HevpeyvînNûçeSlide

Edul Xelîl;6 Salê Penaberiyê Êdî Veger Mafê me yê Rewa ye

Bi rasthatina 7emîn a dagirkirina herdû bajarên Girê Sipî û Serêkaniyê koçbera bi navê Edul Xelîl ,li kêlrka êş û azarên li kampan em jiyan dikin lê berxwedaniyeke bê hempa bi hêviya vegera warên xwe jî heye.

Edul Xelîl ji gundê Teybê girêdayî bajarê girê Sipî wiha vegot”Sala 6an temam bû di ser dagirkirina bajarê Girê Sipî û serêkaniyê  9ê Cotmeha 2019an dem tewleta Tirk herdû bajar dagir kirin ew dem em ji Girê sipî ji gundê xwe me terka malên xwe kir û em koçberî vir bûn,dema ku pilana vê dagirkirinê çêbû hesabê dewleta Tirk berfireh bû ku bi temamî gek tune bike û hêz û vîna gel bişkîne,lê belê gel zêdetir bi pêşve gav avêt û çi pêkhateyên ku hebû zêdetir hev girtin û xwedî li hev derketin ,ji ber ku dewleteke ne mafdare ji berku dema ku çeteyên Daiş’ê dema di Bajarê girê sipî debûn êrîş wir nekir berevajî çete yên birînda di himêza xwe de derman dikir,dema ku çeteyan berê xwe dan van bajaran û komkujî bi ser gel de kirin ji himêza dewleta Tirk derketin û hatin hemû desteka leşkerî û çek û cebilxane ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û ev komkujî pêk hatin,li vir bi her awayî ispat dike ku dewleteke heya dawî Terore,ji ber ku êrîşeke bê eman pêkhat bi desteka hemû cebilxaneyên qedexekirî bi ser gel de hatin ,li vir di destê sivîlan de tu çekeke ku xwe pê biparêze tunebû,lewma gel neçar ma cih û warê xwe biterikînin,ew dem derfet nema ku gel tiştekî xwe bi xwere ji malê xwe derxîne bi xwere bibe piraniya xelkên bajêr û gundewarên wê bê pêlav ji malê xwe derketin û bajar terkiandin,me xwe hinekî ji bajêr dur xist em hin malbat li ba hev kombûn û me ji xwere dilê xwe xweş dikin û rêxistinên mafê mirova henin koalisyona naneteweyî heya ewana helbet wê destwerdana rewşê bikin û wê rewş aram bibe emê dîsa vegerin malê xwe,lê mixabin her ku çû rewş girantirbû hîn em di behsa vegera gundewarê xwedene roja dinê balefirên şer li gundê mejî da û ew dem kal û pîrek jiyana xwe ji dest dan,gelek sivîl bûn hedefa êrîşan û birîndar çêbûn ji xwe kiryarên revandina sivîlan û wêran û talan kirin gundan dikirin,em wele gel ticar ji êrîşên dijmin netirsiyan e ji ber ku me xwe herdem bi serkeftinê re kilît kiriye lê belê em sivîlin di destê mede çekeke ku em xwe pê biparêzin tuneye bi teybetî di van êrîşên hovane ku ne zarok ne mezin nasdike ,bi awayeke pir giran li ser deruniya zarokan bandor dikin û tird dikete dilê wan de ,piştî 15e rojan me bihîst ku mala me di gund de çeteyan ji xwere kirine baregeh û xwe têde bi cih kirin ,êdî ew dem hêviya me û vegere qediya. ”

Edul wiha domand ;piştî salekê ji dagirkirina bajarê Girê piştre em hatin vê kampê ,lê belê salekê ji derveyî kampê jiyîn me gelek êş û azar kişand em her mehekê yan jî du meha li cihekî bûn her me cih diguherand,ji ber pirbûna koçberan êdî cih nema ku em lê bisekin,di salên despêkê de derfetên li kampê pir kêm bû ji enerjiyê ,nan û gelek pêdiviyên jiyan tunebû,lê belê ji berku me teva heman deruniyê jiyan dikir êşa me tevan yekbû li vir êdî ev yekbûna êşê hişt ku em li vir bibin yek mal,lewma niha li kampê ger yek kes birîn dibe dêşe hemû pêre diêşin ,ger yek jî kêfxweş dibe hemû pêre kêfxweş dibin.

Edul di axaftina xweda bal kişand li ser şert û mercên li kampê tên jiyîn û got,şert û mercê kampê gelek zehmetin nexasim di her demsalê de em her bi buyerên çetin re rû bi rû dimînin çi sermaya demsala zivistanê çi jî germahiya demsala havîne ji bilî bablîsokan ev her me dixe nav metirsiyê de ji ber ku li vir kon vedayî ne em di binê konan de dijîn û debara xwe dikin çawabe jî ticaran kon nabin weke xaniyan ,û wiha lê zêde kir,û îşaret bi vegera bi ewle û bi garantî kir ,ger ku gun û bajarên me neghêjin asteke bi ewle û heya em wê garantiyê bi dest nexin em bi vê rewşa niha nikarin lê vegerin û tê de bi cih bibin ji ber ku wê derfeta jiyanê ji mere tune be û emê nikaribin derûniyeke aram bijîn.

Edul wiha bi dawî kir ‘dema em ji cih û warê xwe derketin ji bo ku em rûmeta xwe radestî dijminan nekin lewra me warên xwe terkkirin,niha jî ger vegerek me li cih û gundên me hebe divê di serî de warên me di ewlehiyê de be ji beku dema em vegerin jî ji bo em rûmeta xwe biparêzin ,ne  ji bo ku em vegerin û rûmeta me bikeve bin linga û bê tecawiz kirin,heya niha bi taybet jî li gelek bajarên tirkiyê jin bi giştî di hedefa êrîşan dene bi taybetî jî jinê û ciwanên rojavayê kurdistanê her roj bi destavêtinê ,kuştin û revandin,û faîl mechul re rû bi rû dimînin ,herwiha gel li wir bi polîtîkayên birçîbûnê tên desteser kirin  ,lê belê em li vir herêm di bin kontrola hêzên suriya demokratîk (QSD) ê de ye gel û bi teybet em weke jin bi derûniyeke aram dikarin biçin û bên ser karên xwe.

Edul di dawiyê de daxwaza vegera gundên xwe dikin vegereke ku gund ,bajarên me di bin kontrola Qsdê de be bi henûna wan em dikarin bi ewle li cih û warên xwe bijîn.

 

Related Articles

Back to top button