HevpeyvînNûçeSlide

Ayşe Efendî: Serketina Bendava Tişrînê, Serfiraziya Rumeta Mirovahiyê ye

Endama Komîteya Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan Ayşe Efendî ku tevî temenê xwe ê mezin tevlî Berxwedaniya Bendava Tişrînê bû ji malpera me re axivî.

Ayşe Efendî wiha got: “Ez di kerwana 2’mîn de çûme Bendava Tişrînê tiştê ku ji me dihat xwestin bi Şerê Gelê Şoreşgerî ve xwedî li ax Av û kehrebeya xwe derkevin. Gelek caran li ser fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me perwerde dît ku Rêber Apo her tim qala Şerê Gelê Şoreşgerî dike. Şerê Gelê Şoreşgerî berê di Bajarê Kobanê, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê de jî pêk hati bû.

Şoreşa Jinê li Rojava pêkhat di hindirê vê  şoreşê de  bi pratîkkirina Fikrên Rêber Apo ku pêkanîna Şerê Gelê Şoreşgerî hat avakirin. Dîrok xwe dubare dike, di şerê Kobanê de jî me dît li ser sînorên Pirsusê Gelê Bakurê Kurdistanê  li wir nobeta dorveger digirtin. Li ser Bendavê jî vê şoreşê xwe nîşan da ku em dibêjin şoreşa Fedaiyane ji ber ku hemû kes dizanî ku li wir şer heye şehadet, birîndarî heye, lê ruxmê wê jî gav paş de ne hat avêtin. dîsa li ser sînorên Bakurê Kurdistanê nobet hatin girtin.”

Ayşe Efendî diyarkir ku berxwedana Bendava Tişrînê li dijî planên dagirkirinê erkeke mirovî û exlaqî ya tevahî xelkê herêmê bû û wiha got: “Ev gelê ku Soza serkeftinê dabû xwedî li soza xwe derket û bi cih anî. Carekdin pewisteyek bi vî rengî hebe jî emê bê dudilî cardî tekoşîn û berxwedaniya xwe bidin meşandin. Nêzî 80 caran gelê Bakur û Rojhilatê Surî bi hemû pêkhateyên xwe ve berê xwe dan Bendavê. Di şexsê Dê û bavê Tala, Bavê Teyar, Mihemed Qaso, hemû hevalên me ê ku parastina Bendavê kirin şehîd bûn, bi hezaran birîndarên me çêbûn.

Her wiha Ayşe Efendî balkişande ser Berxwedaniya yekîniyên parastina jin (YPJ )û diyarkir ku tu hêz û teknîk nikare Hêza wan bişkîne û wiha pêde çû: “Weke gelê Bakûr û Rojhilatê Surî ku hêzên QSD, YPG û YPJ zarokên me ne. Ji bo vê ruxmê hemû bê derfetiyan jî me berê xwe da wir û me sozê xwe pêkanî. Dîlanên li wir dihatin gerandin dîlanên Serkeftinê bûn stranên dihatin gotin jî dihat heman wateyê bi Taybet jî Stranên li ser Rêber Apo. Di tu dîrokén cîhanê de gel ji bo axa xwe biparêze şer nake., leşkerê me jî hene Jinek me tenê dikare li hemeberî dijmin û teknîka wî a pêşketî şer bike û wî têk bibe. Lê parastina vê axê nabe tenê li ser milê şervanan be divê em gel jî di parastina axa xwe de çi pêwîst bike bi cih bînin û bi rola xwe ve rabin.

Ayşe wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk a Dagirker li ser Bendava Berxwedanê a Tişrînê bi Rojane komkujî pêk anî. Di kerwana me de 3 Hevalên me şehîd ketin. Ev gel gelê şehîdane li ser parastina mîrateya wan xwe perwerde kiriye. Dema em dibêjin ‘Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Şehîd’ ev ne tenê durişmeyeke ev Rumeta Gelê Şoreşgere.”

Related Articles

Back to top button