
Êrîşên ku ji aliyê HTŞ û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê (Emşat û Hamzat) ve bi hinceta ‘Bermahiyên Rejîmê’ û ‘Paqijiyê’ hatin kirin, Herî kêm hezar û 614 sivîl hatin kuştin, bi dehan gundên elewiyan hatin şewitandin û bi deh hezaran jî koçber bûn. Bi dehan jin hatin revandin û li ser çarenûsa wan fikarên mezin derketin holê. Xebatên alîkariyê hatin astengkirin û kesên sax mane bê destek man.
Elewî kî ne?
Rehên mezheba elewî vedigere sedsala 9’an ku di nava aloziya siyasî û olî ya cîhana îslamê ya wê demê de derket holê. Baweriya wê ji şîetiya dozdehîmamî û sofîtiyê pêk tê, her wiha bandorên felsefeya gnostîk ku guh dide zanîna hundirîn, li ser wê hene. Elewî baweriya xwe bi Muhammed Îbn Nuseyr tînin ku digot ew dergehê îmamê yazdehan Hesen El Eskerî ye, lewma navê “Nusayrî” li wan hate kirin. Paşê di sedsala 20`an de wek “elewî” hatin naskirin, piştî ku wan xwe nêzî şepêla îslamê ya giştî kir.
Elewî nêzî %10-12 ji nifûsa Sûriyê temsîl dikin, bi giranî li herêmên peravê (Laziqiye, Tartûs, Çiyayên Nuseyriye) dijîn û heta Hums û Hemayê dirêj dibin. Piştî destpêkirina şerê Sûriyê hinek koçberî Şam û Helebê bûn. Li Lubnan, Tirkiye û welatên din ên derdorê jî civakên elewî hene.
Weke gelek komên Sunnî, Împaratoriya Osmanî jî Elewî wekî ji refên Îslamê ne dît û zilm li wan kir, nemaze di serdema Sultan Selîm de di 1516 de Şerê Mercîdabiqê dest pê kir ku Sultan Selîmê Yekem fermanên olî darxistin, hebûna wan dike armanc. Dîsa .di sedsalên 17 û 18 de li ser peravê hemleyên leşkerî yên dubare li dijî elewiyan pêk hatin. Heta îro ji aliyê gelek Misilmanên Sunî ve wek wek ‘zindîq’ hat dîtin. Di dema desthilatdariya Fransî de, Fransiyan elewî bikar anîn da ku di nav hindikahiyên olî de dubendî çêkin, wan bixin nav yekîneyên leşkerî yên taybet. Lê belê, hemû elewî piştgirî nedan Fransiyan; Şêx Salih El-Elî serhildaneke mezin li dijî wan kir û bû lehengek ku Hewl da mezheb û pêkhateyên Sûriyê yên cuda di bin yek ala berxwedana dijî dagirkeriya Fransayê de bi hewîne. Tevî serkeftinên wî yên leşkerî, berxwedana wî nikarîbû li hember hêzên leşkserî ya Fransayê bisekiniya. Di 1921’ê de Şêx Salih El Elî, piştî ku ji hêla hêzên Fransayê li çiyayên Laziqiyê hat dorpêçkirin, neçar me teslîm bibe ku ji bo Dêrazorê hat sigûnkirin.
Malbata Esed ji koma olî ya Elewiyan e. Dema ku Partiya Baas di sala 1963’an de hat ser desthilatdariyê, gelek elewî bi erkên dewletê rabûn û rewşa xwe ya civakî baştir kirin. Lê belê gundên çiyayî yên gundewar feqîr man û binesaziya wan tune. Di salên 1960 û 70-an de gelek elewî tevlî komên muxalefetê bi taybetî Partiya Komunîst bûn û rastî zextên giran hatin. Ev jî nîşan dide ku ji aliyê siyasî ve ne bloka yekgirtî bûn. Di dema bilindbûna komên tundrew ên mîna el-Nusra û DAIŞ de, gelek elewî piştgirî dan rejîmê da ku nekeve bin kontrola cîhadiyan. Hem ji ber vê yekê û hem jî ji ber tundiya mezhebî ya ku ji niha ve dest pê kiribû, di 4’ê Adarê de li dijî hikûmeta Sûriyê ya Ehmed El-Şeraa serhildaneke elewiyan pêk hat.
Di Nava Elewiyan de Jin:
Em dizanin ku jin di heyamên qanûnên olî yên hişk de di jiyana civakî de her tim hatine astengkirin. Hişmendiyeke Paşvero û Gûroh heye ku dengê jinê heram difikire. Lê em ji lêkolînên dîrokî jî dizanin ku gava asayî nexebite, rojek dest pê dike ku awarte xuya bike. Ya ku bê exlaqî jî e ev e. Sedema sereke ya dûrxistina jin ji jiyana civakî, bêbawerî û jinê tenê weke tiştên zayendî dîtin e. Lê di felsefeya Elewiyan de ev yek bi tundî hatiye redkirin û rexnekirin.
Di Elewîtiyê de zewaca ji yekê zêdetir jin qedexe ye. Di navbera jin û mêran de cudahî nîne. Zewaca hulla (sê caran berdan û zewaca bi peymana demkî), muta û îmam nîne. Lêdan û xapandina jinê sedema xirapkirinê ye û dûrxistina ji Elewîtiyê pêwîst tê dîtin. Li vir mêr li ber çavan nehat girtin, berovajî “maf” li ber çavan tê girtin û ferq û cudahî di navbera jin û mêr de nabe were kirin.
Kesên sûcdar:
HTS (Hay’at Tahrîr el-Şam) – Rêxistineke cîhadî ya girêdayî El- Qaîde. Di sala 2017an de hat damezrandin û ji Cebhet El-Nusra derket. Li Idlibê Hikûmeta Rizgariya Sûriyê (SSG) ava kir. HTS bi pêkanînên xwe yên cîhadîst û tevgerên navendîparêz, bingehîn, û mêrperest tê zanîn. Ji aliyê NY, DYA, YE, Tirkiye û yên din ve ew weke rêxistina terorê tên binavkirin.
Firqeya Silêman Şah (Emşat) û Firqeya Hemze (Hemzat) – komên girêdayî dewleta Tirk ku beşek ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ne. Di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de cih girtin, binpêkirinên mafên mirovan û kiryarên tundiyê li dijî jinan kirin, di navê de revandin, destavêtin, koçberkirina bi darê zorê û kuştinên keyfî.
Delîlên niyeta mezhebî
Delîlên berbiçav hene ku motîvasyona mezhebî û bingehîn a olî ya li pişt êrîşan nîşan dide:
- Teşwîqkirina berî êrîşê: Fîlmên ku bi rojan berî tundûtûjiyê hatin belavkirin, elewî wek ne-misilman hatin binavkirin, ku dijminatiya mezhebî gur dike.
- Cûdakarî û tundûtûjîya berê: Sivîlên elewî di destpêka meha Çile de rastî cudakarîya xalên kontrolê hatin û tundûtûjî kirin armanc. Mînak di 14’ê Çile de li Tasnînê 7 mal hatin şewitandin û 6 sivîl hatin qetilkirin. Di 23 Çile de, li çar gundên ku Elewî lê dijîn, çar sivîl hatin kuştin, deh birîndar bûn, û pênc hatin girtin; her wiha sîvîl rastî muameleyên heqaret û xirakirina goran hatin.
- Di dema tundûtûjiyê de, li gelek deveran pirsa ola wan dihate kirin û eger elewî bûna, dihatin kuştin.
- Di nav wan duruşmên ku kesên sunnî di hin vîdyoyan de dema ku elewî qetil dikirin de digotin: “Şerê rizgariyê bû. Niha şerê paqijkirina (Sûriyê) ye”, “Ji Elewiyan re, “em tên we û bavên we bikujin” û “Her kes bi çekan derdikeve, em ê ronahiya rojê nîşanî we bidin.”
- Di destpêka êrîşan de desthilatdariya HTŞ’ê li Şamê bi zimanê xwe, li şûna ku li dijî wê bixebite, nefret û tundiyê teşwîq dikir.
Kronolojiya şîdetê:
Kronolojiya Jêrîn Sedema Herî tund a Tundutujiyê belge dike, li ser bingeha raporên piştrastkirî yên gelek rêxistinên mafên mirovan. Divê were zanîn ku kiryarên şîdetê jî berî û piştî vê çarçoweyê qewimîne, lê di vê kurteyê de cih nagirin û dibe ku hejmar ji ya ku li vir tê ragihandin pir zêdetir be.
Armanc Tundiya Li Dijî Jinên Elewî
Gelek bûyerên revandina jinên elewî hatine belgekirin. Ev jin bêyî agahiyek fermî bi darê zorê hatin revandin, hatin desteserkirin û piştre hatin windakirin. Bi dehan şahid hene ku behsa jinên elewî dikin ku bi rêbazên cuda hatine revandin, yan di rê de winda bûne yan jî bi tundî ji malên wan hatine darxistin. bi taybetî lê ne tenê li herêma peravê. Verastkirina jimaran dijwar e ku texmînên dora 50-100 bûyerên verastkirî hene.
Windakirina wan alarmek krîtîk bilind dike, ji ber ku şêwaza tundiya ku ji aliyê komên cîhadî ve li dijî jinan tê meşandin neynika destdirêjiya sîstematîk a ku ji aliyê DAIŞ ve li jinên Êzidî tê kirin e. Jinên Êzidî jî di nava cîhadiyan de weke “ne misilman” dihatin dîtin û ji bo vê jî weke kole yan jî nesneyekê li bazaran dihatin firotin.
Astengkirina Alîkariya Mirovî
Rêveberiya Xweser 15 kamyon alîkarî şandin ku 4 ji wan ji aliyê jinan ve hatin organîzekirin. Tevî ku rêya wan ji berê ve hatibû koordînekirin jî, ew ji hêzên Amşat li Xanasirê hatibûn girtin, û ji bilî vegerê bê çareyeke din hatibûn hiştin. Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Îptîsam El Hisên ku li cihê bûyerê amade bû wiha got: “Hêzên girêdayî HTŞ’ê du caran bi leşkerên çekdar hatin û xwestin aloziyê derxin. Armanca wan gef li şofêr û xwebexşên ku alîkariyê belav dikirin. Di nava komên biçûk de axaftinên bêhurmetî şofêran kirin. Di xwestin Bitirsînin, bi eşkereyî gotin, ‘Em ê wan ji holê rakin’. Ev hewldanek eşkere bû ku moralê me bişkînin û me bi tirsînin. Lê tevî hemû rêbazên wan jî me bi wêrekî hewl da ku em derbas bibin. Lê tevî hemû hewldanên me jî nehiştin em alîkariyê derbasê peravê Suriyê bikin.”



