Şêniyên Kantona Hesekê bi Meşeke Girseyî Daxwaza Azadiya Fîzîkî a Rêber Ocalan Kirin
Li Kantona Hesekê bi sedan kes beşdarî meşek girseyî bûn, ku ji çerxerêya Marşo dest pê kir û di nav atmosferek coş û biryardariyê de ber bi Qada Azadiyê ve çû. Meşê pabendbûna xwe ya bi azadî û demokrasiyê re diyar kir û piştrast kir ku azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikare pêkan e, ku Rêber Ocalan sembola têkoşîn û berxwedanê li dijî polîtîkayên dûrxistin û zordariyê ye.

Rêber Abdullah Ocalan yek ji kesayetên ramanperwer û siyasî yên herî berbiçav ên Rojhilata Navîn e. Bi rêya projeya xwe ya “Neteweya Demokratîk”, ku bi tezeke alternatîf li ser bingeha edaleta civakî û wekheviya di navbera gelan, jinan û mêran de pêşniyar kiriye. Ji dema dîlgirtina wî di sala 1999an de, li çaraliyê cîhanê kampanyayên bi nav û deng ên berfireh hatine destpêkirin ku daxwaza azadiya rêbertiyê dikin, û tecrîda li ser wî ya berdewam wekî êrîşek li ser îradeya bi mîlyonan mirovên ku bi hesreta azadî û demokrasiyê ne dihesibînin.
Ev kampanya û çalakî veguheriye tevgerek domdar ku bi awayên cûrbecûr, ji meşên girseyî bigire heya bi miting û daxuyaniyên hevgirtinê, pêk tên. Kesên ku van çalakiyan organîze û pêşengiyê dikin tekez dikin ku heya azadiya Rêber Ocalan bi dest nexin wê têkoşînê ranewestînin , ji ber ku ev gavek bingehîn e ber bi avakirina aştî û demokrasiyê li herêmê ye. Tevî banga Rêber Ocalan di 27ê Sibatê de, ku wî wekî “Banga Aştî û Civakeke Demokratîk” bi nav kir, lê belê rayedarên Tirkiyeyê da ku vê bangê veguherînin çareseriyek siyasî ya rastîn hîn jî tu gavên pratîkî neavêtine .
Beşdarvanan wêneyên Rêber Ocalan bilind kirin, dirûşmeyên ku daxwaza azadî û demokrasiyê dikin qêriyan, û tekez kirin ku divê tecrîda li ser Rêbertiyê demildest bi dawî bibe. Her wiha di destê wan de pankartên ku li ser wan , “Em dixwazin bi Rêber re hevdîtin bikin,” û “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo garantiya aştiya cîhanê ye” nîvisandibû hildan.
Dema ku çalakvan gihîştin Qada Azadiyê, wan ji bo rêzgirtina şehîdan deqeyek bêdengî rawestiyan. Piştî vê yekê, peyama Rêbertî di 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya cîhanî de, ji hêla endamê Meclisa Giştî ya YPGê Ebdulxenî Oso ve bi Erebî û ji hêla mamoste Felek Dawûd ve bi Kurdî hate xwendin.
Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo Roja Aştiyê ya cîhanî:
“Ji bo hemû kesên ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin… Banga me ji bo aştî û çareseriyek demokratîk ne gaveke siyasî ya derbasbûyî ye, lê belê gaveke stratejîk û xaleke werçerxê ya dîrokî ye.” Bi vê bangê, li şûna şer û wêraniyê, deriyên serdemeke nû ya jiyana demokratîk a li ser bingeha aştiyê li Tirkiyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn heta dawiyê hatine vekirin.”
Ev ne tenê daxwazek e; ew rastiyeke geş e ku divê li ser derfetên xurt û gavên cidî û pratîkî were avakirin. Aştiya rastîn ne tenê bi agirbestê an jî bi dawîanîna pevçûnan pêk tê. Aştiya rastîn ew serdem e ku tê de azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû warên jiyanê de têne damezrandin.
Veguherîna civakî ya gelên me ne tenê mafek e; ew di heman demê de prensîba bingehîn a serdema me ya nû û rêwîtiya me ya pêşerojê ye.
Divê aştî, demokrasî û nirxên azadiyê bi têkoşîna gelên me werin damezrandin û di jiyana civakî de cihê xwe bigirin. Ev welat dê bibe welatê kesên ku aştî û jiyana demokratîk wekî maf û prensîba xwe dibînin.
Bi boneya 1ê Îlonê, ez bang li gelên me dikim ku vê prensîba dîrokî hembêz bikin û rêya aştî û azadiyê bêtir xurt bikin.
Em bawer dikin ku her kes dê giraniya vê serdemê fêm bike, bi hişmendî bersivê bide wê û bi ruhê aştiyê ber bi pêş ve biçe. Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi evîn û rêzgirtina bêdawî silav dikim.
Piştre, Zehra Elî, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk, axaftinek pêşkêş kir û got, “Em van qehremanên ku ji bo parastina welatê xwe şer dikin û têdikoşin, û her weha şehîdên me yên mezin ên ku can û xwîna xwe ya hêja ji bo azadiyê feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin.” Elî di berdewamiya axaftina xwe de got ku Rêber Abdullah Ocalan bi felsefe, ramanên xwe ya kur cîhan ronî kir û bandora xwe li ser mirovahiyê bi cih dike.
Elî berdewam kir û got, “Rêberê me yê navneteweyî, ku bi tecrîd, zilm, pevçûn, têkoşîn û şeran re rû bi rû ma, ew e ku li seranserê cîhanê ramana aştiyê parast. Aştiya me tenê bi pêkanîna azadiya radîkal dikare were bidestxistin. Bîst û heft sal in, rêberê me li Îmraliyê, bi tecrîd û îzole rû bi rû maye.” Wê axaftina xwe bi banga, li ser navê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser navê jinên azad, ji bo azadiya radîkal a rêber Apo bi dawî kir.
Ev çalakî yekîtiya gelê Hesekê û biryardariya wan a berdewamiya têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîşan da. Ew vê gavê wekî kevirê bingehîn ê avakirina civakek azad û demokratîk dibînin.




