ArşîvDîplomasîNûçeSlide

Kongra Star serdana Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kir

Duh (05.12.2024) Kongra Star serdana Koalîsyona Navdewletî a li dijî DAIŞ’ê, li Bakur û Rojhilatê Suriyê kir.

Kongra Star derbarê  êrîşên li ser Heleb, Şehba û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biryara darvekirinê ji aliyê Rejîma Îranê ve a li ser Werîşe Miradî û Hemû Jinên girtîgehê de, bi daxwaza helwestekî dîyar 2 peyam radestî Koalîsyona Navdewletî kir.

Di metna Peyama 1 de ku tekildarî êrîşên li ser Heleb, Şehba û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wiha hat gotin:

Weke tevgera jinan a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ji bo civakeke demokratîk a herêmê ku cihêrengiya olî û çandî têde ye, têdikoşin. Dibe ku we ji nêz ve bûyerên Heleb û Şehbayê, êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û pêla xelkên ku ji herêmê derbider bûne ji nêz ve dişopînin.

Di 27ê Mijdarê de, çend hezar terorîstên cîhadî ji Heyet Tahrîr el-Şam, yek ji rêxistina El-Qaîde li Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike, ji nişka ve êrişî gundên derdora Helebê kirin û di 29ê Mijdarê de hema hema tevahiya bajêr kontrol kirin. Rêyên girîng hatin girtin û navçe ji deverên din qut bû. Wêneyên li ser medyaya civakî di bîra DAIŞê de ne. ev jî Heman şervan in, heman dirûşme û heman rêbazên terorê ne.

Welatiyên li kampên koçberan ên li Şehbayê dijîn ji sala 2018’an û vir ve ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo parastina gel ji qirkirinê hatin xilas kirin û niha careke din rastî zilmê tên. Em bi heman awayî ji wan kesên ku di gund û taxên Helebê yên dorpêçkirî de asê mane bi fikar in.

Di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de ku bi îdeolojiya xwe ya dijmirovî û mêtînger, bi sûc û komkujiyên xwe yên li Rojhilata Navîn û cîhanê gel û civakan ditirsîne, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji sala 2014’an û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parastina nirxên bingehîn ên civakî, demokrasî û azadiyê dike. Ev şer li dijî DAIŞ’ê hatiye kirin û tê kirin, lê bi çi navî ku îro cîhadîstên îslamî di bin de şer dikin, divê şer li dijî hemû hêzên terorîst ku li vir bi heman rêbaz û birdoziya DAIŞ’ê tevdigerin, be.

Pêwîstî bi lezgînî bi tedbîran heye ji bo ku hovîtiya ku DAIŞ li dijî Êzidiyan, cihêrengiya olî û çandî û bi taybetî li dijî jinan pêk tîne ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve neyê dubarekirin, pewîstî bi helwestekî zelal heye . Em bang li we dikin ku hemû derfet û îmkanên xwe bikar bînin da ku bi hevkarên xwe yên herî demdirêj di Hêzên Sûriya Demokratîk re kar bikin.

Di Metna Peyama 2 de jî derbarê Biryarên Îdamê ku ji hêla rejîma Îranê ve li ser Jinên çalakvan hatiyi  girtin, wiha hat gotin:

Em weke tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê li herêma xwe, li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê ji bo maf û azadiya jin û civakê têdikoşin

Komara Îslamî ya Îranê jî bi siyasetên tundrew ên îslamî, jinan û demokrasiya gel û çandên herêmê bi tundî dike armanc. Yek ji welatên herî navdar ê cîhanê ye ku cezayên darvekirinê li dijî jinan pêk tîne. Tenê di sala 2023’an de herî kêm 24 jin hatine îdamkirin û gelekên din jî di bin xetereyê de ne. Gelek ji wan winda bûne û çarenûsa wan ne diyar e. Îran cezayê îdamê wekî amûrek ji bo tolhildan û tepeserkirina sîstematîk bi kar tîne, û bi berdewamî cezayan dide piştî darizandinên neadil ên ku li gorî pîvanên herî kêm ên pêvajoya dadrêsî ne. Piştî Serhildana Jin, Jiyan û Azadiyê hejmara darvekirinê pir zêde bûye.

Em bang li hemû endamên Koalisyona Navnetewî yên ku bi parastina nirxên bingehîn ên civakî, demokrasî, azadiya jinan û mirovahiyê re ne dikin ku Em vê erkê tenê weke erkekî leşkerî nabînin, di serî de berpirsyariyeke siyasî ye ku dikeve ser milê hemû gelên azadî û demokrasiyê. Di vî warî de em îro daxwaz ji we û hemû endamên hevpeymaniya navdewletî dikin ku ne tenê bi gotinê lê wek prensîbeke bingehîn vê berpirsyariyê bi cih bînin.

Darvekirina Werîşe Muradî û Pêxşan Ezîzî hê jî dikare bê astengkirin. Ji ber vê sedemê divê bi lezgîn tedbîr bên girtin. Em bang li we dikin ku hemû hêz û derfetên xwe ji bo rawestandina darvekirina wan û hemû jinên Îranê bi kar bînin. Berpirsiyar bin û soza xwe bi cîh bînin!

 

Related Articles

Back to top button