
Daxiyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya wê ya faşîst a heya îro bi şer, hovîtî û komkujiyan li ser piyan maye, careke din berê çeteyên xwe da gelên Sûriyeyê. Ji ber êrîşên ji 27’ê Mijdarê ve bi deh hezaran welatiyên me ji deverên weke Şehba, Til Rifat û Helebê ji bo komkujiyan werin parastin ji hêla şervanên QSD, YPG û YPJ’ê neqlî herêmên Rêveberiya Xweser hatin kirin.”
Daxiyaniyê balkişande ser Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Bê guman kesên kêmekî jî ji fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo fêm kiribe û xwe li gor wê gûrçûpêç kiriye dizane ku Rêbertiya me û şervanên Rêbertiyê beriya her tiştî hewl didin gelan ji qirkirin û komkujiyan biparêzin. Tevgera li ser vî esasî ava bûye jî beriya her tiştî parastina canê mirovan esas digire. Bi sedan şervanên azadiyê ji bo gelên me ji qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin bi hemû derfetên xwe ketin nav hewldanan, şehîd û birîndar dan.
Weke Rêbertiya me jî timî diyar dike wê berxwedan û têkoşîn ji sedî sed me bigihîne serketinê. Bi vê hêvî û baweriyê em gelên xwe silav dikin. Weke gaziyên şer em diyar dikin ku li hember hemû êrîş û dagirkeriyan em ê di refên herî pêş de gelên xwe biparêzin û têkoşîna wan bi serketina herî pîroz tacîdar bikin.”
Daxiyaniyê banga piştgirî û alîkariyê ji bo gelên koçber kir û wiha bi dawî kir: “Li ser vî esasî û li gor vê rastiyê di serî de gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li tevahî gelên azadîxwaz dikin ku ji bo xelkên me yên ji ber êrîşan neçar mane cih û warên xwe terk bikin, ya ji destê wan tê teqsîr nekin. Bi hemû derfetên xwe xwedî li wan derkevin û alîkariya wan bikin.”



