Semira Ehmed: Berxwedana Bendava Tişrînê Şerê Gelê Şoreşgerî nîşan da
Rêveberiya Rêxistina El Sara a Kobanê Semira Ehmed ku tevlî Berxwedaniya Bendava Tişrînê bû û Şahidî ji wê berxwedaniyê re kir ji malpera me re axivî û got “ Berxwedana Bendava Tişrînê Şerê Gelê Şoreşgerî nîşan da.”

Semîra hêstên xwe wiha anî ziman: “Berxwedaniya Li bendava Tişrînê Hat meşandin ku em şahid bûn di 8’ê Çileyê de despê kir û 119 Rojan berdewam kir. Gelê me di 8’ê çileyê herikî bendava Tişrînê. Dijmin li wir zarok, Jin, Pîr û Kal hedef digirt û Êrîş dikir, bi keşif û balafirên xwe ê şer ve. dema ku me berê xwe da bendavê ji aliyê êrîşa dewlata Tirk a Hov di sirrînê da topbaran destpêkir heta ku gel giştî bendavê ku dest bi Nobeta xwe kir.Lê ama gel bi bîryar û bi hêz bu ku tu carê balafirên Dewlata Tirk netirsiyan û bi israreke mezin xwa gihande bendava Tişrînê.”
Semîra wiha domkir: “Di wir şerek Hovane hebû ku gelê sivîl dikirin hedef. tevî ku ez birîndar bûm jî ew kelecan û Morala li bendavê Hêz dida me ku me nexwest em rawestin. Ev Yêk Çûna Me A li wir parastina Bendavê Hêz dida Şerwanên me jî. ,Dema em giştin bendavî şervanan gel
Ji xwe ev berxwadanî zêdetirê sed rojê Dorê berdewam kir her car bi kantonek rê diket û nobeta xwe digirt, bendava xwe parast.”
Semîra da diyarkir ku Berxwedaniya 119 rojan Mohra xwe li cîhanê xist û wiha bi dawî kir: “Çileyê da sala 2015 da ma ku kobani rêzgar bû dijmin dît ku Tu car ew nikare îradaya gelê me bişkîne. Bi rastî dayikên Bakur û Rojhilatê Surî muhra xwe li tevahî cîhanê xistin. Ev berxwadanî 119 roja ku berdewam kir ku Mohra xwe li tevahî cîhanê xist. Di dawiyê de Rêveberiya Xweser daxiyaniyek da û bi wê daxiyaniyê de serkeftina Bendava Berxwedanê a Tişrîn’ê Ragihand.”



