HevpeyvînNûçeSlide

Macîde Hesûn: Komkujiya Helincê Tirsa ji ber Şoreşa Jin’ê bû

Kordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn di derbarê Komkujiya Helincê de ji malpera me re axivî û diyarkir ku komkujiya Helincê Tirsa li ber Şoreşa Jin’ê bû.

Hejayê gotinêye ku Jinên ku bi pêşengiya şoreşa jinê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya 19’ê Tirmeha 2012’an de rabûn, di hemû qadên jiyanê de rola xwe ya pêşengiyê lîstin û bûn xwedî destkeftiyên mezin a bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda. Jinên bi şoreşa jinê re xwe ava kirin, pergala netewa demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi jiyanî kirin, di têkoşîna azadiya Jinê de mohra xwe li dîrokê dan. Jinan çawa ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê û ji bo binxistina wî bûn xwedî têkoşînek mezin, ji bo parastina pergala xwe ya Netewa Demokratîk a li hemberî pergala Netew-Dewletê ku xwe dispêre mêr-dewletê têkoşiyan û ruxmî Hemû Êrîşan jî dev ji tekoşîna xwe bernedan ku bûne tirs û xofek mezin ji Dijminên mirovahiyê re.

23’yê Hezîrana 2020’î Dewleta Tirk a Dagirker bi balafireke bêmirov a biçek li gundê Helincê a Girêdayê Kobanê komkujiyek pêk anî ku 3 Pêşengên Şoreşa Jin’ê, Kordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî şehîd kirin.

Macîde hesûn Şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anî û wiha got: “5’min salvegera Komkujiya Helincê ye, li ser asta herema Bakur û Rojhilatê Surî de yêkemin Komkujî li gundê Helincê bû ku li wir hat despêkirin. Di despêkê de Em vê Komkujiyê bi Tundî Şermizar dikin. Hedef girtina tevgara Jin’ê ku yêk ji Kordînasyona Kongra Star bû, Ew pêşengên civakê bûn ku di her warî de bi perwerde kirinê ve civak li hemberî hişmendiya paşvero a Mêrserwer zane û hişyar dikirin. Heval Zehra ku weke Berdevka Kongra Star him di aliyê rexistinî, civakî û perwerdeyê de di tevahî qadên tekoşînê de ji bo zanista civakî pêşbixe cihê xwe girt ku Li hember hemû şêweyên şerê taybet, Jin hişyarî dikir.”

Tekoşîna ku Heval Zehra, Heval Hebûn û Heval Emîne li pê xwe hiştin emê bi berfirehkirana kar û xebatên xwe û bilindkirina asta Tekoîna xwe ve bidomînin. Jixwe hedef û armanca dijmin ew bu ku bi êrîşçn xwe ê dijmirovî ve qetilkirina Jinan ve Tevgera Jin’ê lewaz bike. Lê piştî Şahadeta van Hevalan Jin û Gelê Bakur û Rojhilatê Surî ji bo berdewamkirina Xeta Tekoşînê û pêkanîna Xevn û xeyalên wan hevalan soza xwe nû kirin û asta tekoşîna xwe bilind kirin.

Macîde Hesûn diyarkir ku hişmendiya Paşvero a Hegemon li kîjan deverê xeteriyan li ser têkçûna xwe dibînin êrîş dikin û wiha lê zêde kir: “Di roja me a îro de jî gelek destkeftiyên Jinan hene ku bi saya Şehîdan hatine bi destxistin bi van destkeftiyan ve me karî em xwe di aliyê siyasî, Leşkerî û tevahî qadan de xwe pêş bixin ku ji cîhanê re bû minak. Ev ne cara yêkemîne ev komkujîyene li ser Jinan tê kirin. Di dîrokê de jî hedefa hişmendiya Mêrperst timî Jin bu ye. Komkujiya Paris ê jî yêk ji wan e. ev hişmendiya paşverû, Merserwer ku Dijminahiya Jinê dike, ji bo pêşî li rêxistinbûyîn, Zanebûn û xwe avakirina Jinan bigre gelek komkujî pêkanîn û Jin qetilkirin. Lê ruxmê êrîşçn xwe ê berfireh jî nekarîn Tekoşîna Jinê tune bikin ku Jina bi Fikir û Felsefeya Rêber Apo xwe perde kir bi durişmeya Jin Jiyan Azadî tevahî cîhanê bilavkir. Jinan Rojava, Rojhilat, Bakur û Başurê Kurdistanê pêşengtiya vê kirin. Bi wî awayî em bangawaziya Jinên Başurê Kurdistanê jî dikin ku di nava vê berxwedaniyê de asta Tekoşîna xwe hîn bilintir bikin.”

Jinên Kurd, Ereb, Aşur, Suryan û Tevahî Jinên ku îro siyaset, felsefeya jiyanê, nas dikin û di hemû qadên jiyanê de xwe pêş dixin, dibin hedefa hişmendiya baviksalarî. Tevgerên Femînist jî îro dixwazin pergala Bakur û Rojhilatê Surî nas bikin û pergala wê di tevahî cîhanê de serwer bikin. Her Jineke Herema Bakur û Rojhilatê Surî bi pergala hevserokatiyê ve bi awayekê Demokratîk di ware Leşkerî, Siyasî û Civakî de cihê xwe digre.

Macîde bang li tevahî Gelan kir ku xwedî Pêvajoya, Ji aliyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve tê meşandin derkevin û wiha got: “Em Bang hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê li dixe dikin ku xwedî pevajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêber Apo dimeşîne, derkevin. Bi taybet jî nameya Rêber Apo a Ji bo Jineolojiyê, divê tevahî Jin xwe li ser nameyên Rêbertî perwerde bike. Di van Rojên Dîrokî de  li kuderê be bila wê derê be her Jinek li hemberî zor û zehmetiyan, astengiyên pêşiya wan derdikevin, dive asta Tekoşîna xwe bilind bikin. Minaka herî şenber a vê yêke jî hevalên me ê Şehîdin ku heta dawiya xwîna xwe jî di nava liv û tevgerê de bûn, her ku astengiyên pêşiya wan mezin di bûn tekoşîna wan astengiyên pêşiya wan mezintir di bû.

Macîdê da zanîn ku komkujiya Helincê Tirsa li ber Şoreşa Jin Jiyan Azadî bû û wiha axivî: “ Komkojiya Helincê ve dijmin xwest tirsê di nava civakê de ava bike, lê ne gehişt armanca xwe. Piştî Komkujiya Helincê gelek Komkujî li ser Jinan de pêk hatin ku Wek pêşenga Jin Hevrîn Xelef û gelek hevalên din gihîştin asta şahadetê. Careke din bangawaziya me ji bo tevahî Jinên Suriyê ku helwesta xwe li hemberî kesên ku astengiyê li pêşiya Jinan çedikin  bi awayekî xort bidin diyar kirin. Ev sedsal Sedsala azadiya Jinê ye bi wê ve girêdayî Azadiya Tevahî civakê ye.

Macîdê diyarkir ku ew bi dilsozeyeke mezin silav û Nameyên Rêber Abdullah Ocalan hembêz dikin û teqezkir ku wê ji bo pêkanîna azadiya Fîzîkî a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tekoşîna xwe mezintir bikin û wiha bi dawî kir: “Her wiha Em Nameyên Rêber Apo û silavên wî li ser dil û canê xwe hembêz dikin. Em deyndarê Rêber Apo ne ku wî gelek proje ji bo Jinan pêşxist û Jin ji koletiyê rizgar kir. Divê bi perspektîfên Rêber Apo re gelê suriyê tevahî Jin û Gelên cihanê xwe rêxistin bikin ku xilasiya tevahî gelan bi fikir û felsefeya Rêber Apo re pêkane. Di Suriya nû de jî divê Jin di tevahî Qadan de cihê xwe bigre. Ji bo vê divê Jin astengiyên derdikevin pêş ji aliyê Hukumeta demkî a Colanî ve Tekoşîna xwe bilind bikin.  Di dawiyê de em carekedin di bêjin ku Divê çar parçê Kurdistanê û tevahî cîhan xwedî li Pevajoya Rêber Apo pêşxistiye derkevin, azadiya Fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”

Related Articles

Back to top button