Di Nava Bahoza Heremî de, Durzî
Dema ku em pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê digrin berçavan û bi taybetî piştî ku desthilata rejîma Sûriyê ji aliyê HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) ve hat desteserkirin, tê dîtin ku aloziyên li Sûriyeyê hîna kûrtir bûne û zivirîne kaosekê ku komkujî û jenosîtên derveyî exlaqê mirovahî pêk tînin.

Pevçûnên ku di 29’ ê Nîsanê de di navbera komên çekdar ên Sunnî û Durziyan de derketibûn, bi weşandina tomara dengî ya ku heqaret li Hz. Muhammed kiriye, Tê îdiakirin ku qeyd aîdî melayekî Durzî ye. Kesê navborî ev îdia red kir. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku pevçûn ji ber “teşwîq û gotinên nefretê yên li ser medyaya civakî belav bûne” derketiye. Pevçûnên, ku li bajarokê Caramana yê gundewarê Şamê ku piraniya wê Durzî ne, dest pê kir, piştre li bajarokê Sahnaya yê belav bû.
Durzî kîne
Rehên olî yên Durzî vedigerin Dewleta Fatimiyan li Misrê, wê demê endamên mezheba Îslamê ya Şîe bûn. Durzî Xelîfeyê Fatimî El-Hekîm Biamrillah wekî rêveberê xwe yê refraksiyonê ji Xwedê qebûl dikin. Yekem xuyabûna Durzî li ser sehneya dîrokî wekî sala 1017 qebûl dikin, dema ku xelîfeyê Fatimiyan Hakim-Biemrillāh fikra ku ew Xwedê ye derxist pêş. Ji ber ku mezheba Durzî Îsmaîliyên ku li Çiyayên Lubnan dijîn, îdiayên xwedatiyê yên Ebû Elî El-Mensûr el-Hekîm bi-Amr’Allah, xelîfeyê şeşemîn ê Xîlafeta Fatimiyan qebûl kirin, ew sal ji hêla Durziyan ve wekî destpêka salnameyê tê hesibandin.
Durzi ku dîroka wan li Sûriyeyê vedigere beriya sed salan, di bûyerên dîrokî de roleke girîng lîstine. Di sala 1187an de ligel Selahedîn beşdarî Şerê Hattînê yê li dijî Xaçparêzan bûn û di sala 1260’an de di Şerê Eyn Celûtê de ligel Memlûkan li dijî êrîşa Mongolan şer kirin. Di sedsala 19. de Durzî bi serokatiya Şêx Yehya El Hemdan, li dijî operasyonên Mehmet Alî Paşa bi Osmaniyan re îttîfaq çêkirin û derbeyên giran li artêşa wî li Cebel Ereb xistin. Serhildana Mezin a Ereban de bi pêşengtiya Şerîf Huseyn Druziyan piştgirî dan, Şêx Sultan Paşa El Atreş, yek ji wan kesên ku ala şoreşê bilind kirin. Di sala 1925’an de li dijî dagirkeriya Fransa pêşengiya Şoreşa Mezin a Sûriyeyê kir.
Di nava Durziyan de Jin
Dürziler, kadın- erkek eşitliğine oldukça önem verir. Kadınlar din görevlisi olabilir, Di civaka Durzî de statûya jinan ne sabit e, di rêzên civakî de diguhere. Her ku pêş dikeve, rewşa wî ya di nava malbatê de jî bilind dibe. jin ne tenê di nav malbatê de, di warê civakî û olî de jî kesayetên çalak, rêzdar û berpirsiyar in.
Jin dikarin di rêveberiyên civakên xwecihî, saziyên perwerdeyê û heta qadên siyasî de cih bigirin ku li Lubnan û Îsraîlê, jinên Durzî yên nûjen di partiyên siyasî, perwerde û tenduristiyê de rolek aktîf dilîzin. Jinên Durzî di hemû qadên jiyanê de weke bijîşk, mamoste, endezyar, parêzer û siyasetmedar cihê xwe digrin. Li Îsraîlê Durziyên Jin ên leşkerî jî hene.
Wateya stêrka Durziyan û rengên wê
Sembola pîroz a Durzî stêrkek pênc-qalî ye. Her goşeya vê stêrkê rengek cûda ye û pênc sînor û taybetmendiyên wan temsîl dike:
Kesk: Ji bo têgihiştina heqîqetê “Aql” e. Ew daxwaza Xwedê temsîl dike.
Sor: “Xwebûn” ye û sînorên hebûnê diyar dike. Ew alîkariya hişê dike.
Zer: “Peyv” îfadeya herî hêsan a rastiyê ye. Ew bi her du yekem re dibe alîkar.
Şîn: “pêşdîtin”. Ew hêza rewşenbîrî ya îradeyê temsîl dike. Ew hate afirandin ku alîkariya Peyvê bike û wê ji her xirabiyê biparêze, gerdûnê di aheng û rêzê de bigire.
Spî: “El-Talî” ye. Ew pêkanîna Şîn’e û materyalkirina hêzê ye.
Bawerî
Pirtûkên pîroz ‘Risail el-Hikme’, weke Pirtûka Hikmetê tê bi nav kirin, li ser 6 cildan hatine belavkirin ku behsa sembolîzma ronahî û vejînê dike.
Wekî din, di nav Druzeyan de, jin bi mêran re xwediyê heman mafên olî ne. ji ber vê yekê û cudahiyên weke vê, cîhana Îslamê Durzî weke yên ‘ji rê derketî’ pênase kir.
Durzî bi yekbûna mutleq a Xwedê bawer in û Pêxember Şuayb pîroz dikin. Li gorî vê baweriyê, piştî mirinê rih derbasî bedeneke din dibe.
Hêjmara Durziyan
Zehmet e ku em hejmareke rast ya Durzîyan dîyar bikin, lê li gorî texmînan ew nêzî 2,5 milyon hene, li Sûrîyê, bajarê Siwêda, Ceremana û Sehnaya yê Li Lubnanê Bajarên Şof, Metin û Kesrewan, Li Urdun’ê bararên El Ezreq û Selet, li Welatên Filistîn û Îsraîl bajarên Celîl, Kermel û Colan, hinek ji wan welatên cuda ê dîasporayê dijîn.
Êrîş û Komkujiyên li ser Durziyan
Durziyê ku ji aliyê baweriyan xwe ve ne dihatin qebulkirin ku sedema wê a bingehîn Yêk mafî ya di navbera Jin û Zilam da ku îslama radîkal ev red dikir bû ku pir caran rastî çewisandin olî û sîyasî hatine. Ji ber vê yêke xwe vekişandin herêmên Çiyayî yên Lubnan, Sûriye û Fîlîstînê.
Durziyên ku di sedsala 19’mîn de ku li dijî operasyonên Mehmet ALî Paşa, li Osmaniyan re îttîfaq kirin, ji ber hewldanên Osmaniyan yên ji bo serdestiya li ser çiya, di navbera Durzî û Osmaniyan de alozî derket ku sala 1911’an de Osmaniyan hin serokên Durzî yên wek Dukan El Etraş û Yahya Amir îdam kirin.
Di sala 1960’an de li Cebel Lubnanê ji ber fitneya mezhebî bi hezaran Durzî û Mesîhî hatin qetilkirin. Di sala 1925’an dema Şoreşa Sûriyeyê de, gelek Durzî di şerê li hemberî Fransiyan de hatin qetilkirin. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku sala 2011’an destpê kir Durzî bûn hedefa rêxistinên cîhadîst ên tundrew weke DAÎŞ û El Nûsrayê.
Di sala 2018’an de di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Siwêdayê de zêdeyî 200 Durzî hatin qetil kirin û Jin û Zarok Hatin revandin.
Serokê Durziyan:
Durzî îro xwedî sê rêberên ruhanî ne: Şêx Hekmet el-Hicrî, Şêx Hemûd el-Henewî û Şêx Yûsif Cerbû.
Serkirdeyên leşkerî yên Durzî yên herî girîng Leyth El-Belaous û Suleyman Abdulbekî ne
Çekdarên Xwecihî ê Durziyan:
Piraniya Durziyan tenê bi armanca avakirina komîteyên xwecihî ji bo parastina herêmên xwe çek hilgirtin.
Tevgera Rîcal El Kerame ku di 2013’yan bi serkêşiya Şêx Wehîd El Belûs hat avakirin.
Hêzên Şêx El Kerame di 2015’an de, piştî veqetîna endaman ji Rîcal El Kerame hat avakirin. Serkêşiya hêzê her du bira Fehed û Leys El Belûs dikin.
Ehrar El Cebel jî bi serkêşiya Şêx Silêman Ebdulbaqî ye.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê jî ku çekdarên Durzî di 23’yê Sibata 2025’an de îlan kir, bi serkêşiya Tariq El Şofî ye.
Fitneyên Mezhebî
Piştî rûxana rêjîma Esed, rêkeftina agirbestê di navbera rêveberiya nû ya Sûriyê û nûnerên civaka Durzî li Ceramana û Sahnaya rastî rêkeftinekê hat, lê ji ber aloziyên berdewam ev yek nekarî bidome.
Ji dawiya Nîsanê de jî li gundewarên Şam û Siwêdayê ku Durzî lê dimînin, aloziyeke ewlehî ya xeternak derket. Alozî veguherî şerekî di navbera hêzên desthilata Şamê û komên girêdayî wê û komên çekdar ên xwecih ên Durzî de.
Şeva 28’ê Nîsanê li taxên Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê ku Durzî lê dimînin, di navbera hêzên desthilata Şamê û komên girêdayî wê û komên çekdar ên xwecih ên Durzî de alozî derket. Aloziya ku piştî belavbûna qeyda deng a bêrêziyê li Pêxemberî Mihemed dike, derket veguehrî şerekî dijwar di navbera her du aliyan de. Di encama şer de ji her du aliyan ve kuştî çêbûn.
30’ê Nîsanê piştî ku hêzên girêdayî desthilata Şamê konvoyên komên xwecih ên Durzî kirin armanc, pevçûnên li Ceremana û Eşrefiye Sehnaya berbelavî rêya Şam-Siwêdayê, herêma Beraq a gundewarê Şamê bûn. Di encama şer de 16 ciwan û şervanên komên xwecih ên Siwêdayê ku ji bo piştgiriyê diçûn Eşrefiye Sehnayayê hatin kuştin. Ji komên ser bi desthilata Şamê yên ku konov asteng kirin jî herî kêm 8 kes hatin kuştin.
Piştî şerê li ser rêya Şam-Siwêdayê ku zêdetirî 2 saetan dewam kir, gundên Sura ya mezin a li ser rêya Şam-Siwêdayê bi dijwarî hat topbarankirin, lê nehat zanîn bê ka kî gund topbaran dike, di encamê de jin, zarok û kesên bi temamî koçî derveyî gund kirin. Di heman rojê de gundê Era jî hat topbarankirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin çêbûn. Di eynê rojê de piştî ku hêzên desthilata Şamê Sehnayayê kontrol kir û alozî zêdetir bû, şaredarê Sehnaya Husam Werwer û kurê wî hatin kuştin.
Geşadanên vê dawiyê li Sûriyê rû didin nîşan dide ku ev zihniyeta cîhadist ji bo gelan, nexasim ji bo jinan çiqasî xeternak e. Ji ber pergaleke ku pir rengbûna gelan û olan qebûl nake, nikare ji giştî pergala Sûriyeyê re bibe modelek.



