NûçeSlide

Çalakiyên şermezarkirina komploya 9ê Cotmehê dê li 15 Bajarên Cizîrê Meş bên li Dar Xistin

Sibe li 15 bajarên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşên girseyî tên lidarxistin.

Gelê bajarên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê dike ku sibe (9 Cotmeh) meşên girseyî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî li dar bixe.

Li gorî bernameyê xelkê bajarên Cizîrê 15 nuqteyan kom dibin û meşên girseyî li dar dixin:

Til Birakê: Çerxerêya bajarê, saet 09.00ˊan.

Li Hesekê, ji Çerxerêya Sînalko ve, li Dirbêsiyê ji pêş parka Zevîn ve, li Til Temirê ji naverasta bajêr û xelkê Zirganê jî beşdar dibe, li Holê ji pêş Nivîsgeha PYDˊê ve, li Şedadê ji naverasta bajêr ve, xelkê bajarên Erîşa, Mergede jî beşdar dibin, li Amûdê ji Çerxerêya Jin ve, li Girkê Legê ji Çerxerêya Şehîd Xebat ve, li Til Hemîsê ji pêş avahiya Meclisa Bajêr ve, li Dêrikê ji Qada Azadî ve, meş saet 10.00ˊan dest pê dikin.

Li bajarê Tirbespiyê ji pêş Benzînxaneya Şadê ve û li Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî ve meş saet 11:00ˊan dest pê dikin.

9ˊê Cotmeha 1998ˋan dîroka destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Di 15ˊê Sibata 1999ˊan de Rêber Abdullah Ocalan li balyozxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê hat revandin. Di vê komployê de gelek dewletên cîhanê û îstîxbarên wan beşdar bûn.

Related Articles

Back to top button