DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star :Li hember Biryarên Darvekirinê Dem Dema Hevgirtinê û Bilindkirina Têkoşîna Azadiyê Ye

Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya rêjîma Îranê di derbarê Werîşe Muradî de birî, bi daxuyaniyekê şermezarkir û bang li sazî û rêxistinên cîhanê kir ku berpirsyariya wan a exlaqî û zagonî ye ku vê biryarê rawestînin.

 Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê (2024) de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî.

Berfirehiya daxiyaniya Kongra Satar wiha ye: “Em li beranberî qonaxek dîrokî ne, kêliyek ku daxwaz dike ku em hemû bibin dengek li hember mekanîzmayên zulm û îdamê ku rejîma Iran bi kar tîne da ku her daxwaza azadiyê bêdeng bike.  Metirsiya pêkanîna cezayê darvekirinê ya li dijî çalakvana jin Warîşa Muradî di rojên pêş de ji bo me hemûyan zengila hişyariyê ye. Ev hukma neheq a ku rêze mêtingeriyê temam dike, ev yek pêkanîna zihniyeta paşverû ya ku xwe dispêre polîtîkayên tinekirin û tolhildanê yên li hemberî jinên ku cesaret dane li hember mêtingeriyê rabin.”

‘Yên Zîhniyeta Serdest Bihejînin Jin in’

 Daxuyaniyê destnîşan kir ku jinên di tekoşîna xwe de bi biryarin dibin hedefa rejîma Îranê û wiha domkir: “Warîşa Muradî li gel Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û jinên din ên têkoşer, sembolên têkoşîna jinan a ji bo rûmet û azadiyê li hemberî rejîmeke ku jinê wek metirsiyê li ser hebûna xwe dibîne, temsîl dikin. Rejîm ji bo tunekirina serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku veguheriye qîrîneke cîhanî ya ku sînorên Kurdistan û Îranê derbas kiriye, ji bo ku hêviyên jinan û gelên bindest hember zulm û koletî ji holê rabike, Îdamê pêk tîne.”

‘Dengê Jinan Bi Cezayên Darvekirinê ve Nayên Qut kirin’

Daxiyaniyê Bang li hemû rêxistin, komele, partî û tevgerên jin û azadîxwazan kir ku li hemberî sucên hovane ê li ser Jinan, xwedî helwestbin û got: “Wek Kongra Star em bang li hemû tevgerên jin û şoreşger, rêxistin û hêzên demokratîk yên cîhanê dikin ku hember vî sûcê hovane rabin ser piyan. Bêdengiya civaka navneteweyî û têkçûna saziyên mafên mirovan, tevlîbûna nepenî ya van sûcan e. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku helwesta xwe ya zelal û bi biryar nîşan bidin, li dijî vê rejîma paşverû têkoşînê mezin bikin û dengê jinên ku bi cezayên darvekirinê neyên girêdan û bi qefesan nayên bêdengkirin, bilind bikin.”

‘Ne Avêtina Gavên Cîddî Hevkariya Mekanîzmaya Tundî û Zilmê ye’

 Her wiha daxuyaniyê îşaret bi bêdengiya Rêxistinên mafê Mirovan û Rêxistinên Navneteweyî jî kir ku li hemberî mekanizmayên zulmê wan ezimand li ser erka wan a mirovahiyê û wiha pêde çû: “Her wiha em peyameke zelal didin sazî û dezgehên pêwendîdar bi taybet Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û Dadgeha Tawanan a Navdewletî ku bêdengiya xwe ya bi guman bişkînin û erka xwe pêk bînin. Berpirsiyariya wan a exlaqî û yasayî ye ku bi lezgînî ji bo rawestandina cîbicîkirina van cezayên neheq û şopandina binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan li Îranê de, bikevin tevgerê. Ne avêtina gavên cidî û bibiryar wê tenê were wateya qebûlkirina berdewamiya mekanîzmayên zilmê û wê bibe îxanet li hemû nirxên mirovahiyê yên ku ji aliyê van saziyan ve tên gotin.”

‘Werîşe Muradî Dengê Hemû Jinên Tekoşer ê Cîhani ye’

Daxuyanî dîyarkir ku Komara Îslamî ya Îranê careke din nîşan da ku di xûsûsên Jin de ew ne Îslamî ye ne jî însanî ye û wiha pêde çû: “Rejîma Îranê bi biryarên xwe yên bêhiqûqî û kampanyayên çewisandinê dixwaze hêviyê di jinan de bikuje û agirê berxwedanê vemirîne. Lê em ji wan re dibêjin: Ev biryar ne dawiya dîrokê be, dê bibe destpêka qonaxeke nû ya berxwedanê ye, qonaxeke ku tê de dengê azadiyê ji hemû dengên mêtingeriyê bilind dibe. Warîşa Muradî ne bi tenê ye, lê ew dengê her jinekê ye ku ji bo cîhanek hîn adil û însanî têdikoşe.”

‘Em ê Nehêlin Tarîtî bi Ser Bikeve’

 Daxuyaniyê teqez kir ku tarîtiya ku li ser Jinên tekoşer tê ferzkirin wê bi yekbûyina xwe a xurt ve ronî bikin û wiha bi dawî kir: “Werin em bi hev re pêşî li pêkanîna vê biryara neheq bigirin û vê kêliyê veguherînin serhildana cîhanî ya li dijî neheqiyê. Jin jiyan e, hedefgirtina wê hedefgirtina hemû mirovahiyê ye. Em ê nehêlin tarîtî bi ser bikeve, ji ber ku em bawer dikin ku azadî wê her tim ji qêrîna jinên berxwedêr rabe. Ji îdamê re na, ji jiyana azad re erê! Jin, Jiyan, Azadî.”

 

 

 

Related Articles

Back to top button