
Malên Jin ên kantona Hesekê Komploya navneteweyî ya 9’Cotmeha 1998 an şermezar kirin û der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek li çerxeriya Şehîd Avêsta
ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Malên Jin, Kongra Star û komîteyên wê beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê kordînatora Malên Jin a bajarê Hesekê Lemya Muhemed ve hat xwendin.
Daxuyaniyê de wiha ye:
Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtin û teslîmkirina dewleta Tirk bi dawî bû. Rêber Abdullah Ocalan, ji wê demê ve heta niha di bin pergala tecrîda fîzîkî de ye.
Îro, piştî zêdetirî bîst salan, bi tecrîda tund a li ser Rêber Abdullah Ocalan, eşkere ye ku van rejîmên otorîter qet dev ji hewldanên xwe yên ji bo şikandina ramanên wî yên azad bernedane, bi milyonan jinan hêviya rizgarî û wekheviyê bi wî re dîtine. Van rejîman hewl didin îradeya bi milyonan mirovan bişkînin lê ramanên Rêber Apo her dem ji daxwazên hêzên tîranî û hegemonyayê xurttir û bilindtir in. Rêber Ocalan bi riya projeya xwe ya rewşenbîrî û siyasî ku jin tê de asas bûn di biryardarî domand. Ev yek bû sedema hedefgirtina wî.
Li gorî vê, em jin bêparkirina berdewam a Rêber Ocalan ji mafên wî yên fîzîkî û mirovî yê herî bingehîn, mafê hêviye weke binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovî dibînin. Ji îradeya jinên ku ji ezmûna wî îlhamê digrin wekî riyek ji bo têkoşîna li dijî zihniyeta mêr û otorîter ditisin. Her wiha em ji raya giştî re piştrast dikin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ne tenê wî bi xwe hedef digre, azadiya hemû gelan û projeya aştiya dadwer a ku wî her dem hewl daye ava bike hedef digre.
Em bang li hemû aliyên berpirsiyar û têkildar dikin ku rola xwe ya mirovî çalak bikin, bi zexta li ser dewleta Tirk û mecbûrkirina wî ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, li gorî tiştên ku di qanûnên navneteweyî û Ewropayê de hatine destnîşankirin ku mafê hêviyê nas dikin û em biryara demê ya ku Komîteya Konseya Ewropayê daye dewleta Tirk bi tundî red dikin. Em soz didin em ê têkoşîna xwe bidomînin.Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan pêk neyê, em bang li hemû hêzên femînîst, di nav de rêxistinên demokratîk, mirovî, mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin. Her wiha em ji tevgerên femînîst ên li çar aliyên cîhanê dixwazin ku gavên lezgîn û tavilê bavêjin, dengê xwe bikin yek da ku bi vê komploya berdewam re hevrû bibin û di hemû astan de bi hev re û bi cidî bixebitin. Bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku sembola rizgariya jinan û azadiya gelan e, li gorî projeya neteweya demokratîk wekî tekane riya ber bi aştî û azadiyê ve.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



