CivînNûçeSlide

Li Til Birakê hevserokatî û rêbazên pêşxistina hate gotubêjkirin

Kongra Star a Til Birakê, bi diruşma "Rêveberiya hevbeş, zehmetî û rêyên pêşketinê" konfransa hevserokiyê li dar xist. Konferans bi encamnameyekê bi dawî ku teqezî bi pêşxistina karê komînal hate kirin.

Kongra Star a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê di çarçoveya nirxandina rêveberiya komînal a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nîqaşkirina rêbazên pêşxistin û xurtkirina mekanîzmeyên wê, konferansa hevserokatiyê bi dirûşma “Rêveberiya komînal, astengî û rêbazên pêşxistinê” li dar xist. Gelek saziyên sivîl û meclis tev li konferansê bûn.

Konferans li avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin. Tê de, endamên meclisan, hevserokên komîn, meclis û saziyan, nûnerên partiyan, endamê Kongra Star hazir bûn û rewşa rêveberiya komînal, astengî, asoyên pêşxistina wê di pêvajoya bê de, nîqaş kirin.

Endama Kongra Star a Til Birakê Azra El Hisên pêşniyar û raporên têkildarî xebatên hevserokatiyan û astengiyên li pêşiya mekanîzmeya karê komînal xwendin.

Rêvebera Nivîsgeha Kordînasyona Konferansa Star li Kantona Cezîrê Xalîde Botî axivî û tekezî li ser girîngiya danîna prensîba hevkariya bi bandor di rêveberiya saziyan de kir.

Dûre endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Cizîrê Xalîde Botî axivî û got: “Hevserokatî, cewhera projeya demokratîk a herêmê ye lewma çalakirina wê di rêveberiyên saziyan de gelek girîng e. Hevserokatî, li cîhanê bi ser ket ji ber ku li gorî pirrengiya pêkhateyan û çandan e, lewma ji bo derbaskirina astengiyan û zehmetiyan xwepêşxistin, gelek girîng e.”

Di konferansê de kesên beşdar pêşniyarên pratîkî, çareseriyên ku bihêle pergala hevserokatiyê pêş bikeve û karîgeriya wê li gorî pêşketinên civakî û siyasî yên herêmê xurt bibe, pêşiniyar kirin.

Encamnameya konferansê wiha ye:

-Xurtkirina têkiliya di navbera meclis, komîn û saziyên civakî de.

-Başkirina karîgeriya mekanîzmayên biryargirtina hevbeş.

-Di nava heserokatiyê de pêşxistina mekanîzmayên şopandin û hesabpirsînê.

-Divê jin û rola wê di saziyan de bê xurtkirin û firehkirin.

Related Articles

Back to top button