
Kongra star ya kantona Efrîn-Şehba civîna xwe ya du salan li navçeya Tilrifet bi amadebûna xebatkar û rêvebirên kongra star lidarxist.
Di dîroka 22/10/2024 an de kongra star a navçeya Tilrifet civîn xwe ya du salan bi beşdarbûna rêvebir û xebatkarên kongra star, meclîs, Edaleta jin , komîteya perwerdê ,saziya malbatên şehîdan lidarxist.
hola civînê bi wêneyên Rêber Apo û şehîdan hate xemlandin
civîn bi deqeyek rêzgitin ji bo cangoryên azadîyê rawestiyan dest pê kir
piştire Rapora du salan a kar û Xebata kongra star hate xwendin di derbarê nirxandina raporê de beşdarvanan nêrîn û pişinyarên xwe anîn ziman.
Di encamê de hate pêşinyarkirin ku divê asta kar bilindtir bibe û xebatên xwe di nava navçeyê de berfirehtir bikin herwiha ji bo jinan bibin hêzên çareseriya pirsgirêkên wan.
di dawiyê de civîn bi hilbijartininê koordînasyonên kongra star a navçeya Tilrifet bi dawî bû di encamê de 3 kes ji bo koordînasyonên hetin erkdarkirin
civîn bi diruşmeya bê Serok jiyan nabe jin jiyana azadî bi dawî bû.




