DaxuyanîNûçeSlide

Alîkariya Rêxistina Azadbûn û Yêkitiya Jinên Kurdistanê ji bo Jin û Zarokan gihişt Rojavayê Kurdistanê

Rêxistina Azadbûnê a Başurê Kurdistanê ji bo pêşxistin û parastina çanda Kurdewariyê cil û bergên bi motîfên Kurdî şand’in Rojavayê Kurdistanê. Her wiha Yekîtiya Jinên Kurdistanê jî ji bo piştgiriya jin û zarokên Efrînê alîkarî şandin.

Kongra Star bi Peyamekê Spasî ji bo hewldana bi wate ya hevgirtinê ya Rêxistina Azadbûn û Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir. Peyama ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemû ve bi beşdariya Jinên Efrînê, Endam û Rêvebirên Kongra Star ve li Ber navênda Kongra Star hat dayin.

Şîraz Hemû bal kişand ser girîngiya ruhê hevgirtinê û diyar kir ku kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ya gelê Kurd, ku bi pêşengiya jinan tê kirin, berdewam dike. Wî her wiha biryardariya wan a ji bo parastina çanda Kurdî li hemû herêman anî ziman û got: “Ji Rojavayê Kurdistanê, Qada Berxwedanê û tekoşîna zîndî a şoreşa Jin’ê de ji erdnîgariya Kurdistanê ê bihost bihost berxwedaniya gelê wê keç û xortên wê ve berxwedaniya xwe zîndî kirine heta vê kêliyê, ji bo Azadî, jiyaneke bi rûmet. her wiha ji bo Yêkitiya Gelê Kurd, bi navé Kongra Star slav, rêz û hirmetê xwe em ji Rêxistina  Azadbûn û Yêkitiya Jinên Kurdistanê re dişînin.”

Şîraz diyar kir ku wan bi berpirsiyariya parastina nirxên çandî parastina çanda Kurdî li her çar beşên Kurdistanê kiriye mîsyon û got: “Îro bi însiyatif û keda xwe ve piştgiriya ku wan ji bo zindîkirin û parastina çanda Kurdawarî, kumaş ji bo cil û bergên Kurdî şandine Rojavayê Kurdistanê. Em weke Rêxistina Kongra Star erka xwe a sereke dibînin ku em vê Çandê ji 4 aliyê Kurdistaê de bilav bikin.”

Kongra Star spasiya xwe ji Rêxistinên ku gihandina vê alîkariyê hêsan kirine re anî ziman û pabendbûna xwe ya berdewamiya bi biryardarî ji bo domandina hevkariyên anî ziman û wiha bi dawî kir: “Yêkitiya Jinên Kurdistanê jî alîkarî ji bo piştgiriyê bidin Gelên me ê Efrînê bi hêstên yêkitiyê ve şandine. Wê ev alîkarî ji hemû gelên me é Efrînê re werin bêlavkirin. Em ji bo Rêxistina Azadbûn û ji bo Yêkitiya Jinên Kurdistan ji bo hêstên wan ê paqij ê yêkitiyê spas dikin. Em jî weke Kongra Star berpirsyartiya xwe nişan didin ku Hewldan û israrbûna me her tim li ser vê yêkê ne ku em hevgirtîbin, ku wê têkiliyên me wê Rêxistin û Tevgerên Jinên Başurê Kurdistanê re di asta Jor de bin ku emê hîn behtir têkiliyên xwe zîndî û xort bikin, daku em bi hevgirtineke xort ve jo bo azadiya tevahî Jinên cîhanê tekoşîn bikin.”

Alikariya ku ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Başurê Kurdistanê ji bo Jin û Zarokan hatine şandin îro ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemû, Berdavka Komiteya Jinên Efrîn’ê ê Bajarê Qamişlo Sewsan Ahmad Xelil, Endama Komiteya Jinên Efrîn’ê ê Bajarê Qamişlo Siltan Yaqub Reşid ve li herêmên Xerbî, Cûdî û Erbawî ji Jin û Zarokan re hatin belavkirin.

Hat zanîn ku wê belavkirina alîkariyan bîdome.

Related Articles

Back to top button