyên wê em xwedî erkin ku bi her awayî em di pêşengiya civakê de rol bileyzin ,lewra pêwîste em ji hundir mala xwe de destpê bikin û her jinek di hundur civakê de bi rêxistin bikin û dubare em minnetdariya xwe li beran şehîdan tînin ziman û di huzura malbata Şehîd Sîwan de bejna xwe li beranber malbatên hemî şehîda ditewînin û em dibêjin ku wê soza me piratîka mebe .
perwerde bi şahiyekê bi dawî bû





