
Şandeya Kurdî ya hevbeş civîna xwe ya asayî li navensa Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Di civînê de makanîzma xebata hundirîn hat nîqaşkirin û erk li endaman hatin parvekirin.
Di civînê de nêrîna Kurdî ya hevbeş di danûstandinên qonaxa bê de bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Beşdaran destnîşan kir ku civîn ê her demekê werin lidarxistin, nîqaş bidomin û nêrîn li gorî armancên gelê Kurd werin yekkirin.




