
Beriya komploya 15’ê Sibatê jî heye. Komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê destpê kir. Piştre şopandina herî giran a dîrokê çêbû. Ev yek hevkariya pêşengên sîstema modernîteya kapîtalîst, hêzên komploger DYE, Îngilistan û Îsraîlê bû. Van hêzan hemû derfetên xwe seferber kirin û hema bêje xwestin vê cîhanê li Rêber Apo teng bikin. Her cure hêza dewlet û desthilatdariyê qasî pêdiviya xwe di vê êrîşê de bi kar anîn. Xwestin Bi êrîşa qirkirina navneteweyî Rêber Apo îmha bikin. Bi vî rengî tevgera azadiyê tasfiye bikin û qirkirina Kurd bigihînin encamê. Ji bo vê jî mîna nêçîra bi komî û şopandinê, berê xwe dan Rêber Apo. Hedef teng kirin û biçe kuderê, xistin bin şopandina herî giran a dîrokê. Li Rûsyayê ev yek kirin, li Romayê kirin, li Yewnanistanê kirin, li Kenyayê kirin. Bi dehan êrîşan xwestin, Rêber Apo îmha bikin. Rêber Apo ev 27 salin bi tena serê xwe ev êrîş, hemû pûç kirin.
Bi rasthatina 27emîn a Kompolya li ser Rêber Abdulah Ocalan ,rêveberiya komîteya perwerdê a Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mihemed bal kişand li ser roja 9ê Cotmehê û wiha got ; ku dest bi pilanên komploya navnetewî hate kirin ,komplo ne ji roja 15ê Sibatê de despêkir lê belê ji demek berê de hatibû despêkirin,ev pilan û siyaseteke ne li berçav ji aliyê dewletên hegemon ve hatibû amade kirin,herwiha ev pilan bi awayek ber bi çav di roja 15ê Sibatê de xwe da der û êdî deng veda li tevahiya cîhanê.
Sedemên Komplo
Hêvî di berdewamiya axaftina xwede îşaret bi bandora fikir û felsefeya rêber Apo kir ,ku bê çawa civak û mirovahî li dora xwe dihewîne û jê hêz digre da ku henaseya azadiyê jê bigrin,lê belê ev dewletên desthilatdar yên ku civakan û gelan dagir dikin dîtin ku ev fikir û ramanên rêber Ocalan nakeve xizmeta berjewendiyên wan berovajî ev bîrdoziyeke ku li dij sîstema desthilatdar û dewletperest e,lewra ev rastî ji aliyê van dewletên navneteweyî nehat pejirandin û pilanên komploya 9ê Cotmehê kirin,di serî de desteka herî mezin Ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin da ku ev pilan bi ser bikeve ,ji ber hîn ji berê de di dema rêber APO li şamê bû her dem ji aliyê dewleta Tirk ji rêcîma Baas re gef dihatin xwarin ku Rêbertî di nav welatê xwe de nehewînin,ji xwe yek pilanên Komplo jî ew bû di dema 6ê gulana 1996an ve li hember maşîna ku rêbertî têdebû li riya wî mayîn hatibû bi cih kirin komplo hîn ji wê demê de koka xwe digre.
Hêvîn wiha lê zêde kir,rêbertî ew dem hîs dikir ku li hember wê pilanên komployê tên amade kirin,lewra di 9ê Cotmeha 1998an êdî rêbertî ji Sûriyê derdikeve,rêbertî çûna çiya nehilbijart ji ber ku dizanibû dema ku biçe li wir bi cih bibe wê bi gelek şervanên li wan çiyayên azad bibin armanca êrîşan û bibn qurbaniyê van komployan,ji ber ku rêber Apo dizane ku ev ne pilanê rojek û salekê ne lê belê weke gelê kurd bi sedê salane ku her bi vankomplo û komkujiyan re rû bi rû mane û bi hezaran mirov bûne qurnaî di êrîş û komkujiyan de lewra rêbertî nexwest ne li Sûriyê bimîne ku li vir gel herdem bibe armanca êrîşan û nejî rêya çiyayan hilbijart ji bo ku bedena keç û xortan nebe qurbanê van komployan,ji ber ku rêbertî dizanî pilan û pirojeyên komplogeran ne ji rêzêye lê belê xwedî pilanên mezinin,ji ber ku bîrdoziya rêber Apo dij proje,pilanên û berjewendiyê wan bû ji ber ku felsefe û ramanê rêbertî demokrasiyê ûwekheviyê ,edaletê û hebûna hemû gelan di nav xwede dihewîne ê ciyê ku ev lê hebe wê desthilatdarî û dewletparêzî tunebelewra evjî bû sedem ku ev komplo li ser rêber Apo pêk were .
Hêvî bal kişanli ser yek ji sedemê herî bingehîn jî ewbû ku bi hatina rêber Apo bi fikir û felsefeya wî ya bîrdoziya azadiya jin bû ji ber ku azadiya jinan tê wateya tunekirina desthilatdarî û kolekirina civakan û gelan ,ev jî dijberiya berjeendiyên dewletperestan bû ,lewra di dema dîlgirtina rêber Apo ku bi sedan evîndarê fikir û ramanên wî xwe şewitandin û bi agirê bedena xwe ji dijmire nîşan dan ku “Wê Tu Kes Nikaribe Roja Me Tarî Bike”xwe li dora rêbertiyê kirin meşeleyên ji agir.
Giyana Rêber Apo Li Her Derê Ye
Hêvî wiha anî ziman ;ruh, fikir û felsefeya rêber Apo êdî di hundirê her malekê ,kesekî ,her netewa ku vê felsefeyê himêz dike de dijî,êdî hebûna rêbertî fikir û felsefeya wî bû çavkaniya jiyanê û pilanên tunekirinê vala derxist û li her derê fikirê rêbertiyê tê hemez kirin lewra ew nehat çember kirin giyana wî êdî gerdûnîbû.
Êrîşa li Ser Bajarê Serê kaniyê û Girê-Sipî Heman Armanc Bû
Hêvî bal kişand ser rasthatina êrîşa li ser bajarê Serê kaniyê û Girê-Spî ku di heman roja 9ê Cotmehê pêk hat ku dijmin dixwaze di her rojên wiha bi êş e ji bo me weke gel careke din qalikê birînên me biqeşêrin û birînên me nuh bikin,ji ber ku di mejiyê dijminê me de herdem dixwaze gel ber bi bê hêvîbûnê ,bê vîn û radest bibe,lê belê gel bi giştî nexasim em weke jin me ji êavkaniya fikir û zanista rêber Apo vexwariye û em êdî jinên li berxwe didin û ji bo azadiyê têdikoşin.
Hêvî wiha bi dawî kir’heya nih pêwîstbû kuu rêber Apo êdî azadiya wî fizîkî bi temamî hatiba dayîn ,qaşo ewqas dewletên navneteweyî û saziyên mafên mirovan li ser maseyan rudinin û behsa mafê hebûn û hêviyê dikin, lê belê tu gavên piratîkî heya niha nehatiye avêtin,lê belê ewê kevir li çoka xwe bixin ji ber ku zihniyeta wan a desthilatdar zêdetir rû dide ji cîhanê re û bi taybetî jî zihniyeta dewleta tirk a osmanî ku îrojî bi ruyekî Daiş î derdikeve holê,û ya rastî di nava tirsê dene ji beku serbest berdana Rêbertiyê ne tişteke ewqas hêsan e ,lewra em weke gel û bi taybet jî jin û ciwan divê bi awayeke kur banga rêbertî ya aşitî û civaka demokratîk himêz bikin û biçin ser kar û xebatên xwe em bikaribin civaka xwe li ser esasê xurt kirina pergala konînan bi rêxistin bikin ji ber ku incex em bi vê şêwazê jiyanê karibin hemû pilanên komplo vala derxin.



