Kongra Star: Jinên li Kampa Serêkaniyê Daxwaza Rawestandina Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Dikin
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê jinên Kongra Star ve li kampa Serêkaniyê hat dayîn, beşdaran daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re nû kirin, û tekez kirin ku tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Rêbertiya wan hatiye ferzkirin binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û siyasî ye û rê li ber aştî û demokrasiyê a li herêmê digire.

Îro sibê, 21ê Tebaxa 2025an, Kongra Star li kampa Waşokanî ya bajarê Hesekê daxuyaniyek weşand û tê de bang li jinên kampa Serêkaniyê kir ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Daxuyanî ji hêla rêvebera Kongra Star a kampa Waşokanî, Zeyneb Ehmed Şêx Hemo ve hate xwendin.
Daxuyaniyê tekez kir ku Rêber Abdullah Ocalan, ji hundirê hucreya xwe ya tecrîdkirî, qet dev ji berxwedana li dijî polîtîkayên dûrxistin û zilmê bernedaye. Berevajî vê, wî bangek dîrokî ji bo aştî û civakek demokratîk kiriye, hêvî û jiyanê ji bo mirovên ku hesreta azadî û edaletê dikin, vejandiye. Jinan ev bang wekî “kompasa rûmetê” bi nav kirin û hevdîtina rasterast bi rêbertî re wekî mafek rewa û pêwîstiyek siyasî û exlaqî di ronahiya zêdebûna aloziyên herêmî de hesibandin.
her wiha daxuyaniyê destnîşan kir ku tecrîda bênavbera li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê wî bi xwe dike armanc , lê di heman demê de li dilê projeya neteweya demokratîk jî dixe, ku ev proje dixwaze civakek piralî li ser bingeha wekheviya zayendî, edaleta civakî û jiyana hevbeş di navbera hemî pêkhateyên çandî, civakî û olî de ava bike.
Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, ji bo rakirina tecrîdê zextê bike û deriyê diyaloga rastîn veke. Wan tekez kir ku dengê jinên azad dê banga azadiyê ya ku ji hêla Rêber Ocalan ve hatî dayîn, çi qas dirêj bibe an jî qedexe çiqas giran bibin, ewê di banga xwe de bi israr bidomîne.
Daxuyaniyê wiha bi dawî kir ,dengê jinên li kampa Serêkaniyê ne tenê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberekî ku li pişt dîwaran li ber xwe dide dikin, lê di heman demê de li ser navê hemû kesên ku bi azadiyê bawer dikin û diqîrin ve despê dike û aştî ji zikê berxwedanê diwelide. Di demekê de ku rejîmên baviksalar, otorîter û zalim komployê dikin da ku ronahiyê bêdeng bikin, banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo jiyana demokratîk wekî çirayek nayê vemirandin diçirise, û jin, wekî her dem, parêzvanên bîranînê û afirînerên hêviyê dimînin.



