ÇalakîNûçeSlide

Li Til Birak ê Roja Aştîtiya Cîhanî bi Xwepêşandaneke Girseyî Pêşwazî Kir

Bi boneya roja aşitî ya cîhanê di 1'ê Îlona 2025'an de, Kongra Star a navçeya Til Birakê xwepêşandaneke lidarxist.Di xwepêşandanê de saziyên navçeyê û bajarokên hawirdorê herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn û parastina Cewherî beşdarî xwepêşandanê  bûn.

Di xwepêşandanê de nameya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê aşitiyê hat xwendin.

Di demeke ku alozî û pevçûn tê da pir bûye , aştiya cîhanê xewn û mafê bingehîn ê her mirovî ye .
Ew ne tenê nebûna şer e, lê belê hebûna edalet, azadî û rûmeta mirovan li her derekî  cîhanê ye.
Aşitî ew zimanê ku dil pê diaxivin dema ku dev ji nefret û ezezîtiyê berdidin.
Ew pira ku gel ber bi pêşerojek hevpar ve dibe, ku ne bi zorê lê bi têgihîştinê hatiye avakirin, ne bi ferzkirin û hêzkirinê lê bi lihevhatinê .

Xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên Şehîdan ku canê xwe ji bo azadî û rûmetê feda kirine , bi seknek  heybet , dilsozî û teqdîrkirina fedakariyên wan temsîl dike ye, dest pê kir.
.Piştî deqeyeke rêzgirtin berdevka Kongra Star Edra El Hisên peyama rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi boneya roja aştî ya cîhanî ji gel re xwendin.
Di peyama rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de bangek eşkere ji bo xurtkirina nirxên aştiyê, xurtkirina têkoşîna demokratîk û berdewamiya avakirina civakek azad ku tê de rûmeta jinan û mafên gelan garantî dike hebû.

Peyam wiha ye:
Ji bo hemû kesên ku ji bo aştî û demokrasiyê hewl didin, banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk ne tenê helwesteke siyasî ya derbasbûyî ye. Ew stratejiyek û gaveke dîrokî ye. Bi vê bangê re, deriyên serdemeke nû ya jiyana demokratîk a li ser bingeha aştiyê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê Rojhilata Navîn, ku şer û wêranî dê bi dawî bibin, vebûne. Ev ne tenê daxwazek e, lê rastiyeke zelal e.
Divê bi derfetên bihêz û gavên pratîkî yên cidî were avakirin, ji ber ku aştiya rastîn ne tenê bi bêdengiya li ser nakokiyan an jî bi dawîanîna wan ve sînordar e. Berovajî vê, aştiya rastîn dema ku serdemeke azadiya demokratîk û edaleta civakî di hemû warên jiyanê de were avakirin, tê temsîlkirin. Veguherîna civakî ya gelên me ne tenê mafek e, lê di heman demê de banga bingehîn a serdema me ya nû ye û pêşeroja me ye.
Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê wê ji bo hewildanên gelên me bingehîn bimînin , ew ê cihê me di jiyana civakî de bigirin û ev welat wê bibe welatek ji bo wan kesên ku aştî û jiyana demokratîk wekî maf û banga xwe dibînin. Bi boneya 1ê Îlonê, ez bang li gelên me dikim ku bi vê peyama dîrokî ve girêdayî bin û rêya aştî û azadiyê xurt bikin.
Em bawerin ku her kes dê girîngiya vê qonaxê fêm bike û bi ruhê aştiyê tevbigere. Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim.

Di xwepêşandanê de pabendbûna Kongra Star bi têkoşîna aştiyane, redkirina her cûre dagirkerî û tundûtûjiyê û pabendbûna bi mafê çarenûsî yê gelan hate piştrastkirin.
Xwepêşandan bi beşdariyeke berfireh hate lidarxistin, û yekîtî û ev jî hevgirtina di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de nîşan da.

Related Articles

Back to top button