HevpeyvînNûçeSlide

Avaşîn Misto: Dive li ser her kêliyên Berxwedana Tişrînê pirtok werin nivîsandin

Hevseroka Desteya Werzişê Avaşîn Misto jî di Berxwedaniya Bendava berxwedanê a Tişrînê de cih girti bû diyarkir ku Dive li ser her kêliyên Berxwedana Tişrînê pirtok werin nivîsandin filîm werin çê kirin û ji cîhanê re werin diyarî kirin.

Avaşîn wiha got: “Ji xwe weke tê zanin ku di 8 çileyê da li bendava tişrinê gelek berxwadanî hate despê kirin di kesaye ku her kesekî di wir tevlê vê berxwadane bibe ji bo dayik Bav û Zarokên xwe. bûyerên pir cuda li wir qewmîn ku ciwan bê teradûd berê xwe didan Bendava Berxwedanê a Tişrînê wan Ciwanan ji bo parastina Vîn, Ax, Av û Kehrebeya xwe Ruxmê Hemû Êrîşan jî li tevahî cihanê ra berxwedanîyeke bê navber raber kirin.

Avaşîn wiha hestên xwe anî ziman: “berxwedaniya Dayik û bavan berê xwa didan Bendava Berxwedanê a Tişrînê ku  zarokên wan di QSD dê cihê xwe digirtin, ew jî li kêleka zarokan xwe parastina axa xwe dikirin ku digotin ‘em li pişt zarokê xwe ne ku zarokên wan destanê qahramantî û lehengî yê di nivîsandina. Bendava Tişrînê Ne tenê nasnemeya Pêkhateyekê bû. nasnameya tevahî cihanê bû ku hemûyan berê xwe dida Bendavê.Di 8 çileyê de ku me berê xwe da Bendava Berxwedanê a Tişrînê, tevî topbaran, balafirên keşfê ku sîvîlan hedef digirt û di encamê de gelek hevalên me şehîd ketin. di qafîleya yekem da hevjina şehîdek ku tevî 2 zarokên xwe bi kerwanê gel ra tevlî vî berxwadanî bû. Li wir jiyaneke fîzîkî zêdetir, fikirandina jiyana Azad pir kûr bû.

Avaşîn bal kişand ser ruhê fedayî yê ku gel li Bendava Tişrînê raber kir û wiha got: “Kèliyên ku me li wir jiyan dikir, hemû kes bi hevre tevî ku lêdan çêdibû raste rast dihatin hedef girtin jî morala gel pir xurt bû. Pîr û kalan çîrok di gotin, dîlan û stranên dengbêjî di gotin kêliyên pir xweş bûn. Lê zehmetiya me a herî kur hevalên me li ber çavên me şehîd bûn. Ev di hêstên me de Êş di gel wê Kîn û Hêrsa li hember dijmin xurtir dikir. Şehîd ketina her hevalekî me de werekî çêbû ku em li ser şopa wan bimeşin û serkeftinê misoger bikin. me soz da şehîdan ku ger yêk dilop xwîna me jî bi mîne emê xwedî mîrateya wan derkevin.

Avaşîn wiha domkir: “Ew heyecan û morela Şoreşê ku gava nû despê kir bi serkeftina Bendava Berxwedanê de jî teyîsand. Berxwedana Bendava Tişrînê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê danî.119roj bûn ku gel bi dorane li bandavê de Çalakiya Nobedê Li darxist ku ji cîhanê matmayî hişt. Rêber Apo dibêje; gel rêya xwe nasbike, bişopîne wê demê wê rastîya civakê derkeve.

Avaşîn diyarkir ku cara yêkeme ku di asta cîhanî de berxwedanîyeke bi vî rengî tê meşandin û wiha lê zêde kir: “Kêliyên ku di bendava Tişrînê de hatin jiyîn pir bi nirx bûn ku nayê ji bîr kirin. Dive li ser van kêliyan pirtok werin nivîsandin filîm werin çê kirin ji bo ku raya giştî a cîhanê ew kêliyên wan kêliyan bibînin nas bikin. ji ber ku cara yêkemîne ku di asta cîhanê de berxwedaniyek bi vî rengî tê meşandin. Ku ev Weke ruhê Şerê Gelê Şoreşgeriye. Ruxmê teknîka dijmin a pêşketî jî Şerwanên me bi çekan, gelê me jî bi îradeya xe ve dijmin têk birin. Me carekedin dît ku ger em hevgirtî bin emê teqez serbikevin.

Avaşîn Gelê bakur û rojhilata sûrî bi rastî da diyar kirin ku kesek nikare îradeya wan bişkine tevî ew qas roj lêdan ji aliyê dewlata Tirk ve li ser sîvîlan di hat meşandin jî  lê ev berxwadanî berdewan kir û heta ku roja dawî daxuyanî ji aliyê Rêveberîya Xweser a Demokratik hat dayin. ev rasti cihê kêfxaşiyê bû. me xwest ku rêhevalê me ê Şehîd ev roja bidîtiban weke dayik û bavê tala Şehîd Egîd ku bi kemiraya xwe bi pênûsa xwe çiqasê dimenê li wir pêşkişê tevahî cihanê dikir û gelek Şehidê din şehîd Ronîza ku xwandakareke zanigehê bû ew ji tevlê vî berxwadanî bû û gişte Şehîd bû.”

Avaşînê wiha bi dawî kir: “Avaşîn wiha bi dawî kir: “Dema Cara Yêkem ez tevlî qafîlê bûm me dizanî rewş girane şahadet heye birîndarî heye jî me berê xwe da bendavê ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe ê hovane ve xwest me bi tirsîne. Lê em mesafeyeke dirêj meşîyan heya ku me xwe gihande bendavê ku ev berxwedanî berdewam kir heya em gihîştin serkeftinê.”

Related Articles

Back to top button