
Kongra Star bi beşdariya bi dehan endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJˈê civîneke berfireh li nivîsgeha PYDˈyê ya li bajarê Hesekê li dar xist.
Di civînê de endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axivî. Emîne zihniyeta baviksalar “wekî bingeha belavbûna tundiya li ser jinan nirxand û got “Tundî li cihekî û zemanekî sînordar nin e, lê belê pirsgirêkeke cîhanî ye girêdayî zihniyeta baviksalar a desthilatdar. Bi guhertina vê zihniyetê civakeke azad û demokratîk ava dibe.”
Emîne Omer felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku di sedsala 21ˈê de hatiye derketiye wekî ˈˈpêngaveke dîrokî ber bi xurtkirina têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan û avakirina civakeke bêtundî veˈˈ nirxand.
Beşdaran jî ku nêrînên xwe anîn ziman, têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya wan û rêbazên bidawîkirina van astengiyan vegotin.
Piştre berdevaka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Duha Ehmed nameya şehîda fedaî Asya Alî xwend.




