ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star a Bajarê Kobanê Berxwedêrên Bendava Tişrînê Xelat kir

Kongra Star a Bajarê Kobanê Berxwedêrên Bendava Tişrînê bi spasname, çorçeveyek ji wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Wêneyên Şehîdên Bendava Tişrînê, Xelat kir.

Ji 8’ê Çile ya 2025`an ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî li ser Bakur û Rojhilatê Surî despêkir. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz, têk bibin, Êrîşên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li derdora Bendava Tişrînê destpê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir. Ji 8`ê Çileyê ve rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe dan Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka QSD’ê YPG û YPJ’ê berxwedaniya xwe domandin, Ku Bi Dehan Şehîd dan. ev berxwedanî 119 Rojan bi sekn û fedakarî berdewam kir ku 5’ê meha Gulanê Rêveberiya Xweser bi daxiyaniyekê Serkeftina Berxwedana Tişrînê Ragihand.

Jinên ku Ji aliyê Kongra Star ve hatini Vexwendin, ji taxa nû a Bajarê Kobanê Kombûn. Piştî deqeyekê rêz girtinê Li ser Cangoriyên Azadiyê Endama Kordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn axivî

Macîdê got: “li ser navê tevahî Jinên Kantona Firatê em Serkeftina Bendava Berxwedanê a Tişrînê carekedin pîroz dikin û ê ku di wê berxwedaniyê de cihê xwe girtin û gotin ‘em ji mirinê mezintirin’ silav dikin û bejna xwe li hemberî berxwedaniya wan a bi rûmet di tewînin.

Macîdê Şehîdên Bendava Berxwedanê a Tişrînê Bi bîr anî, soza şopandina rêya wan da û wiha got: “Ev berxwedaniya Bendava Tişrînê bi Ruhê Zîlan, Leyla, Arînan ku nunertiya xeta Tekoşîna Jinê dikin, bi serket. Di vê Berxwedaniyê de me gelek hevalên xwe Şehîd dan ku em tekoşînê bi wan fêr bûn. Me pir êş dît lê ev êş di aliyekî de jî hêza me xortir dike ku girêdanbuyîna wan wê her timî me bibe serkeftinê. Em di vir de carekedin soza şopandina riya wan didin ku emê xewn û xeyalê wan pêk bînin.”

Duvre spasname û çorçeveyek ji wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Wêneyên Şehîdên Bendava Tişrînê, li tevahî Jinên Kantona Firatê ku cihê xwe di berxwedaniya Bendava Tişrînê de girtin hatin bilavkirin.

Kombun bi durişmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bilav bû.

Related Articles

Back to top button