ArşîvÇalakîDaxuyanîNûçeSlide

Li Bajarê Qamişlo bi boneya Salvegera KJK a 20’mîn Dar hatin Çandin

Kongra Star li Bajarê Qamişlo bi boneya salvegera 20'mîn a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK)'ê bi durişmeya 'Azadî Bi Avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Jin Mîsoger Dibe' daxiyaniyek da û piştî daxiyaniyê li ser daxwaziya Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) dar hatin çandin.

Daxiyanî li Baxçeya şehîd  Rîhan a bajarê Qamişlo bi beşdariya hemû sazî û rexistinên Jinan hat dayin

Daxiyaniya ji aliyê hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Hevî Ehmed hat xwendin wiha ye:

“Di kesayeta hevalên Şehîd ê Jin de em hemû hevalên Şehîdên Azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em silavên xwe ê germ, rêz û hurmetê xwe li mîmarê azadiyê ji  Rêber Apo re dişinin. Ev çalakiya me ji bo salvegera damezrandina KJK’ye wek tevgara Jin dibe 20 salin hatiye avakirin li di bingeha de 40 saliye bi fikir û Felsefeya Rêber Apo ve xwe daye pêş.

Hevî balkişande Ser berxwedaniya  Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) ku li hemberî hemû êş û zilmdariyê tu carî serê xwe li hemberî desthilatdariyê nedaniye û wiha got: “ê ku KJK bi temen kiriye jî heval Sakîne Cansiz e ku li hemberî desthilatdariyê li beramberî hemû Êş û Azarê berxwedanîyeke dîrokî da meşandin ku tekoşîna wê di nava hemû cîhanê de deng veda. Her Şehîdek me re soza me a serkeftinê heye ku bê guman bedelên azadiyê girane. Em weke Jinên Bakur û Rojhilatê Surî di heman qadê siyasî Leşkerî û civakî de bi saya wan qehremanan cihê xwe digrin weke Rêber Apo jî qala çandina daran dike dîsa Heval Sakîne Cansiz jî qal dike ku di salvegera KJK de dar, gil, kulilk û beybûn werin çandin. Ji bo pêkanîna xwesteka Heval Sakîne Cansiz weke Jinên Bakur û Rojhilatê Surî, em dest bi çandina daran dikin.”

Çalakiya Jinan Bi durişmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘ Bê Serok Jiyan Nabe’ re bi Çandina daran bi dawî bû.

 Hejayê Gotinêye ku Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di 20’ê Nîsanê 2005’ di van salan de bi nav û şêweyên cur bi cur xwe birêxistin kir û niha bi nasnameya KJKê tekoşîna xwe dide meşandin.Armanca KJKê ew e; li ser bingehê civakî di çarçoveya paradîgmaya Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jinê de rêxistinkirina pergala konfederal a jinan û bi pêşengtiya jinan konfederalîzma demokratîk e. Ji bo vê bi zihniyet û sazîbûnên zayendî re tekoşîn dike.

Her wiha li dijî pergala civakî ya dewleta baviksalar şer dike û pêşxistina nasnameya azad a jinan li hemû qadên jiyanê dike armanc. Ji bo vê jî wekî rêxistinbûyîna konfederal a jinan di pêşengtiya jinan de bi armanca pêşxistina demokrasiya civakî, tekoşîna xwe li qadên birdozî, siyasî, civakî û parastina xwe dewam dike, mezintir dike û rêxistinbûyînên pêwîst ava dike. Li nav hemû pêkhateyên xwe, li gorî koordînasyona xebat û rolan, xebatên xwe dide meşandin.

KJK wekî komalên bêdewlet, ji bo jinan modela rêxistinbûyina pergala demokratîk û konfederal esas digre. Bi rêxistinbûyîna konfederal, ji herêman heta asta cihanî, ji jêr het jor bi modelên rêxistinbûyînên xweser û serbixwe, dike armanc ku rêxistinbûyîna jinê di ser baweriyan, nasnameyan û çandên cuda re pêş dike û azad dike. Li hemberî sazî û têgehên dewlet û yên ku ev jiyan li ser van esasan tahakkum û mêtîngerî çêdike, KJK li ser esasê civaka azad û jina azad, di nava hewldana pêşxistina sazî û têgehan de ye. Tu sazî bê têgeh çênabe.

Ji ber vê jî bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê, xebatên înşaya civakî zêdetir kûr kiriye. Xebatên înşaya civakî redkirina afirandin û daneheven civakê nîne. Her wiha armanca wê ew e ku dûrketîn û xerîbketina ji nirxên civakî ji holê rake. Cewherê civaka exlaqî-polîtîk ji nû ve derxe holê û ji bo pêşxistina wê xebat bide meşandin.

Related Articles

Back to top button