Bîranîna şehîd Zîlan li bajarên Girkê Lege û Rimêlanê
Li bajarên Girkê Lege û Rimêlanê, ji bo bîranîna 29emîn salvegera şehadeta şervana azadiyê Zîlan (Zeyneb Kanacî), ku di 30ê Hezîrana 1996an de li bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakiyek canbexşane pêk anî, çalakî hatin lidarxistin.

Îro, niştecihên bajarên Girkê Lege û Rimêlanê 29emîn salvegera şehadeta çalakvan Zîlan bi bîr anîn. Çalakî li Hola Sendîkaya Karkeran a li Rmelan ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin.
Çalakî bi beşdariyeke girseyî ji aliyê niştecih û endamên rêxistinên civaka sivîl ve hate lidarxistin. civîn bi kêliyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Îlham Mihemed, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), axaftinek kir û pênaseya kesayeta fedaî Zîlan wekî “sembola berxwedana azad û rêya têkoşîna jinan ji bo rûmet û azadiyê” bi nav kir.
Di axaftina xwe de, Îlham Mihemed tekez kir ku “Zîlan nemire her dijî û bûye çirayek ku rêya nifşên pêşerojê ronî dike. Peyama wê bangek ji bo her jinê bû ku li ser rêya têkoşîn û rizgariyê berdewam bike.” Her wiha wê diyar kir ku ewê weke tevgerên jin heya bidest xistina serkeftinê wê têbikoşin da ku bikaribin xwedî lidaxwazên şehîdan derkevin.
Di civînê de nameya ku Zîlan berî ku çalakiya xwe pêk bîne ji Rêber Abdullah Ocalan re şandibû, hate xwendin. Her wiha mûm li ber wêneyê wê hatin vêxistin û çalakî bi qîrîna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.




