HevpeyvînNûçeSlide

Ruken Ehmed li dijî Kiryarên li ser Jinên Siweydayê banga tevlîbûna Kampanya yê kir

Endama Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Ruken Ehmed diyar kir ku Platforma Çalakiya Hevbeş a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Bi Hev re ji bo Piştgiriya Jinan li Siweydayê li dijî Qirkirinê" kampanyayek 8 rojan dane destpêkirin, da ku mafên jinên li Siweydayê biparêzin û li dijî êrîşên zêde dibin hevgirtin û piştgiriya xwe nîşan bidin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Siweydayê Di van 10 rojên dawî de ji ber zêdebûna krîzê û xetereyê jiyanî kampanyayeke mezin a hevgirtinê dane destpêkirin.

Ruken Ehmed got: “Weke em dibînin ev zêdetirî 10 rojin rewşeke gelek zehmet li siweydayê tê jiyan kirin, me jî Weke Kongra Star û Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Surî gelek sazî û Rêxistinên Jin û Rêveberiya Xweser gelek daxiyanî dan helwestê xwe ê li dijî êrîşen li Siwedayê bi meş û çalakiyên cur be cur diyar kirin û piştgirya xwe ji Jin û Gelên Siweydayê re aşkere kirin.

Ruken Got ku divê gavên nû werin avêtin da ku hevgirtinê xurt bikin û pêde çû: “Lê ev rewşa zehmet a li ser gelê me ê Siweydayê hîn berdewame, dorpeçkirinek hete li ser Bajêr cangoriyên wê jî herî zêde Jin, Zarok, Pîr û Kalin. Civîna me a Platforma Çalakiyan a Jinan, bi bêşdariya Rêxistinên Jinan, Meclîsê Jinan ê Bakur û Rojhilatê Surî çêbû ku niqaş li ser rewşa Surî di navde rewşa Jinan û xeteriyên ku Jin rû bi rû dimînin hat niqaş kirin û pêwîstî hat diyarkirin ku divê em hîn bi xortir û çalaktir helwestê xwe bidin diyar kirin. Bi hevbeşiyeke ku Rêxistinên Jinan di Bakur û Rojhilatê Surî li hemberî hemû zehmetiyan berxwedane heta roja me a îro ku erk û berpirsyartiya xwe dibînin Jinên tevahî Suriyê ku îro li hemberî êrîşên dijmirovî re rû bi rû ne, xwedî derkevin û piştgiriya wan bikin.

Ruken Ehmed Krîza berdewam a li Siweydayê herî zêde bandorê li jin, zarok, kal û pîr û komên bêparastin dike. Ji ber vê yekê, Platforma Çalakiyan a Jinan tekez kir ku pêdivî ye ku li seranserê cîhanê hewldanên hişyarkirinê werin kirin da ku rewş bi lezgînî were çareser kirin.

Ruken da zanin ku divê Çalakıyên hişyarkirinê li dijî gotinên nefretê û êrîşên rasterast ên li ser jinan werin zêdekirin û wiha got: “Rewşa ku hatiye ragihandin di dema Humeta veguhêz hatiye ser hukumdariyê heta niha em bi rojane rewşên xeternak re rû bi rû ne. Gelek komên cîhadîst, Tundrew ê ku di nava artêşa Suriyê de cîh digrin bi navê siyaseta islamî ku hukumeta nû bi rêve dibe, xeteriye li ser Jiyana Jinan, bi xitabên nefretê li ser pêkhateyan bi taybet kêm pêkhateyan di Suriyê de jiyan dikin, bi kar tînin. Her wiha kiryarên di derheqê Jinan de tên kirin weke Rewşa Beravê de jî me dît ku îro jî li Siweydayê pêk tê. Ev xeterî li ser giştî cografiya Suriyê heye. Ji bo vê xeteriyên ku li ser Jinên Elewî ê Sahilê û Siweydayê em li ser xwe dibînin û em bi wê berpirsyartiyê tevdigerin. Ji bo vê Komîteya Çalakiyan a Jinan biryar da ku hemleyekê di bin durişmeya ‘ em bi hev re piştgiriya Jinên Siweyda li dijî qurkirinê bisekinin’ ragihand û li ser vê bingehê wê çalakiyan lidarbixe.

Ruken da zanîn ku Piştî Daxiyaniya ku wê sibê li Bajarê Qamişlo saet 6’ê êvarî were ragihandin dê kampanya bi çalakiyan dest bi xebatê bike û wiha domkir: “Ragihandina vê kampanyayê wê bi daxiyaniyeke girseyî ê Jinên Bakur û Rojhilatê Surî de bi tevahî Sazî û Rêxistinên xwe ve di nava van çalakiyan de cîh bigrin. Wê daxiyanî sibe seat 6’ê êvarî li Bajarê Qamişlo were dayîn ku bi vê wesîleyê ve em hemû Jinên Bakur û Rojhilatê Surî vedixwînin ji bo tevlî ragihandana kampanyayê bibin. Ev kampanya wê li ser 8 rojan berdewam bike, wê çalakiyên cur be cur werin lidarxistin. Di sala 2014’an de di 3’ê Tebaxê de qirkirinek li ser gelê me ê Êzîdî jî hat kirin. Di heman wextê de îro li ser gelê me ê Durzî tê kirin. Ji bo hemû kiryarên pirêj ê li ser Jinan ku weke islama siyasî a ku hatiye ser hukumetê ji komên çeteyên cur becur ve ne tenê li ser Ssuriyêji bo Rojhilata Navîn jî xeteriyeke mezine. Ji bo vê emê bi çalakiyên xwe en hevbeş re emê bîranîna tevahî Jinan û Jinên Êzîdî ku gelek Jin Hatin qetilkirin û aqûbeta gelek ji wan jî ne diyare, zîndî bihêlin û emê tu carî nehêlin ku carekedin rewşek wiha were jiyan kirin. bi bîr xist

Rûkenê  zilm û zordariya di demên berê de li jinên Êzîdî hatiye kirin bi bîr xist û diyar kir ku niha li Siweydayê gefên bi heman rengî li dijî Jinên Durzî hene û got: “Îro jî jinên têne revandin ji aliyê komên çeteyan ve ku di nava tevlîheviya di Suriyê de tê jiyan kirin de gelek Jinên Elewî hene ku aqubeta wan ne diyare, her wiha Jinên Durzî jixweli ser Ragihandinê jî tê xuyakirin, li gor çavderiyan aqubeta gelek Jinan ne diyare. Ev qirkirina ku li ser Jinan em tu carî qebûl nakin. ji bo vê wê Xebatên Çalakiyan werin kirin him bîranîna Jinên Êzidî him jî Jinên Elewî û Durzî. Ji bo nexşereya Rojhilata Navîn were guhartin koçberuya bi darê zorê tê ferzkirin. Em jî bedelên wê didin weke Efrîn, Serikaniyê û Girêspiyê wê çalakiyan de bal li ser koçberuya darê zorê bê kişandin. Daxiyanî, Helwest, Meş, Kkampanyayênbi platformên civakî weke Hasstagg bi riya Ragihandinê de we werin çekirin. Ji ber ku em dibînin ku şerek taybet li ser ragihandinê tê meşandin. Ji bo vê emê kampanyaya Hastagg bidin meşandin. Wê name ji cihên eleqeder re werin şandin.

Ruken balkişande ser Alikariya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji gelê Siweydayê hatiye şandin û wiha domkir: “Rêveberiya xweser beriya niha jî ragihandibû ku ji bo kampanyaya aalîkariyêji bo gelên Siweyda ku ev demeke ji ber dorpêçkirinê benda îcazê ye ku bikare bi awayekî ewle alîkariyê ku hatine komkirin bigihîne gelên siweyda yê.

Rukenê da zanîn ku wê Di dawiya kampanyayê de, civînek dê were lidarxistin da ku li ser çareseriyên pêşniyarkirî ji bo Siweyda û tevahiya Sûriyeyê were nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: “Em jî dixwazin zext bikin ku ev Alîkarî bigihîjin Siweyda yê. Wê hinek çalakiyên me di asta daxwazan de hinek jî wê ji bo eşkerekirina kiryarên ku têne kirin ê derhuquqî de. Di dawiya rêzeçalakiyan de wê form were lidarxistin ku tê da taybet rewşa Siweyda û Tevahî Suriyê were niqaş kirin û Erk û mîsyonên ku dikevin li ser milê me ku em xwe bigihînin tevahî Jinên Suriyê û hevgirtîbin wê werin nirxandin di form ê de.”

Ruken Ehmed Tevah Jinên Suriyê Vexwende tevlîbuyîna Kampanyayê û diyarkir ku tenê bi hev re dikarin vê Hişmendiya li dijî mirovahiyê têk bibin û pergalek Azad û Demiokratîk ava bikin û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku Suriya îroyîn de pêşeroja tevahî gelan di xeteriyê de ye ku wê ev Suriyê ber bi şereke navxweyî ve bibe ku Suriye parçe bibe. Ji bo vê rola me a Avakirin û bilavkirina Aşitiyê jidi Suriyê û tevahî Rojhilata Navîn de ne ku em bikarîbin pêşerojek Demokratîk û Azad ji bo tevaî Gelên Suriyê re ava bikin. Di aliyê Ragihandinê de platformên Azad jî wê werin çêkirin. Bi vî rengî emê bi hemû hersa û hêza xwe ve helwestê xwe ê li dijî kiryarên qirêj binin ser ziman. Belkî kampanya wê 8 rojan bidome lê wê Tekoşîna me heta dawiyê bidome.”

Related Articles

Back to top button