
Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jinan li baregeha Fermandariya Jinan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê bi beşdarbûna Hevserok û Rêveberên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenobiya, û Partiya Sûriya Pêşerojê, û her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şahiyek bi boneya salvegera 11’emîn a damezrandina wê li dar xistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û anî ziman ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûne sembola parastina jinan û ewlehiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Gulîstan di dewama axaftina xwe de şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera 29’an a şehadetê de bi bîr anî û got, avakirina hêzên ewlehî û leşkerî yên jinan mîraseya têkoşîna şehîd Zîlan e.
Gulîstan Gulo anî ziman ku çalakiya şehîd Zîlan destpêka xeta jina azad e û jinên Kurdistanê û cîhanê li ser vê xetê têkoşînê didomînin.
Piştî axaftinan, li ber stranan govend hatin gerandin.





