NûçeSlide

Serdanên Siyasî û Mafên Mirovan Li Swîsreyê… Şandeyeke Jinan li ser pêşeroja Sûriyê û Rêveberiya Xweser Guvtugo kir

Di çarçoveya xurtkirina têkiliyên navneteweyî û ronîkirina mijarên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, şandeya jinan li paytexta Swîsreyê, Bernê, rêze civînên siyasî û mafên mirovan li dar xist. Di van civînan de pêşketinên li Sûriyeyê, rola jinan û pêşeroja Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Piştî hevdîtinên li Almanya, şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Swîsreyê ve çû. Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer,Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Mûna El-Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrazad El-Casim, Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekîtiya Jinên Suryan Corgette Bersûm pêk tê.

Ev serdan beşek ji hewldanên xurtkirina ragihandina navneteweyî û ronîkirina pirsgirêkên siyasî û civakî yên ku herêm pê re rû bi rû ye, nemaze di ronahiya pirsgirêkên ku Sûriye piştî salên şer pê re rû bi rû ye. Di nav şandeya jinan de kesayetên navdar hebûn, ku armanc ew bû ku dengê jinên Sûriyeyê û ezmûna wan di serokatiyê û berxwedanê de bigihîne, û vîzyona Rêveberiya Xweser ji bo pêşeroja Sûriyeyê pêşkêşî biryarderên li Ewropayê bike.

Şandeya jinan a ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Ewropayê ve diçû, bi Fabian Molina, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swîsreyê ya Partiya Sosyal Demokrat re civiya.

Di civînê de, nîqaşeke kûr li ser rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girîngiya piştgiriya çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê û rola Rêveberiya Xweser di bidestxistina aramiyê de hate kirin.

Her wiha hevdîtinek bi Carlo Sommaruga, endamê Parlamentoya Swîsreyê yê Partiya Sosyal Demokrat re jî hate lidarxistin, ku di dema civînê de nîqaş li ser pêşeroja Sûriyeyê, bi balkişandina ser ezmûna Rêveberiya Xweser wekî modelek demokratîk li herêmê û pêwîstiya naskirina navneteweyî, berdewam kir.

Şande her wiha bi komek çalakvanên mafên jinan ên Swîsrî re civiya, ku rewşa jinên Sûrî, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hate destnîşankirin.

Herdu aliyan li ser ezmûna jinan di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, rola wan a pêşeng di Şoreşa Rojava de û destkeftiyên di warê bihêzkirina siyasî û civakî ya jinan de hatine bidestxistin, nîqaş kirin.

Li Komeleya Kurd a Bernê, civîneke girseyî hate lidarxistin, ku hejmarek endamên civakên Kurd û Suryan beşdar bûn. Di civînê de, ji bilî nîqaşkirina şertên Peymana 10ê Adarê û pêşeroja Rêveberiya Xweser di ronahiya veguherînên herêmî û navneteweyî de, pêşketinên siyasî yên dawî li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Related Articles

Back to top button