Kongra Star Li Bajarê Kobanê Dewreyeke Perwerdê a Girtî bi Dawî kir
Komîteya Perwerdê a Kongra Star li Bajarê Kobanê dewreyeke perwerdê a girtî ku di Dîroka 20.04.2025 li ser 30 rojan bi beşdarbuyîna 30 Jin’an ve li Akademîya Şehîd Şîlan Dewreya Şehîd Ronîza Mihemed, dabû despêkirin, îro bi şahiyekê bi dawî kir.

Perwerdeya Li akademîya Şehîd Şîlan û dewreya Şehîd Ronîza Mihemed ku Di 15’ê Çileyê jî komkujiya duyemîn ji aliyê Dewleta Tirk ve ê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Surî ku ji bo parastina ax û ava xwe herikîn bendavê de pêk hat de, xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Mihemed Elî Şehîd Bû.
Wêneyên Birdozî ê di Perwedê de hatin dîtin wiha ye:
– Girîngîya perwerdê
– Civaka Xwezayî
– Ûslûb û Xîtabet
– Rexne û Rexnedayîn
– Şerê Taybet
– Dîroka TJA (Tevgera Jina Azad)
– Rastiya Serokatî
– Çand û Exlaq
– Jineolojî
– Şerê Gelê Şoreşgerî
– Netewa Demokratîk
– Dada Civakî
– Civaka cinsiyetperest
– Welatparêzî
– Pergala Hevserokatî
Şahî piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê despêkir. Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş axivî.
Peyman ev dewreya perwerdê a 30 rojan berdewamkir diyariyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Em vê perwerdeyê diyariyê Rêber Apo dikin ku bi saya fikir û felsefeya wî me xwe naskir û em ketin ferqa hêza xwe de. Dewleta Tirk dixwest bi êrîşên xwe ê dij-mirovî xwe rêxistin kirin û perwerdekirina gelê Bakur û Rojhilatê Surî asteng bike. Lê ev gel nesekinî û di her warî de xwe perwerde kir. Dîsa em weke Jin eynaya vî civakê ne ku em dibêjin di bin sîwana Netewa Demokratîk me xwe rêxistin kirîye, di heman demê de tevahî gelê Bakur û Rojhilata surî di bin vî sîwana dê para xwa jê ditîne ku behsa Suriyek azad û demokratîk dikin.
Duvre beşdarwanên perwerdê berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle a Bajarê Kobanê û li ser Gora Şehîd Ronîza Mihemed mum pêxistin. Û Wêneyên Şehîd Ronîza Mihemed ji aliyê dê û bavê wê ve hat hildan.
Her wiha beşdarvan piştî vegeriyan Akademiya Şehîd Şîlan ku li wir perwerde dîtibûn, Ji aliyê endamên perwerdê ve stran hatin gotin, Govend hat gerandin û Şano hat pêşkeş kirin.
Píştre Koma Çand û Hûnera ya Baqî Xido stran gotin
Şahiya bi dawîkirina Dewreya perwerdê bi Durişme û gerandina Govendê ve bi dawî bû.




