CivînNûçeSlide

Li Bajarê Kobanê Derbarê 25’ê Mijdarê de Civînek Hat li Darxistin

Li Bajarê Kobanê Tekildari çalakiyên 25' Mijdarê bi diruşmeya 'Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadi Xwe Bi Parêze' Civînek hat li darxistin.

Civîn bi pêşengîya Kongra Star ve li navçeya Qinê a bajarê Kobanê bi beşdarbûna sedan kesan ve pêk hat.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê, rûniştin ji aliyê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Zîyad Elî, Endama Tev-Dem (Tevgera Civaka Demokratîk) Hedlê Hisên û Hevseroka Navçeya Qinê Suad Şêx Demir ve hat bi rêvebirin
Piştre Suad Şex Demir xêr hatina mevanan kir.
Her Wiha Hevseroka Tev-Dem ê Hedlê Hisên jî balkişande ser zext û zilimdariya li ser Jinan, û diyarkir ku li hemberî êrîşên mêrperest ku bi daxwaza çewisandina Jinê pêk tinin bi tekoşîna Jinên Berxweder ve wê têk biçe.
Di beşa duyemîn a Civînê de jî Hevserokê Desteya Çand û Hunerê Zîyad Elî Balkişande ser Diroka Tundîyê û Tekoşîna Jinên Tekoşer ku di uxira azadiyê de ruhê xwe fedakirini.
Di dawiya Civînê de Navenda Çand û Hunerê a Baqî Xido, Şanoyek pêşkeş kir.
Civîn bi diruşmeya “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button