CivînNûçeSlide

Şêniyên Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê bibîranîn

Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn. Şêniyan banga xurtkirina xweparastinê kir.

Bi boneya salvegera 11`mîn a komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ` di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî civaka Êzidî pêk anî, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava îro civîneke berfireh li dar xist.

Civîn bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî: Em ê qirkirinan bi dawî bikin” li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê pêk hat. Şêniyên bajêr, endamên yekitiyê, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), çalakvan û endamên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê sînevzyonek li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê di 3`ê Tebaxa 2014`an de û komkujiya hovane ya li dijî civaka Êzidî, bi taybetî jin û zarokan, hat nîşandan.

Ji Rêveberên Yekîtiya Êzidiyan li Sûriyeyê Suad Hiso axivî û şehîdên komkujiya Şengalê  bi bîr anî. Suad diyar kir ku ev komkujî ji bo Êzidiyan bû egera ku civaka xwe birêxstin bikin û hêzên xwe yê parastinê ava bikin da ku careke din rastî komkujiyan neyên.

Ji fermandarên YPJ`ê Kurdistan Koçer, diyar kir ku binpêkirin û komkujiyên ku li dijî civaka Êzidî pê hatin nayên wesfkirin. Kurdistan Koçer bang li civaka Êzidî û hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê kir ku bibin yek û hêzên xwe bikin yek da ku pêşî li komkujiyan bigirin.

Da dawiya civînê de Yekitiya Jinên Êzidî xelatek diyarî YPJ`ê kir, ji ber rola wan a parastina civaka Êzidî.

Related Articles

Back to top button