Nesrîn Zahir: Govenda di Bin Balafirên de Kiryarên Qirêj ê Dagirkeriyê têk bir
Rêveberiya Meclîsa a Bajarê Girkê Legê Nesrîn Zahir ku di berxwedaniya Bendava Tişrînê de cihê xwe girt, ji malpera me re axivî û got “Govenda Gelê Bakur û Rojhilatê Surî a Li bendava Tişrînê, di Bin Balafirên de Kiryarên Qirêj ê Dagirkeriyê têk bir.”

Hejayê Gotinê ye ku Bendava Tişrînê ya ku di Rojhilata Navîn de piştî çemê Firatê duyemîn bendava herî girîng e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bendav neyê hilweşandin û were parastin, wek mertalên zindî li ser wê bendavê bi şev û roj bêyî westan, nobet girtin. Dewleta Tirk ji 8’ê Çileya 2024’an de dest bi êrişên dijî Bendava Tişrînê kir, her wiha li dijî tevahî herêmê jî êriş pêk anîn. Bendav tevî cihê xwe yê stratejîk avê û enerjiyê ji bo mîlyonan welatiyên herêmê peyda dike. Ji bo parastina bendavê ji êrişan gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom 119’e Rojan li bendavê nobedarî dikirin.
‘Rojava xwediyê tecrûbeyên 14 salan e’
Nesrîn Der barê berxwedaniyê de axivî û got: “gelê me Bi hemû kar û xebatên xwe ve li hemberî Êrîşên li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyê bi salane li hemû qadan de berxwe didin. Ji bo vê em şerê Bendava Tişrînê ne xerîb bûn, ji ber ku wan 14’e salên borî de me her tim şahidiyên Êrîşên hovane kirine. Bê ku haya wê jê hebe mirovek mala xwe de, li gel heval û hogirên xwe runiştiyî, di kolanên xwe de rastî êrîşan tê. cihda agahî tê û dibêjin teyarê filan derî xist ango filankes Şehîd ket, malbatên ku Şehîd û birîndarên wê hene, lê bi taybet ji bo dayikan pir zehmet tê ku hinek dayik 2-3 zarokên wê şehîd ketine.
‘Jinan Ji bo parastina destkeftiyên xwe li berxwe dan’
Nesrîn qala girîngiya pêvajoyê kir û bi van gotinan bal kişand ser hêz û baweriya jinan a ji vê pêvajoyê de û wiha domkir: “Ji ber Ev dîmenên ku me di nava vê Şoreşê de jiyan kirine şerê Bendavê ji me re xerîb ne hat. Ji ber ku heman tişt di Şerê Serikaniyê de jî me jiyan kir. Dema Dewleta Tirk ji 8’ê Çileya 2025’an de dest bi êrişên dijî Bendava Tişrînê kirin, Gelê me qafîle bi qafîle weke bangawaziyekê herikîn Bendavê. Ji ber ku zarokên wan li wir ji bo parastina axa xwe û ji bo bi rumet jiyan bikin di çeperên çeperên pêş de bi lehengane şer dikirin. Disa bi pêşengtiya Jinan ve qafîle ber bi bajar ve diçûn. Weke em her tim bale dikşînin ser li vir da jî bi awayeke zelal ber bi çav bu ku temenê yêkem ê Berxwedaniyê û Fedakariyê di avêjin Jin’in. Ji ber ku bi hêstên xwe ê Mirovî ku her tim aşitî û ewlehiyê dixwaze, Jinê xwe daye pêş û pêşengtiya vê Şoreşê daye ser milê xwe.
‘Yekbûn û hevgirtina jinan planên dagirkeriyê vala derxist’
Nesrîn destnîşan kir ku yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên mirovahiyê di pêşengiya tevgera jinên Rojava de pêk hat û wiha lê zêde kir: “Dijminê me tu carî hêza Jin nasnekir ji ber vê yêke ew berxwedaniya ku ev 14 sale didome di êrîşên li ser bendavê de jî xwe da pêş, hişt ku em weke Jin û Gel wê êşê tu carî xilas nebin. Beriya Çend salan Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê weke erkê xwe parastina, Hêza Cewherî bi hewara Jinên Ku li Bajarê Reqqa yê têne firotin ve çûn ku xwe berpirsyare wan Jinan dîtin. Ji bo mafê wan Jinan ku nekevin destê dijminên Jinan de ku neyên girtin, Kuştin û xapandin tekoşîneke mezin dan meşandin. Dîsa Jinan bi heman Erk û Berpirsyartiyê xwe ve li Bandava Tişrînê, rola xwe a Dîrokî ve rabun. Zarok, Heval û Malbatê me li wir bûn hemû kes bi erkê xwe ê berpirsyartiyê ve rabûn ku ji bo heremên me neyên dagir kirin û Komên çeteyan derbasî heremên me nebin, komkujiyan li ser Jin, Zarok û Malbatan de pêk neynin.
Berxwedanî ji êrîşan mezintir e
Nesrîn got: “Zarok di berxwedaniya Bendavê de sêwî man hinekan diya wan bavê wan şehîd bûn. Di encama van qetlîam û Êrîşan de zarok bê day û bav man. Mînaka herî mezin jî Jineke bi hevjinê xwe re berê xwe dabû qada berxwedanê ku zaroka xwe di qundaxê de hiştin bi hewarî çûn, şehîd ketin. Me jî ev berxwedanî weke bajarê Girkê Legê û bi taybet weke Jin erkê xwe ê sereke dît. Hinek dayik bi me re hebûn û digotin ‘em hesretin em werin wê derê û piştgiriyê bidin zarokê xwe’ ku meraq jî dikirin di fikirin ku di nava şert û mercên herî zehmet de li hemberî teknîkê çawa berxwe didin, Dixwestin bi çavê xwe bibînin.
Nesrîn balkişande ser heremên dagirkirî Serikanî, Efrîn û Girê spî û wiha got: “Çêteyên li wir şer dikirin ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo tevahî cîhanê xeteriyek mezin bû. Ji bo vê bi pêşengtiya Jin ve gelê me berê xwe dan bendavê ji bo parastinê. Beriya wê jî Li Serikaniyê, Efrîn, Girêspî jî gelek qetlîam û kokujî pêk anîn ku ew xelkê koçber buyî ji axa xwe hatiyî qut kirin, hesreta wê rojêne ku dîsa vegerin li ser axa xwe şitila ku di hewşa xwe de çandiyî carekedin av bidin. Me bi vî ruhî weke bajarê Girke Legê 19’ê meha yêkem berê xwe da Bendava Tişrînê ku em a Yêkemîn bûn. Zarok di hatin ber seyarê û di gotin ‘me jî bi xwe re beherin’ me bi zorê ew vegerandin.
Ji bo parastina destkeftiyên xwe 7 Heta 70’ê salî berxwe dan. Jixwe me di zanî li wir çi benda me ye. Lê bi awayeke tujî heskirin bi hêstên Şerê Gelê Şoreşgerî ku me her tim mînaka wê dida, ku li hemberî hemû êrîşan gel û şerwan bûn yêk. Jin, Mêr, Pîr û Kal di hatin navê xwe di nivîsandin û di gotin ‘emê jî herin bendavê’. Qafîleya me a Yêkem 309 kesan xwe amade kiribû ku bi ruhê hewariyê ve berê xwe dan rê.
‘Mirov ne li ser xaka xwe be winda dike’
Nesrînê Şehîd Menîce Heydar û Şehîd Hizna ku di encama êrîşên Dewleta Tirk li ser sîvîlan li bendava Tişrînê Şehîd bûn bi bîr anî û wiha pêde çû: “Gel bi moreleke pir bilind di çû li wir ji bo piştgiriyê bidin Şerwanên xwe û ji bo dawxaza aşitiyê li wir cih girtin da ku ev êrîş û binpêkirinên li ser nirxên mirovahiyê werin sekinandin. Mixabin Şehîd û birîndarên me çêbûn di navê de hevalên me ê Jin jî hebûn, weke Menîce Heyder ku mirovek ji bo li ser xaka xwe bimîne, ji bo mafê xwe bi dest bixe tekoşîn meşandin û Şehîd bûn. Ji ber ku wan jî dizanîbun ku mirovek ne li ser xaka xwe be hemû tiştên xwe winda dike. Dîsa Heval Hizna ku Jineke bi Eşk bi moral û bi keyfxweşî bi awayeke zîrek di nava xebatê de cihê xwe digirt, Ew jî bu hedefa Dijmin li Bendava Tişrînê û Şehîd bû. Ji bajarên me tenê 7 birîndar hebûn ku yêk jî birîna wî giran bu û ev 3 mehin derman dike, li cîhdane, nikare ne here ne were. pişt, ling û gelek birîn di laşe wê hevala me de çêbûn.
‘bêdengî ji êrişan re bingeh ava kir’
Her wiha Nesrînê destnîşan kir ku ji bo avakirina qadek aştiyane û bidawîkirina êrîşan, gelê sivîl ê ku berê xwe da Bendava Tişrinê, bi awayek dij-mirovî hatin hedef girtin û got: “Sibeha em ketin rê Bendavê bi Eşqeke mezin bi kelecaneke ku mînaka wê nîne, di heman demê de xemgîniya berdewamiya Şer jî hebû, me bere xwe da bendavê. Dijmin bi hemû hovitiya xwe ve êrîşê Jin, Zarok sivîlan dikir. jixwe di bingehda jî avakirina wî li ser tunekirina gel Jin û Zarokan pêk dihat. Ev milete dixwaze bi kerameta xwe jiyan bike bi van hêstên xwe ê paqij ve berê xwe dan bendavê û rastî êrîşên dij-mirovî hatin. Yêk jî hevjina hevaleke Şehîd bu ku di kêleka xwe de birîndar bû di eynayê de ma.”
Her kesî êşa me di bînin û dizanin li vir çi diqewime. Cîhan êdî piçuk buye ku ji ber ragihandin û teknîkê her kes agahiyan ji her derê digre di nava saniyan de agahî digrin. Em carna di fikirîn ku me di got eceb kes êşa me nabîne. Bi fikirin ku Jinekê Hevjinê wê Şehîde zarokek wê tenê heye ew zarok jî benda dayika xwe ye ku heviya wê di vê cîhanê de dayika wê ye dayika wê jî bi giranî birîndar vegeriya ba wê.
Fedekariya Şehîd Dilgêş Hesekê
Nesrînê balkişande ser Fedakariya Şehîd Dilgêş Heseke ku ji bo parastina gel ji Êrîşan Şehîd bû û wiha pêde çû:”Me van kêliyên bi êş van hesta Hezkirinê û berxwedaniyê ve me ew êrîş têk birin û serkeftin. Qafileya Duyemîn de jî heman tişt hatin jiyan kirin ku beriya qafîle bigihîje bendavê rastê topebaranê Dewleta Tirk hat. Em bi fikra ku emê Şehîd bikevin diçûn li wir ku me wasiyetê xwe jî danî me surete xwe dikşand, ji ber ku Êrîş pir xurt bûn li ber çavê me hevalên me şehîd bûn. Lê ruxmê vê jî coş û kelecana me pir bilind bû. Me di got ger em şehîd bikevîn jî em ne puşmanin. Ji ber ku Gelek Jin û gele me di uxira vê dozê de canê xwe feda kirin. Ji bo vê jî em tu carî ne puşman bun ku divê mirov heta keliya dawiyê jî berxwedaniya xwe de tavîz nede û tekoşîna xwe bidomîne. Ciwane Dilgêş Hesekê ku zarokek wî heye gava dixwest gel ji êrîşan bi parêze û me xilas bike wî canê xwe feda kir. Ev îrade û hêza me xurtir kir em difikirîn Şehîd Dilgeş xwe ji bo me feda kir em dikarin çi bikin. Hemû kesên li wir ev pirs ji xwe dikir.”
Yekbûn û hevgirtina jinan
Bi gelekê ku ev qas ruhê fedaîbuyînê tev digere wê çawa doza xwe û axa zarokê xwe ê ku li bendavê di çeperên herî pêş de şer dikin berde. Jiyana bendavê tevî her 7 qafîleyê ku me ji bajarê Girkê legê dişand jî bi vî rengî derbas bû. Seat 5’ê sibeha hemû kes cantê xwe li pişta xwe kiriye, ji bo serma negirin ebayê xwe hilgirtibûn pêdiviyên xwe anîbûn û bê sebir bende bûn ku wê kengî birêkevin. Hinek hevalên me hebûn zarokên xwe di hiştin, Hinek jî nexweş bûn tevî ku me israr jî dikir ji bo neçin, lê wan em guhdar nedikirin û di gotin emê biçin Parastina axa xwe bikin. Hinek ji wan jî ciwan bûn. Di gotin emê biçin, em hevalên xwe û zarokên xwe tenê nahêlin. bi moreleke pir mezin seyareyan sar bûn û berê xwe didan bendavê. Me li wir mafê xwe nedit ku em qala êşa xwe bikin ji ber ku em li hemberî hev berpirsyar bun ku morelê bidin hev, hevdû hembêz bikin, dayikên ku li wir berxwe didin, hembêz bikin.
Di Her Keliyê de Çîrokek balkêş
Rêveberiya Meclîsa Gel a Bajarê Girkê Legê Nesrîn Zahir yek ji wan kesan e ku ji nêz ve bû şahidê berxwedaniya Bendava Tişrînê û cihê xwe nav de girt wiha got: “Gava em rê da me dît ku her der hatiye xirakirin û talan kirin. Nêzî bendavê teyarê lê xistibû ku ji bo gel neçe. Rê xirab kiribûn bi topebaranan kur kiribûn ji bo ê ku bibîne bê morel bikeve û îradeya wan bişkîne. Lê Qafileyê berê xwe dida nava gundan diketin ser riya bendavê. Her jiyanek li bendava Berxwedanê a Tişrînê bi hezaran çîrokên wan di vê bendavê de hene. Dema qafîle diçû lişteya navan tujî dibû gelek kes 3-4 caran çûn.Qafileya dawîyê jî hejmarek pir mezin çûn û bi israra xwe di çûn. Di gotin ji ber ku em dizanin ku em xwedî mafin emê jî heta dawîyê li ser vê dozê bin û heta xwîna xwe a dawiyê yêk ji mejî bimîne, dijmin nikare bikeve herema me. Hinek kes me bi zore ji bendavê derxistin ku me soz dawan ku ‘ger şer nesekine emê cardîn bi hev re werin’. Ew êş û çîrokên li wir hatin jiyîn wê tu carî fikira vî gelê de dernekeve.
‘Bendava Berxwedanê a Tişrînê dîrokek bi serê xwe ye’
Mileteke ew qas xwedî dîrokeke kûr xwedî îrade ye ku dixwaze jiyaneke bi rumet li ser keramete xwe li ser erde xwe bi aramî jiyan bike. Ji bo vê nikare ev berxwedaniyê di hafizayê xwe de derxîne. Ji ber ku Bendava Berxwedanê a Tişrînê dîrokek bi serê xwe ye. Êşa wê jî keyfxweşiya wê jî tu car nayê bîr kirin dê her tim di fikre me û li ser zimanan be. Gava me qafîle pêşwazî kir qad pir tujî dibû. Jixwe cara ewil me pêşwaziya çalakwanên xwe ê Nobedê, li 2 cihan çêdikir ji ber ku hejmar pir zêde bû malbatên Nobedaran bûn, kesên din bûn hemû kesên bajêr di herikîn wir û digotin ew rumeta me ne. Yêk pêşiya Bajêr yêk nesrînê wiha bi dawî kir: “jî saha Şehîd Xebat bû Nobedarên ku di hatin bêhna zarokên wan ji wan di hat. Ê ku pêşwazî dikirin hêvî digirtin ji nobedaran.
Nesrînê di dawiya axaftina xwe de balkişande ser êşa gel a şer û wiha bi dawî kir: “Hêviyê me ewe ku çawa mirovahî li ser bingeha aşitî û Aramiyê hemû kes bi renge xwe denge xwe û zimanê xwe bi hev dû re jiyan bike. Ev şerên ku mirovahiyê bê hêvî dihêle ku hinek zarokên xwe hevjinên xwe dayik û bevên xwe di vî şerî de wenda dikin bi dawî bibe. Ji ber ku bê pîvanên mirovahiyê nayên jiyan kirin.”



