Fadîle Ebdî: Govenda Berxwedanê a Bendava Tişrînê bu Govenda Serkeftinê
Endama tenduristiyê a Bajarê Kobanê Fadîle Ebdî ku di Berxwedaniya Bendava Tişrînê de, cihê girtîbû û di Encama Bombebarana Dewleta Tirk de 2 caran birîndar bû, ji malpera me re axivî û Diyarkir ku Govenda Berxwedanê a Bendavê di hat gerandin veguhezî Govenda Serkeftinê.

Bi berxwedana 119 rojan a gelê Bakur û Rojhilatê Surî ku bi dorê Bendava Tişrînê parastin, berxwedan bi serkeftinê tacîdar bû. Endama tenduristiyê a Bajarê Kobanê Fadîle Ebdî jî ku di Berxwedaniya Bendava Tişrînê de, cihê girt û di Encama Êrîşên Dewleta Tirk de cara yêkem di lingê xwe de cara 2’mîn di devê xwe de birîndar bû ji malpera me re axivî.
Fadîlê wiha hestên xwe anî ziman: “Me xwest ku em cihê xwe di nava Berxwedaniya Bendava Tişrîn’ê de bigrin ji bo axa xwe, av û Kehrebeya xwe bi parêzin. Ji bo bendav nekeve destê dijminê hov û qirêj gelê tevahî qadên Bakur û Rojhilatê Suriyê, berê xwe dan wir û berxwedanîyeke pîroz li wir hat meşandin.
Fadilê diyarkir ku dewleta Tirk bi hedef girtina Rojnamevanan ve xwest dengê rastiyê ku sivîlan hedef digirt, qut bike û wiha got: “Dewleta Tirk li wir bê navber li ser sîvîlan û hevalên me ên Rojnamevan topbaran dikir ku ji bo dengê rastiyê ê heqîqetê qut bike di encamê de hevalên me şehîd ketin. Lê her hevalek şehîd bû di nava dilê me de hers kîn mezintir di bû ku nekarîn dawîya me bînin. Ji ber ku me berê gotiye hinî keçek Kurd xortek Kurd bimîne wê dijmin tu carî sernekeve, wê nekare rastiyê berovajî bike.
Tevî şehid û birîndar hebûn jî gel bi coş dîlan tevlî berxwedaniyê di bû tirs di dilê xwe de kuşti bûn. Gelê me bi coş û moraleke pir mezin bendava xwe parast û got tik es nikare li ser axa me dagirkeriyê bike.
Fadîlê ruhê fedayî yê ku gel li Bendava Tişrînê raber kir îşaretkir û wiha got: “Lê gelê me ew bu ku tu carê ji mirênê netirsîyan û digotin ‘em ji mirinê mezintirin’ li wir piîtgiriya Şerwanên xwe kirin. Ev gelê ku bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde kiriyê bi Pêşengtiya Jinan de berxwedanîyeke dîrokî meşandin. Hevalên me ê jin di çeperên herî pêş de şer dikirin ku weke Rêber Apo jî gotiyi ‘Hêza herî mezin a Jinê’ ye jinan ev darxist pêş. Berxwadaniya Bendava Tişrîn’ê di 8 çileya 2024’an de destpêkir, zêdetirî 100 rojan berdawam kir.
Fadîlê balkişande ser têkoşîna azadî û serkftinê ya gelê Bakur û Rojhilatê Surî û diyar kir ku Ev serkeftin bi berxwedaniya Şehîdên Azadiyê hat bi dest xistin û Wiha Bi dawî kir: “ Care yekê ku ez birîndar bûm, min bi birina xwe hisnekir, di qafîleya yekem da,dema em bi rêketin dewleta Tirk gel hedef girt, tima me ya tendurîsti yê ji hat hedef girtin, xelkê me bun hedefên dewleta Tirk ku ne dihişt ku em birîndarên xwe bigihînin nexweşxaneyê. dema ku hevalên min şehid ketin. Xweziya hevalên me en şehîd ev roj dîtibana encama Tekoşîna wan a bê navber bendav neket destê dijmin bi berxwedaniya Şerwan û gelê xwe ve serket. Zaten di dawiyê de jî serkeftina berxwedaniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve bi daxiyaniyekê hat îlan kirin.”



