DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Çalakîya neviyên Iştar pilanên faşîzmê vala derxist û pariya wan di Qirika wan de hişt

Kongra star bi boneya salvegera Duyemîn çalakîya fedaî a Şehîd Sara Tolhildan û Ruken Zelal bi daxuyanîyekê bi bîrxist û da dîyarkirin ku Bi pêşengtiya van jinên qehreman destan hatîye nivîsandin.

Şehîd Ruken Zelal û Sara Tolhildan di şeva 26’ê Îlona 2022’yan de li navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya bajarê Mêrsîn ê Tirkiyeyê çalakiyek fedayî pêk anîn.Daxuyaniya ku di vê derbarê de hatiye nivisandin wihaye:

“Bi sedan salin gelê kurd li hember siyasetên tunekirin û qirkirinê li ber xwe dide û tekoşîn meşandine û bi tayabet dewleta Tirkî dagirker ku li dijî tevgera azadiyê bi hemû rêbazên şer û bi çekên qedexekirî êrîşî çiyayên azad dike, li hêleke din kesên ku pêşengtiya xeta azadî û demoqratiyê dike wan digre û di zindanan de işkence dike û hemû rêbazên tundiyê li ser wan pêk tine. Ev hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê di bin çavdêriya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan pêk tên bê yî ku tu bertek ji wan derkeve.”

Kongra star dîyarkir ku Ş.Ruken û Ş.Sara bi fikrê jina azad xwe perwerde kirin û wiha got: “Lewma careke din îradeya jina azad  derket pêş ku dikare li hember çi hêzê be, bi ser bikeve û serkeftinê bi dest bixe. Çawa Ş. Zîlan li hember komploya ku li ser Rêbertî û gelê Kurd hatibû pilankirin bi çalakiya xwe ya fedayî vala derxist û dewleta Tirkî a faşîst matmayî û bê bawerî hişt, careke din du kulîlkên Kurdistanê, du jinên leheng Sara Goyî û Ruken Zelal ku bi fikrê jina azad û fedekar hatibûn perwerdekirin û siyaseta dewleta faşîst a ku li dijî Gerîla  di çiyayên azad de û girtiyên zindanan de, çalakiya xwe ya fedayî bi awayekî pilankirî û bi rêk û pêk di 26,ê Îlona 2022, an li hemberî navenda polîsan a li navçeya Mezîtê ya Mersînê a li Tirkiyê pêk anîn, bê yî ku zirar bigihêje sivîlan, aramanc ew bû ku xwe bighînin hêzên tora istîxbaratên dijmin û bi rengekî sekeftî gihiştin armanca xwe.”

Kongra Star da zanîn ku çalakîya Jinên berxwedêr planê AKP-MHP vala darxist û wiha pêde çû: “Ev çalakî bersiva kiryarên dewleta Tirkî a faşîst a ku dixwaze careke din kurda ji kokê ve rake û tune bike û nirxên ku ji nû ve hatine vejînkirin ji hole rake, di rêya pişaftina ziman, çand, dîrok û nasnameya gelê kurd da.

Ev çalakiya ku bi destê van jinên berxwedêr hatî kirin hişt ku pariya AKP-MHP ya faşît di qirika wan  de bimîne ku hewil da encam û bandora vê çalakiyê veşêre. her wiha xwest bi rêbazekî qirêj Rojava bi vê çalakiyê tewanbar bike, lê ev pilana wê vala derket.

Bi fedaîtiya Ş.Sara Tolhildan ya ku li navçeya Qilbanê ya Şirnexê jidayîk bûye ku di nav malbateke ji eşîra Goyî  ya welatparêz li xaka Botanê bi hişmendî û çanda kurdîyatiyê mezin bûye. Ş.Ruken Zelal ku li rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û li bajarê Qamişlo mezin bûye, ji destpêka şoreşa Rojava ve tevlî şoreşê bû û di sala 2014,an de berê xwe da çiyayên azad,û li wir perwedeya şervanên nû dît.”

‘Nevîyên Iştar lehengên wekî Zîlan, Sara û Ruken  diafirînin’

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwede teqezkir ku wê li ser şopa Ş.Zîlan, Sara û Ruken’an  azadîya Rêberê gelan Abdullah Ocalan û hemû civakan misoger bikin û got: “Bi pêşengtiya van jinên qehreman destan hatin nivîsandin. Neviyên Iştar YJA Star îro li çiyayên azad bi dehan lehengên mîna Zîlan, Sara û Ruken diafirînin da ku li hember dijminê jin û mirovahiyê têkoşîn û berxwedanê bidin meşandin heta ku ev zihniyeta netewperest û zayendperest bê guhertin û em jî wekî rêxistina jin di rojavayê Kurdistanê de em ê her tim xeta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û azadiya Rêber Apo , hemû jinan û civakan misoger bikin”

 

 

Related Articles

Back to top button